Werdekên bêserî
Civînên bilind ên birêveberên li pey hev tên û têk diçin; Qesra Spî û Kongre erza hev dişikînin, lê tiştekî bi ser naxin. "Bazaran" ji wan fêm kiriye û êdî muameleya ordekên bêserî bi wan re dikin, lîstikên besît ên ku wan bi xwe afirandî û êdî nizanin ji heq derkevin. Dîsa jî di heman demê de –li Fransa, Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, deverên din– hilbijartinên serokdewletîyê li devê derî ne. Bi hisa nebirastî ya qutbûna di navbera gotin û kirinê de, ew qada sivîl û çapemenîyê dagîr dikin. Lewra mirov ji namzedan tiştekî zêde hêvî neke jî, heta tu tiştî jî êdî hêvî neke, ew qet nebe tên nas kirin parkûrên wan, kêmasîyên wan, hevgirên wan, derdora wan, tevn û têkilîyên wan. Ji fonên spekulatîf û sazîyên kredîyan bêtir, bala xelkê diçe ser Barack Obama û Newton Gingrich, Nicolas Sarkozy û François Hollande. Lê belê ew hê bi kêrî çi tên?
Nicolas Sarkozy ê ku siyaseta wî ya pereyan sîya berjewendîyên BNP-Parisbas (1) li ser e, serokwezîrê brîtanî David Cameron gunehbar dike, bi ji welatê xwe çêkirina "herêmeke îzolekirî û qutbûyî li nav Ewropayê". Wezîrê maliyê yê alman Wolfgang Schäuble ewqasî hêrsrabûyî ye, bi gotinên mîna derbên şûr dibêje: "çavbirçîtîyeke bê sînor, lêgerîna karê her diçe zêdetir ê li ser bazarên sermayê ên ku ne bêsedem di krîz û krîza bankeyî ya aborî de ne, ji bilî wê krîza welatên sihê jî heye ya ku em ji 2008ê ve pê re rûbirû ne." (2) Ev yek bi ti awayê pêşîyê li Schäuble nagire ku nîv dûzîneyek neteweyên ewropî yên wêran û jipertavketî bavêje ber vê "çavbirçîtîya bê sînor". Birêveberê bankeya navendî ya Almanyayê Bundesbankê Jens Weidmann weha rave dike "Heke bandorên dîsîplînker ên rêjeyên faîzê bi tevahî ji holê werin rakirin, encamên wê dê felaket bin. Dema ku kredî ji bo dewletan bihatir dibe, hewldana deynkirinê jî pir kêm dibe." (3) Û heke welatên herî zêde deyndar fêr nebin "hewldanên" xwe gem bikin, heke rawestîna mezinbûna aborîyê pêşîyê li wan bigire û ew tewazûneke malî çêkin, heke "karên her diçe zêdetir" ên deyndêrên wan bi qurpika wan bigirin û bînê li wan biçikînin, hingê Yekîtîya Ewropî wê alîkarîya wan bike, rengê alîkarîya wê birîna cezayekî pereyan e... Li hemberî vê, bankeyên taybet wê bikaribin çi kredîya dixwazin bistînin, ku ew di berdêla wê de hema hema tu tiştî nadin. Bi vî rengî ew dikarin deyn bidin dewletên deyndar û pê karên pir baş bi dest bixin. Ji wan ên ku bi tevahî gunehkar re!
Nermîyên ku ji sermayeyê re tên nîşan dan, li mirovî qedexe nakin ku wê rûreş bike. Jixwe tam jî bi vê nakokîyê êdî mirov tê derdixin ku ev sal sala hilbijartinê ye. 6ê kanûna bihurî, li Kansasê serokê DYAyê Obama welatîyên xwe hişyar kirin ku seyarîya civakî û demokrasî li welatê wan di tehlûkeyê de ne: "newekhevî şikil û şêla demokrasîya me xira dike. Ew dengekî zêde mezin û ne li gor temsîla wan dide wan kesên ku dikarin pereyan bidin lobîstan. [...] Muafbûna ji bacê bi tenê bi kêrî yên herî dewlemend tê. Hin mîlyardar rêjeyeke bacê ya % 1 didin, %1!" Obama wekî din bi bîr dixe ku "bazar ti caran îcaze û destûrek nebû da ku mirov her tiştê bikare ji herkesî bistîne" û ku divê "çîna navîn a vî welatî ji nû ve were bi gewde kirin."
Tu kes bawer nake ku ew ê vê armanca xwe bibe serî, ne jê bawer dikin ku ew ê bandora pereyan li ser sîstema siyasî kêm bike, ne jî bawer dikin ku ew ê sîstema bacan reforme bike. Ji sê salan û vir ve der barê van mijaran de wî tu tişt nekir û tu navgîn jî ji xwe re çênekir, da ku heke careke din were hilbijartin, di armanca xwe de bi ser keve. Di vê mijarê de ew tiştê ku sîstema niha veguheriyê, baş bi gewde dike: Kakilekî gwîzan ya ji rê dedikeve, ya ku li ser wê kaptanekî payeya wî daxistî heye, dema ku bahoz radibe, dike qarewar. Heke ev sala hilbijartinan daxwaza siyasî û navgînên bi kêr werin, hêza di destê fînansê de jê bistînin, hingê dengdan û hilbijartinên bên, hemû jî wê bi kêrî tu tiştî neyên.
- Michel Pébereau, ê ku hê nû birêveberîya BNP-Parisbasê dewr kir, di van mehên dawîyê de gelek caran derbirî ku alîkarîya hukûmeta fransî ya dayî sektora bankeyan û pêşnî- yazên Parîsê yên der barê deynên dewletê de bankeya wî li pêş digire, bankeya wî ya ku bi awayekî giran ketiye bin barê Yewnanistan û Îtalyayê. Bixwîne "Michel Pébereau, le banquier dans les coulisses de l’Elysée (Michel Pébereau, bankevanê di kulîsên Elysée de)", Le Monde, 2yê kanûna 2011ê
- Di Les Echos de ji ber wî hatiye girtin, Parîs, 16-17ê kanûna 2011ê
- Di The New York Times de ji ber wî hatiye girtin, 14ê kanûna 2011ê
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

