LeMonde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Sibat 2012 - Hejmar 27

Siyaseta rastgir a amerîkî çawa berê hêrsa gel guherand

Barack Obamayê li hemberî bêkarîyê û ji ber deynê dewletê ji taqet ketî, dewra xwe ya pêşî bi awayekî lawazbûyî bi dawî tîne. Şansê muhafazekaran heye ku di hilbijartinên serokatîyê yên 2012ê de bi ser kevin, hewl didin namzedekî bawerî pê were peyda bikin. Lê belê ji mêj ve ji wan hat ku piştî hamleyeke xirab têkçûna îdeolojîk bidin ji bîr kirin ku ji bo wan krîza malî pêk tîne.

Namzetekî bi navê James Richard ("Rick") Perry, ewqasî bêkêr e ku navê wezaretên ew hez dike jê bibe, ji bîr dike. Yekî din Herman Cain e, yê ku weha xuya ye haya wî hîç ji stratejiya amerîkî ya li Lîbyayê nîne. (1) Namzetekî sêyemîn heye navê wî Newton Gingrich e, hîç dudilî nebû ku gelê Filistînê weke "vedîtinekê" bi nav bike. Partiya komarxwaz ji bo razî û qayîlkirina hilbijêrên xwe di lêgerîna xwe ya li namzetekî têra xwe otantîk de şanoyeke wisa dilîze, carinan dişibe xwekuştineke hêdîka.

Dîmena ku di dema lêgerîna namzedekî têra xwe 'otantîk' de, ji alîyê Partîya Komarxwaz ve hat nîşan dan, da ku girseya xwe memnûn bike, ji derve ve dişibe ehmaqîyê, yan jî wekî xwekujîya fîlmkêşîya hêdî xuya dike. Lê belê, berî ku em tarîfa wê bikin, divê em bînin bîra xwe ka muhafazakarîya amerîkî ji dijwarîya xwe ya herî dawî ya berî sê salan rizgar bû. Wê demê jî, tevger wekî ku li ber sikratê be xuya dikir, mirîyeke ji ber îdeolojîya xwe ya têk çûyî. Lê belê ew rizgar bû. Rizgar bû, lê belê ne bi lihevhatina digel cîhana derve; di şûna wê de bi qewîkirina dilsozîya xwe ya bi îdeolojîya xwe ve, ku kir ku dinya bikeve krîzeke aborî.

Vegera muhafazakaran a berî çend salan di dîroka tevgerên civakî ya amerîkî de tiştekî yekta ye: Li hember demên dijwar bi giştî berê xwe dana ber bi teorîya bazara serbest. Dema ku atmosfera hilbijarokî ya serdest a 2008ê were bi bîr anîn, serkeftina vî tiştî yekser mezin e. Piştî ku karesatên serokatîya George W. Bush rê li felaketa Wall Streetê vekir, ronîyên birqokî yên lihevkirina Beltway bawer kir ku netewe ber bi cîheteke nû ve diçe. Û herweha di pirtûka xwe ya bi navê The Strange Death of Republican America (Mirina Ecêb a Amerîkaya Komarxwaz) (2) de rojnamegerê xwedî tecrube Sidney Blumenthal weha bawer dikir -heta berî têkçûna Wall Streetê jî- û wî di nîsana 2008ê de dîyar kiribû ku George W. Bushê 'muhafazakarê tundrew' GOP [kurteya Grand Old Party an ku partîya Komarxwaz] kiribû 'partîyeke hindikahîyê'. Di nîsana 2009ê de gumankarê siyasî Stu Rothenberg, ku lê pir rêz tê girtin, gihiştibû wê encamê ku 'Di hilbijartinên navdemî ya 2010ê de şansê komarxwazan a bi destxistina yek ji salonan sifir e. Nêzîkî sifirê nîne. Ne şansekî qels yan piçûk e. Sifir e.' (3)

Divîyabû modelên civakî yên demên dijwar tiştekî hêsan bûya, sedemeke rasterast û meseleya bandorê: Bazar, jihevketin, jikaravêtin, destpêkirina hecza malên îpotekkirî û berî ku haya te jê hebe, xelk derket kolanan, doza xwînê kir. Li cem naçarî, fikarbarî û serhildan mezin dibe. Em dixwazin ku hikûmet di vî warî de tiştekî bike -ceza bide faîlan û mexdûran rizgar bike; em li hember karesatên dahatûyê garantîyê dixwazin. Yan jî ev yek di salên 1930ê de pêk hat...

Panîka muhafezekaran di wan rojan de rê li ber alozîyan vekir. Di destpêka salên sîhê de dezgeh ji pêkhatina şoreşekê tirsîyan; wan li paş her qêrîna protestoyê bandora komunîzmê didît. Serokê Komeleya Azadîyê ya Amerîkî (4) Jouett Shouse, li Kansasê di axaftina xwe ya tîpîk a sala 1936ê de mêranî dikir û digot: 'Pergala Nû nûnertîya hewldanên avakirina hikûmeteke totalîter a li Amerîkayê dike.' (5) Lê belê rastgiran nikaribû neqebekê bidin. Molaya totalîter jî nikaribû meyla kambax a salên sîhê biguherîne û Franklin Roosevelt koalîsyona xwe ya karkerên bi berstûyên şîn û bîyanîyên kelepûrî ava kir û bi piranîya dengên populer, ku heta wê demê gelek kêm dihat dîtin, di hilbijartinan de bi ser ket. Di Meclîsa Nûneran de Demokratên wî, di sala 1937ê de, zêdeyî sê parên kursîyan bi dest xistin.

Heft salan piştî Krîza Mezin, em bûn xwedî felaketa aborîya xwe. Li gor mantiqa demên dijwar -bi kurtasî li gor mantiqê- têkçûna '08 destpêka senaryoya demên dijwar dabû, wekî ku bûyerên 1929-32ê dabûn. Di siyasetê de Têkçûna '08ê dawî li hêvîyên namzedê komarxwazan ên wê salê anî, an ku senatorê Arîzonayê John McCain.

Bi serokatîya di destê wan de, demokratan gavên aşkere ya stîla salên sîhê avêtin, wekî hin tedbîr sepandin ku modîfîkasyona mortgageyê teşwîq bikin û komîsyonan ava bikin, da ku li krîza darayî bikolin. Serokê teze di destpêka sala 2009ê de Kongre îqna kir ku pakêta geşkirinê ya 787 mîlyar dolaran erê bike û qismî çavdêrîya Wall Streetê bike. Wî herweha karî berqanûna sîgortayeke giştî ya tendurustîyê jî derbas bike. Û ji ber wekhevîyên bi Krîza Mezin ji nişka ve cînnetek peyda bû. (6)

Muhafezekarek ku alarmeke zû lê dabû Charles Kochê baronê neftê û damezrênêrê bandorkar ê rêxistinê azadîyan bû; wî di bultena şirketa xwe de hawar dikir û digot ku em karesata Krîza Mezin dîsa dijîn û em dikin 'heman xetayan' bikin, ku bapîrên me kiribûn: Em 'ji salên sîhê û vir ve, bi mezintirîn wendakirina azadî û refahê re rû bi rû ne' (7) Kovara Forbes bi fikara 'rejîma kevin' hejîya. Di hejmara xwe ya 11ê gulana 2009ê de kovarê karîkatureke malbateke dewlemend weşand, ku tê de malbat di nav serkapûzekê re derbas dibe û pêrgî cebanîya Apê Sam tê, ku amadehîya bilindkirina bacê dike. Karîkatureke din, ku henekên xwe bi vê yekê dikir, hişyarî dida: 'Apê Sam perê te dixwaze û xelkê li derve jî serê te dixwaze'. (8)

Fikarên çîna karsaz ne bêsedem bûn. Hêrsa giştî di adara 2009ê de gihişt asta herî bilind, dema ku rêveberên supermarketa darayî AIG, ku hatibû rizgar kirin, 165 mîlyon dolar bonus dan wê beşê, ku berhemên kêlekê dahênandibûn, ku ew jî bûbûn sedema hilweşîna şirketê. Nefreta xelkê di vê demê de wekî volkanekê bû. Nûçeyeke li ser malpera Bloomberg ku 18ê adara 2009ê de hatibû belav kirin, digot 'Amerîkî dixwazin ku serên şerjêkirî bibînin.' Paşê Obama bixwe jî hişyarî da Wall Streetê. Dema ku ew di nîsana 2009ê de digel şandeyeke ji bankerên Wall Streetê rûnişt, serokê teze ji wan re gotibû: 'Hikûmeta min di navbera we û dirganan de tenha tişt e.' (9)

Çend meh bi ser de çûn û reftara xelet a kurikên bonus hatin ji bîr kirin. Di sermaweza 2010ê de, GOPeke tundrewbûyî di hilbijartinên Kongreyê de piştî dehan salan cara pêşîn serkeftina xwe ya herî mezin bi dest xist. Hêrsa xelkê ji Wall Streetê bar kiribû Washingtonê û veguherî raperîneke li dij hikûmet, bac û tamîmên federal yên dest pê kirî.

Fikirîna bi awayê kevin a li ser muhafezekarîyê di rewşa nû de derket holê ku têrê nake. Bi salan, mumkin bû ku vejîna demokrasîya lîberal a bi rêya balkişandinên xelet were fam kirin, ku pê mijar hertim dihat paşperde kirin, an ku bi li ser navê şerên çandî. Ji salên heftêyê heta salên George W. Bush, meseleyên mezin ên aborîyê bi gengeşîyên vekirî nehatin çareser kirin; ew mesele bi lihevkirina navxweyî ya siyasetmedarên li Washingtonê hatin çareser kirin, dema ku xelkê li ser kurtaj û teorîya peresanîyê (evoluation) nîqaş dikir.

Doktrîna cîranê xirab

Lê belê, pişkivîna muhafezekar, ku ji sala 2009ê û pê ve pêk hat, cuda ye. Piştî dehan salan, cara pêşîn rastgir dixwazin ku nîqaşên li ser aborîyê bi awayekî vekirî werin kirin. Mija şerê çandî vekişîya. Heger tu xwe ji bo gengeşîya li ser Înternetê li cem malperekê qeyd bikî, ku ji alîyê yek ji rêxistinên serkêş ên rasgirîya vejîyayî Welatparêzên Partîya Çayê ve tê bi rê ve birin, wê demê îqazek derdikeve pêşîya te: 'Nîqaşa li ser meseleyên civakî qedexe ye.': Beşdar divê xwe bi mijarên wekî 'hikûmeta sînordarkirî, berpirsîyarîya malî û bazarên serbest' tixûbdar bikin. Manîfestoya sala 2010ê ya muhafezekaran 'Peymana ji Amerîkayê' qet behsa şerê çandî yê çend dehsalên çûyî nake.

Ev yek nayê wê wateyê ku rastgiran bi feraxatkirina ji tevlihevkirina serê xelkê û balkişandinên xelet karê xwe berdewam kir. Berevajî vê yekê: Li ser navê berevanîya 'kapîtalîzmê' serokên raperîna dawî ya muhafezekaran bi rastî jî guh nadin kapîtalîzma heyî ya çend salên çûyî. Ew bi giştî guherîna nedana deynên kredîyê, yan jî serkeftina rakirina çavdêrîya bazaran nîqaş nakin, ku ew xerapker kirin. Di şûna wê de şerê wan li ser esasê razberîyeke xas bû. Mijara ku rastgirîya dubare biserxwevehatî dibêje, azadî bixwe ye.

Banga ku serhildan da dest pê kirin ji 'gotinên beredayî' yên nûçegihanê karsazîyê Rick Santelli hat, ku di 19ê sibata 2009ê de li pêşîya Wezareta Bazirganîyê li Chicagoyê gotin û li ser televîzyonekê hatin weşandin. Rick Santelli gelek alîyên rizgarkirina bankayan, ku çend mehên çûyî de pêk hatibûn, rexne kiribûn, lê belê wê roja sibatê guhên xelkê lê bûn, armanca TARPê (Qanûna Rizgarkirina Hebûnên Malî yên nav Dijwarîyê), ku ew ji ber wê bi hêrs ketibû, alîkarîya xwedîyên xanîyan bikin, ku şertên noqbûyî yên "mortgage"yê biguherînin, teqsîdan nizimtir bikin û bi vî awayî pêşî li heczkirina malan bigirin. Ev yek yekta parçeyê TARPê bû, ku xwedî mebesta alîkarî kirina deyndarên şexsî bû, ne ya lîstîkvanên dezgehî û bi vî awayî divîya bû ku xelk ji vê bernameyê razî bûna. Di şûna wê de, (ji qewlê wî) qanûnê kir ku qapaxa serê wî zilamî an ku ya Santelli biavêje, bernameyeke weha 'piştgirî dida muameleyên nebaş', 'şûna mortgageyên kesên bêkêr' bi pereyê giştî dadigirt. Li gor wî ev kesên bêkêr 'avê vedixwin', dema ku xelkê din 'avê dikişînin'. Santelli milên xwe rakirin û berê xwe da hevalên xwe, bazirganên Chicagoyê û ji wan pirsî: 'Gelo çend kes dixwaze mortgageya cîranê te bide, ku li malê xwedî banyoyeke zêde ye û nikare heqê fatoreyan bide?'.

Rastgiran derfet bi kar anî, da ku nîqaşê dîyar bikin. Wan rizgarkirina karsazan wekî derbasbûna bêbextîya Wall Streetê ya bi ser hikûmetê bi nav kir. Ji bo wan, TARP tenha parçeyê çîroka krîzê bû, ku wan xema wê dixwar- ne berhemên kêlekê, ne jî serbestberdana bazarê- û mervantîya wê ya bi komarxwazên muhafezekaran jî pir cudahîyek pêk neanî. Alîgirên nifşa pêşîn a Partîya Çayê xwedî pêşnîyareke hêsan bû: 'Bihêlin têkçûyî bila têk biçin.' Ev sloganek bû ku min li ser pankartên protestoyekê li Washingtonê dîtibû. Li vê derê, di hevokekê de, mifteya serkeftina rastgiran hebû, ku ew dê di demeke nêzîk de bi dest bixistaya. Ev rêzek bû rastgiran wekî neyarên karsazên mezin û alîgirên hilweşîna bankayên mezin nîşan dida,

Heger em ji nêz ve lê binihêrin, em dikarin bibînin ku kartên lîstikê tên guhertin. Dema ku hevalên me yên Partîya Çayê ku digotin 'berdin bila têkçûyî têk herin', piştî demekê wê berê xwe ji bankayên rizgarkirî bidana wan 'cîranên' bin deynê mortgageyê ku Santelli nîşan didan. Şervanên muhafazakar ên Dick Armey û Matt Kibbe di beşa bi serenavê 'Rizgarkirinê' ya 'Manîfestoya Partîya Çayê' de dinivîsînin:' Li me gelekan eyan bûbû ku rizgarkirin tiştekî xelet bû. Me fam kir, da ku kapîtalîzm bi rê ve here, divê em ne bi tenê destkeftîyên potansîyel ji ber rîskên ku em dikevinê biparêzin. Lê belê herweha jidestdanan, ku dikarin pêk werin, qebûl bikin. Cîranên me yên gelek hene yan jî me derbarê hinekan de bihîstîye ku demeke gelek dirêj e ku bi çavbirçîtî pir bilind dijîn û em meraq dikin çima em divê ji bo wan pere bidin.' Ev xetayên weha ne ku divê ji bo têkçûnê werin kirin. Hertim şexsî ye.

Ji bo îmtiyazan maskeyek

Endamên Partîya Çayê, ev serhildêrên sexte kî ne? Rengê bersivê xwe dîyar dike dema mirov lê hay dibe ka axaftinên rêveberîyê tevgera xwe xurt dike. Alîgirên Partîya Çayê carna dema ku 'muteşebisên siyasî' protesto dikin, ku bi rastî mebesta wan serokên siyasî ne û bi 'sepangerên zû' jî mebesta wan 'rutbe û dosye' ne, behsa 'selahîyeta serek' dikin. (10) Li cihê ku çayvexwir vedihewin, tu caran şexsîyetên muteşebiş kêm nabin. Wekî mînak, nivîskarê pirtûkçeya 'Piştî Partîya Çayê ez dikarim çi bikim?' Don Crist, ku xwe wekî 'şêwirmendê karsazîyên piçûk' (11) dide nasîn û senatorê Carolinaya Başûr Jim DeMint, ku di dîyarkirina serokên tevgerê de dîyarker e, ku ji hevdilên xwe re dibêje, di karîyera xwe ya wekî 'şêwirmendê karsazîyên piçûk' de îmzeya xwe ya siyaseta dij-hikûmetî hîn bûye. Koma nû ya muhafezekaran, ku di serkeftina 2010ê de ji bo Kongreyê hat hilbijartin, dibêje axaftina di leha karsazîyên piçûk de sedema taybet bû ku bang li wan hatiye kirin ku ew ji paş hewcarê werin pêşîyê. Mark Kirk ku niha senatorê ji Illionisê ye, di kampanyaya hilbijartinê ya 2010ê de 'Qanûna Mafên Karsazîyên Piçûk' pêşnîyar kiribû. Anketeke New York Timesê nîşan dabû ku xwedîyên karsazîyên piçûk nêzîkî 40 derseda komarxwazan pêk tînin, ku di 2010ê de li Meclîsa Nûneran piranîyeke ber bi çav bi dest xist. (12)

Heger em bi nûzilamên GOPê ewle bin, ku ji alîyê Federasyona Neteweyî ya Karsazên Serbixwe (NFIB- rêxistina sereke ya karsazîyên piçûk) ve tên piştgirî kirin, hejmara hevgirên karsazên piçûk ên komarxwazên nû yên di Kongreyê de dibe 74 dersed.

Nûzilamê komarxwazan Nan Hayworthê ji New Yorkê di axaftina xwe ya ji bo serokên karsazên li herêma xwe gotibû: 'Hikûmet kar naafirîne; lê tu diafirînî.' (13) Ew hevokeke populer bû sedema ku rastgir bi azwerî li ser sekinîn; ew bû ku wan pê dikarîn senaryoya demên dijwar derbas bikirana. Bi awayekî kelepûrî karsazîyên piçûk di sîya qehremanîya populîst de hatine paşguh kirin. Wekî malbatên cotkar ên berî wan muteşebiş wekî pîroz dihatin dîtin: Ew bi şexs ji goşt û xwîn in, lê karkerên fedakar in ku dikin ku aborîya amerîkî bi rê ve here. Wekî mînak, di 1983yê de di çarçoveya pîrozkirina hefteya Karsazîyên Piçûk de Ronald Reagan weha dest bi axaftina xwe kiribû: 'Divê her hefte bibe hefta Karsazîyên Piçûk, ji ber ku Amerîka karsazîyeke piçûk e. Muteşebis qehremanên me yên jibîrkirî ne.'; ew 'bi dilsozî piştgirîya dêr, dibistan û xelkê dikin.' (14) Sedema ku vejîna muhafezekaran giranî da dijberî rizgarkirinê, neyartîya dîrokî ya karsazên piçûk ên li dij bankayên cinawir bû, ku ew niha ketine teşeya dezgehên 'ji bo ku têkbiçe pir mezin e' û niha mecbûr e ku digel hikûmeta cinawir yekîtîyeke kambax ava bike.

Rojnameger Matt Taibbi bû xwedî dîtina ronesansa baskê rast, dema ku wî di 2010ê de di hevpeyvînekê de dîyar kir, ka 'piranîya alîgirên Partîya Çayê ku ez bi wan re peyivîm -gelek ji wan xwedî karsazîyên piçûk bûn. Ew xwedî dikanan yan restorantan in û ew zagonan wekî mufetişa ruxset, yan tendurustîyê dibînin ku tên da ku wan aciz bikin û ji ber tiştên piçûk cezayê pere didin wan. Tecrûbeya wan a bi qaîdeyên hikûmetê ewqas e. Û dema ku ew li ser JP Morgan Chase û Goldman Sachs û ji nû ve sazkirina bankayan dibînin, ji bo wan ew heman tişt e'. (15) Rastgirîya xwe nû kirî serê xwe pê naêşîne ku wê ferqa navbera wan her du pêkanînên kapîtalîst zelal bike.

Karsazîyên piçûk îro rûyê rastgiran e, ji ber ku mesajên şerût û dij-karsazîyên mezin xîtabî moda tahl a neteweyê dike; lê tiştê ku rastgir bi rastî dikin wekî hercarî belavkirina heman qencîyan bi heman kesan e. Ev yek fenomeneke aşîna ye. Di xebata xwe ya sala 1951ê de civaknasê navdar C. Wright Mills dîyar kiribû ku 'bala muteşebisên amerîkî' ji serkeftinên aborî yên karsazên piçûk derneket, lê ji 'bikêrhatîbûna wê îmaja wê ya bo berjewendîyên siyasî yên karsazên mezintir' derket. Muteşebis 'bû ew kesê ku bi riya wî îdeolojîya kapîtalîzma utopîk hîna jî ji gelek hevdemên me re tê pêşkeş kirin' . (16)

Ji me re hat gotin ku divê baca mîratgirîyê here, ne ji ber ku ew bac dewlemendan nerehet dike, lê belê ji ber ku gefek e li dij malbatên cotkar. Birînên bacî yên Bush divê bimînin, ji ber ku bê wê karsazên piçûk dê têk biçin. Rakirina çavdêrîya bankayan ji bo alîkirina dikandarên bajarên piçûk hatibû kirin. NAFTA (Peymana Bazirganîya Serbest a Bakurê Amerîkayê) wekî kelepûr firotin ji bo destpêkeke nû ya muteşebisî. Hertim û niha jî, yek wê derkeve û israr bike ku navbera berjewendîyên Wall Street û dikandarên cadeyan de tu cudahî nîne.

Çavkanî: 

Thomas Frank:
Rojnameger. Nivîskarê Pity the Billionaire. The Hard-Times Swindle and the Unlikely Comeback of the Right, (Dilê We Wê bi Mîlyarderan Bişewite. Dek û Dolabên Demên Dijwar û Vegera Rastgirîyê, ku ne Mumkin e.) Metropolitan Books, New York, 2012.

  1. Herman Cain 3yê kanûna 2011ê biryar da ku xwe ji namzedîyê vekişîne
  2. Sidney Blumenthal, Mirina Ecêb a Amerîkaya Komarxwaz: Kronîkên Hilweşîna Partîyekê, Weşanên Union Square, New York, 2008
  3. "AprilMadness: Can GOP win back the House in 2010? (Dînîtîya Nîsanê: Gelo GOP dikare li kongreyê sala 2010ê ji nû ve bi ser keve?)", http://rothenbergpoliticalreport.com, 27ê nîsana 2009ê
  4. Civata dewlemendên sektora pîşesazîyê ya amerîkî ya ku sala 1934ê hat damezirandin
  5. "The New Deal vs Democracy" (Pergala Nû li dij Demokrasîyê), American Liberty League, 1936
  6. Bixwîne Peter Custers, "A quoi pourrait ressembler un véritable ‘New Deal vert’? (‘New Dealeke Kesk’ a bi Rastî Dikarîbû Bişibe Çi?)", Le Monde diplomatique, gulan 2009
  7. "Perspective", Discovery, the Quaterly Newsletter of Koch Companies, (Kifşkirin, Bultena Şirketên Koch) Çile 2009
  8. Forbes, NewYork, 11ê gulana 2009ê
  9. Eamon Javers, "Inside Obama’s bank CEOs meeting (Di Hundirê Bankeya Obama de Civîna CEOyan)", Politico.com, 3yê nîsana 2009ê
  10. Jack McHugh, "What the Tea Party is, is not, and its ‘core competence’" (Partîya Çayê Çi ye, Çi Nîne û Selahîyetên Wê yên Sereke), 16 kanûn 2010. http://www.michigancapitolconfidential.com ; "Surface tension. Tea Parties and the political establishment" (Tengezarîya ku Tê Dîtin. Partîya Çay û Dezgehên Siyasî), rapora Sam Adams Alliance, 13 kanûn 2010
  11. Jim DeMint, Saving Freedom: We Can Stop America’s Slide Into Socialism (Rizgarkirina Azadîyê: Em Dikarin Nehêlin ku Amerîka Bişemite Nav Sosyalîzmê), Fidelis, Nashville, 2009
  12. Robb Mandelbaum, "Meet the new small business owners in Congress" (Hevdîtina digel Xwedîyên Karsazîyên Nû yên Piçûk), New York Times, 16 çirîya paşîn 2010
  13. David Cay Johnston, "Nonsense posing as wisdom (Kelevajîtî Xwe Weke Zanetîyê Nîşan Dide)", 13ê îlona 2011ê, http://blogs.reuters.com
  14. Ronald Reagan, "Radio address to the nation on small business (Axaftina ji Netewe re ya di Radyoyê de li ser Mijara Dikandarîyê de)", 14ê gulana 1983yê, www.presidency. ucsb.edu
  15. "Matt Taibbi on deluded Tea Partiers, Ayn Rand and how the U.S. is like the Soviet Union" (Matt Taibbi, Li ser Alîgirên Partîya Çayê, ku Hatine Xapandin, Ayn Rand û DYA jî wekî Yekîtîya Sovyetan e), http://alternet.org, 21êirîya paşîn2010
  16. C. Wright Mills, White Collar. The American Middle Classes, (Stukurên Spî. Çîna Naverast a Amerîkî) Weşanên Zanîngeha Oxfordê, 1953

Wergera ji îngilizî: Celîl Kaya