LeMonde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Çile 2012 - Hejmar 26

Luqman Guldivê

Erdheja jeopolîtîk li Rojhilatê Navîn

Yehya Al Selo: Bajar, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 100 x 100 cm

Berdewamkirina zêdetirî salekê ya xwepêşandanên li Misir, Sûrîye, Yemen, Bahreyn û li welatên din ên ereb dide xuyakirin ku serhildanên ku li tevahiya herêmê berbelav bûne, wê zû bi zû bi dawî nebin. Lê belê mirov nikare ji bîr bike ku demokratîzekirin jî li vê herêma veçiriyayî ji ber gelek nakokî û pêşveçûnan ketiye xeterê.

 

Berlusconîzm, dewam yan dawî?

Yehya Al Selo: Gund, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 120 x 90 cm

Hejmarên navdar ên ji alîyê dezgehên sondajê ve li hukûmeta îtalî hatine mal kirin, yan ji alîyê komîserê berê yê ewropî Mario Montî ve tê bi rê ve birin, dihêlin ku di çarçoveya plana kemerşidandinê de tedbîrên zêde dijwar li ser welêt bên ferz kirin. Silvio Berlusconî neçar ma dev ji wezîfê berde; lê belê dîsa jî wî dê mohreke kûr li civakê xistibe.

 

Tezmînkirina karbonê, dara ku daristanekê vedişêre

Yehya Al Selo: Derî, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 50 x 50 cm

Bicihbûyî li ser xakeke ji alîyê pirrengîya xwezayî ve şahane, gundekî meksîkî bernameyeke neteweyî danî ber xwe ji bo ku hem zengînîya xwezayî hem jî derfetên hebûna gel biparêze. Piştî heft salan, ew ji hal ket. Ew ezmûn wan şertên ku li ser navê têkoşîna li dijî guherîna avhewayê li ser gel tên ferz kirin, radixin pêş çavan.

 

Çepîtî li ku ye?

Li gel ku kapitalîzm ji salên 1930ê û vir de di krîza herî cidî de ye jî, partîyên sereke yên çep, kerr û lal in, bê deng in û ji hev ketine. Di halê herî baş de, ji bo sîstemê li çareserîyên spînozî digerin. Gelek caran ew bi xwe jî, dikevin nav hesteke berpirsiyarîya ku ji lîberalan paqij bibin. Ev rewşa ha, ev lîstika polîtîk ya asêbûyî, dê heta ku derê berdewam be? Di demeke wisa de ku ji alîyekî din, hêrsa civakî her bilind dibe.

 

Çîn ji ber komira xwe nexweş e

Serpil Odabaşi: Neçû-ma, 40 x 70 cm, teknîka tevlihev li ser kaxizê

Têkilîya di navbera Çîn û komirê de ku ji hezar salan ve dest pê kiriye, di sedsala 21ê de ji modernîzasyona welêt re bû gaveke rastîn. Felaketa ekolojîk ku aşîkar e, ji ber sedemên gazên serayê li atmosferê belav dibin û belengazî û bobelatên civakî peyda dikin, sebeb jî; awayên derxistina maden û mineralan e, lewma divê ku hikûmet metodên xwe yên kevin di ber çavan re derbas bikin û awayên nû û nûjentirîn ên peydakirina enerjîyê bibînin û bi kar bînin.

 

Çîroka etîketeke siyasî

Serpil Odabaşi: Cezayê min wê kengê biqede? 50 x 70 cm, teknîka tevlihev

Sinifandina partî, sîyasetmedar û hinek ramanan "wek rayên çep" ne gelek hêsan e. Dîrokeke vê kategorîyê heye û maneya wê bi tekoşînên polîtîk re, her tim ji nû ve tê tarîf kirin.

Çepgirbûn" çi ye? Ev pirs dibe ku kawik xuya bike, lewra ev nav nasnameyên rêxistinên siyasî ("çepa parlemanter", "şaredarîyeke çepgir") û nirxên ferdan (ji "întelektuelê çepgir" heta bi "xelkê çepgir") ava dike. Dîsa jî dabeşbûna di navbera siyaseta çepê û rastê de tu tiştê xwezayî, nayê guherandin û heta pêwîst nîne.

 

Kurd careke din hatin ji bîr kirin

Dara Aram: Roja sor 07, boyaxa akrîl li ser tûwalê 36 x 36 cm

Çileya 1989ê, li Parîsê, civîna navneteweyî ya der barê silehên kîmyewî de, xwe nedabû ber ku Iraqê ji ber bikaranîna gazên kîmyewî li dijî kurdan, nexasim jî li bajarê Helebceyê, şermezar bike. Di çirîya pêşî ya heman salê de di dema konferanseke li ser nasnameya kurdî de, ya ku ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Fondation France-Libertés (Weqfa Fransa-Azadî) ve li paytexta Franseyê hate organîze kirin, tu berpirsyarê partîyên kurd nikarîbû pêwendîyên fermî deyne.

 

Çima împaratorîya Murdoch barê gewhereke ku êdî pir giran bûye ji ser xwe avêt?

Dara Aram: Şîna nav mêrgê 1.02, boyaxa akrîl li ser tûwalê 32 x 36 cm

Carina darek daristanê îfşa dike. Tîrmeha sala 2011ê, dema ku bi xisleta pratîkên rojnamevanîyê yên heftane ya bi navê "News of the World" hisîyan, di nav brîtanîyan de skandalekê rû da. Lê belê vê rewşê hin tiştên din zelal kirin: Di kêm destan de kombûna mal û milkê çapemenîyê, metakirina agahîyan, hevkarîya gunehkarîya siyasetê. Têgeheke çapemenîyê ku di giregirê pîşesazîya Rupert Murdoch de bi gewde dibe.

 

Piştî şoreşan arizîkirin?

Rêdî Seîd Toprak: Gêrikên hesin, li ser kaxizê hibir, 50 x 70 cm

Tûnis û Misir bi îstîqrar-kirineke zehmet a rewşa xwe ya siyasî re rûbirû ne, divê ew di heman demê de ji heqê pirsgirêkên aborî jî derke-vin. Hilweşîna sîstema kurtêlxur a mafyawarî wê bêguman enerjîyan û înîsîyatîfên ferdî serbest bike, lê belê bi tenê heke desthilatdarîyên nû yên li cihê cih derfetên malî peyda bikin da ku demên ji dest dayî telafî bikin û pêşketineke wekhevîparêztir misoger bikin, ev enerjî û înîsîyatîfên ferdî wê berdar bin.

 

Îsraîl xwe vedikişîne pişt mertalekî dij-fuzeyan

Rêdî Seîd Toprak: Komwêneyên  binxetê II,  li ser tuwalê teknîka tevlîhev, 120 x 140 cm

Ji bo xweparastina ji roketên dijmin, "berbaraneke" dij-fuze? Projeya Îsraîlê ya bi navê "Kembera Hesinî" "Kîpat Barzel" bi vî rengî ye; ev proje divê di destpêkê de bi du bataryayan ji îsal û pê ve operasyonel be. Ev "Kembera Hesinî" divê pêşîyê li roketên menzîlkurt weke yên ku komên filistînî ji Xezayê û Hîzbullahê ji Libnanê avêtin, bigire.

 
Syndicate content