LeMonde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Tîrmeh & Tebax 2010 - Hejmar 9

Naverok

Civata rêzdar, Împeretoriya bêrûmet

Li Fransayê bablîsokeke eşkerekirinê dibe sedema ku mirov di ciyê xwe de bişeqize… Tê gotin ku birêvebirên siyasî bi berdewamî milmilaneyê –him jî bi dostaniyeke jidil- bi mêr û jinên karsaz re dikin. Ev karsaz partiyên birêvebirên siyasî -û kampanyayên wan- fînanse dikin. Li hemberî vê xizmeta xwe, ew jî dê kêmkirineke hêja a mîqdarê baca xwe bi dest bixin. Ya hîn balkêştir: kêmkirina baca li ser hatiniya pirr (nêzîkî 100 milyar Euroyî li ser deh salan) e, ku wê bi taybetî bibe xwedî îmtiyaz ...

 

ji Hewldana Çareseriyê ber bi Şerrê Navxweyî ve

Serhad Bapir

Hewldana Vebûna Kurdî ya ku Hikumetê tebaxa sala çûyî dabû destpêkirin, kiribû ku di pirsgêreka Kurd de hêvî ji nû ve û bi awayekî xurt vejiyana. Ji bo çareseriyê şertên derve û yên hundir guncav dixuyan. DYA’yê plana xwe ya vekişîna ji Iraqê eşkere kiribû. Meşandina vê planê bi awayekî eşkere li Kurdistana Iraqê bi “parastina îstîqrarê” ve girêdayî bû. Ji aliyê îstîqrarê ve, diviya têkiliyên Birêvebiriya Herêma Kurdan ya Iraqê û Turkiye’yê bihatana “normalîze” kirin. Di vî karî de şertê herî girîng ew bû ku PKK êdî nebûya “faktora serêşandinê”.

 

“Rûyên Reş û Maskên Sipî”

 Îsmaîl Beşîkçî

Modernîzm weke teorî li hember Teoriya Emperyalîzmê derketiye. Galtung têkiliya emperyal weke bikaranîna hêzê ya ji bo têkiliyên newekhev têdigihê ku neteweya navendî li ser neteweya li kêlekê bi kar tîne. Modernîzm têkiliyên ser-bin û derdor-navend’ê weke pirsgirêkên binyadî yên nava pergalê dibîne ku li gora wê, pergal bi xwe dikare heq ji wan derkeve. Li Tirkiyeyê teorîsyenên ku meyla wan li ser rastgiriyê ye xwe baş li teoriya Modernîzmê girtine, fikra çepgir jî her li derve li Emperyalîzmê gerriyaye, nexasim Antî-Amerîkanî weke Antî-Emperyalîzm fêm kiriye.

 

Îran û Rûsya, di navbera hevkarî û xirecirê de

Iran û Rusya

Biryara Lijneya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) ya ku pêşbîniya mueyîdeyên nû li dijî Îranê dike, bi dengên 12 ji 15 endamên Lijneya Ewlekariyê ve di 9’ê hezîranê de hate qebûlkirin. Tirkiye û Brezîlyayê li dijî vê biryarê dengên xwe dan. Tevî ku herkesî texmîn dikir ku dê bandoreke berbiçav a vê biryarê nebe jî, ew rêya mueyîdeyên dualî yên ku YE û DYA dixwazin pêk bînin vedike. Ev dengdan di heman demê de dibe sedema têkçûyina baweriya di navbera Tehran û Moskovayê de.

 

Dialogeke banal di navbera Chomsky û guhdarên wî de

Noam Chomsky

Zimannas û çalakvanê amerîkî Noam Chomsky, li ser vexwendina Le Monde Diplomatique’ê di navbera 28’ê gulanê û 1’ê hezîranê de li Parîsê bû. Chomsky, li Théâtre de la Mutualité û li Collège de France, di salonên heta ber dev tije de, hin koferans dan. Di encama axaftinên wî de, nîqaşên bi guhdaran re rê li ber danûstandineke fikiran ya rengîn û dewlemend vekir ku li ser mijarên îro bû. Vane hin beşên wan axaftinan.

Beşdarek pirsa nebûna aliyê civakî ya di siyaseta ewropî ya aboriyê ya nuha de ji xwe dike. Chomsky analîzeke cuda ya vê rewşê peşniyarî wî dike.

 

Li Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê, peywendiya parêzerî û siyasetmedariyê

Riza Topal - 3

“Arîstokrasiya amerîkî li dadgehê him parêzer e, him dadger e.” Ev tesbît yek ji çavdêriyên Alexis de Tocqueville e ku ji rastiya xwe tu tişt wenda nekiriye. Li Fransayê parêzerekî derdorên kar û bazirganiyê weke serokkomar hat hilbijartin. Ev yek dikare weke nimûneyeke îstisnaî were qebûlkirin. Lê belê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zêdehiya parêzeran ya di ast û qedemeyên desthilatdariyê yên herî bilind de pirr balkêş e.

 

Destana Şerrê Îspanyayê

L’Odyssée du Winnipeg (Odysseya  Winnipegê)  Ramon Chao Buchet Chastel, Paris,

Ev berhem ji wan pirtûkan e ku tê de serpêhatiyên eşqiyatî û drama, çîrokên xeyalî û dîroka rastîn bi hostatî li hev hatine hûnandin û, bi giştî, bûye weke tabloyeke humanîst ya tijî macera. Em behsa pirtûka Ramon Chao ya bi navê Odysseya Winnipegê dikin. Bi tenê kêmasiyeke piçûk heye : sernivîs yan jî navê pirtûkê yê firansî mixabin bi têra dewlemendiya naveroka romanê nake.

 

Fatoreya salên Margaret Thatcher

Jim Doherty kesekî teqawîtbûyî yê ji derveyê norman e. 62 salî ye û li taxa Parkheadê ya li rojavayê Glasgowê ku li wê derê temenê mirovan, heger tu li navê bixî, li derdora 53,9 salan e. Li ser karî qeza derbas kiriye, lewma ew her mehê 560 sterlîn meaş werdigire û cixarê jî dikişîne. Ji me re dibêje « mêze bikin, di wê navberê de jî perdeyan vedike. Li wê dera hanê, karxaneyeke hesinan (metalurjî) hebû. Di wê karxaneyê de 8000 kesan kar dikir. Li paş wê, 3000 karker di karxaneyeke erebeyan de dixebitîn.

 

Nasyonalîzma flamanî ku ji motîfên nasnameyî bêtir xwedî bingehekî civakî ye

Servan

« Nil volentibus arduum » (dilê mêrxas astengan nas nake) : Bart De Weverê, serokê Nieuw-Vlaamse Alliantie (N-VA, Hevpeymaniya Nû ya Flamanî), şeva 13'ê Hezîranê, li Brûkselê, bi vê hevoka bi latînî dest bi beyana serkeftina xwe kir. Bi bîst û heft ji sed kursiyên parlamentoyê û neh ji çil kursiyên senatoyê ku wê rojê di parlamentoa federal a Belçîkayê de bi dest xistin, partiya wî bû girîngtirîn hêza siyasî a li vî welatî. Hevokeke weha ku tîpên pêşiyê yên peyvan pir bi zîrekî hatiye hilbijartin.

 

Li gorî Mandela Incîl

Ismet Polatli - Conega

“Qehremanekî serdema me” sernavê hejmareke taybet a Courrier International (Hezîran-Tebax 2010) bû. Le Nouvel Observateur (hejmara 27’ê Gulana 2010’an) bi sernavê “wî dîrok guherî” li wê zêde kir. Herduyan jî portreyê Nelson Mandelayê dibeşişe di rûpela serî de bi sernivîsên xwe re weşandin; ev herdu serrûpel şahidiya heyraniya yekdengî dikin ku filmê Invictus yê ku Clint Eastwood derhêneriya wî kiriye asta wê ya herî jor bû.

 

Gelo Afrîka bêyom e ?

Yahia Silo

Nivîskarê Afrîkî Moussa Konaté di pirtûka xwe ya dawî de berê xwe dide serokên afrîkî û di rexneyên xwe de îddîa dike ku wan Afrîka zêde kirine ewropawarî û ev rewş jî bandoreke neyînî li parzemîna reş dike. Nivîskar ji bo ku balê bikişîne ser mijarê vê pirsa balkêş dike : “ji bo ku qêrîn û hawara kesekî were bîhîstin an jî ji bo ku mirov were fahm kirin, ma hewce ye ku mirov kêrê bi dijwarî di birînê de bade ? » Michel le Bris (patronê festîvala St Malo) di wê baweriyê de ye ku ev pirs rast e. Lewma navê ku li mijara rojevê hatiye kirin “ Lanet” e.

 

Jiyana dewlemendan li bajarekî xizanan

Vivre riche dans une ville de pauvres

«Hûn difikirin ku klûbên taybet ji derdorên elît re hatine veqetandin ?Ji bo dewlemendan ? Ji bo kesên xwedî îddîa ? Bi awayekî giştî hûn mafdar in. Ev sedema hebûna me ye ? » Di navbera dikaneke fîstanên zewacê, leystokên ji bo derdorên dewlemend û buroyên xebata bazirganan de, Glasgow Art Club, di sîteya bazaran de, weke « tiştekî Glasgowê yê veşartî û herî baş haiye parastin » xwe dide pêş. Deriyê vê mala mezin a bi stîleke serkeftinê, bi ser sê odeyên fireh vedibe, ji van odeyan, mêvan derbasî salona mezin dibin. Her hefteyê, derdorên bijare, li vê klûbê hevdu dibînin.

 

Deryaya reş

La Mer Noire

Deryayeke girtî, bi awayekî pirr bibandor şêlû bûye, hin caran weke dereke « marjînal » hatiye dîtin. Digel vê jî, Deryaya Reş xwediya wateyeke mezin a stratejîk e. Li wê derê, di navbera welatên Kafkasyayê, Yekîtiya Ewropayê, Rûsyayê, Turkiyeyê, welatên Asyaya Navîn û welatên Rojhilata Navîn de cerribandina hêzê tê bikaranîn. Herweha ev dere weke karta rê ye.

Sinop (Turkiye)

 

Di nava Ereban de dînamîkên çandî

Di nava serrûpela rojeva navneteweyî de, gelek caran bi rêya şîroveyên jeopolîtîk ve behsa cîhana erebî dibe. Herweha, raya navneteweyî balê dikişîne ser wan kêşeyên demokrasiyê û adaleta civakî jî ku di nava cîhana erebî de hene. Lê belê, haveynê çandî yê li vê herêmê nabîne û xwe jê re kerr dike. Digel ku ev dînamîka çandî fikr û kiryar û tevgerên herkesî diyar dike. Bi vî awayî, belavbûyina girêdana serê xwe ya li Rojhilata Navîn û welatên Mexribê (ji bilî Îran û Erebistana Suûdî) bêyî biryareke siyasî û bi tenê bi rêya zexta civakê ve pêk hat. Çand bi rastî jî dergûşa gotar û kiryaran e.

 

Ber bi koka qeyrana taylandî ve

Serhad Bapir - Operasyonên Enfal

Xwepêşandanên protestoyên girseyî yên ku bi qasî 9 hefteyan Tayland da ber xwe, bûn sedema mirina 88 kesan û birîndarbûna 1185 kesan. Gelo ew jî yek ji wan pêlên şîddetê yên bêdawî bû ku ev welat bi awayekî bi rêk û pêk di wan re derbas dibe? Ji dawiya monarşiya mutleq ya di 1932’an de û vir ve ye ku li Taylandê yanzdeh darbeyên leşkerî bi ser ketine (tew em behsa yên ku bi ser neketine nakin), hijdeh destûrên bingehîn çêbûne û bîst û heft serokwezîr hatine ser hikum.

 

Erebistana Suûdî, Dewlet li hember berhelistiyan

Ilter Rezan

Vaye dewletek ku % 77’ê karsazên wê radigihînin ku ji bo baş-birêvebirina karê xwe mecbûr in ku qanûnan binpê bikin. Ev hejmar û rêje zêde jî ne hevaheng e digel îmaja Suûdî Erebîstana monarşiya petrolê ya bi navûbangeke mutleq. Steffen Hertog, di berhemeke nû û asofireh de çerxên ekonomî-polîtîkaya Suudî Erebistanê keşf dike û yek bi yek îlûzyonên derbarê teoriya « Dewleta rantiye » de dadişikîne. Yekem qurbaniyê tûrneya wî ya li sofayên [salonên bendemanê] qraliyetê : fikra dewleteke qadir-î mutleq ku xelkê xwe bi dewlemendiya xwe dipelçiqîne.