Nasyonalîzma flamanî ku ji motîfên nasnameyî bêtir xwedî bingehekî civakî ye
« Nil volentibus arduum » (dilê mêrxas astengan nas nake) : Bart De Weverê, serokê Nieuw-Vlaamse Alliantie (N-VA, Hevpeymaniya Nû ya Flamanî), şeva 13'ê Hezîranê, li Brûkselê, bi vê hevoka bi latînî dest bi beyana serkeftina xwe kir. Bi bîst û heft ji sed kursiyên parlamentoyê û neh ji çil kursiyên senatoyê ku wê rojê di parlamentoa federal a Belçîkayê de bi dest xistin, partiya wî bû girîngtirîn hêza siyasî a li vî welatî. Hevokeke weha ku tîpên pêşiyê yên peyvan pir bi zîrekî hatiye hilbijartin.
Çalakvanî û kampanyaya N-VA'yê ya heyama hilbijartinan, ku xwe li ser nasyonalîzma flamanî dide naskirin, qet nebe bi qasî rêya dûr a ku ew jê hatiye balkêş e. Partiya ku li ser kavilên Volksunie'yê (Yekîtiya Gelî) di 2001'ê de ava bû, wê çaxê bi tenê kursiyek hebû di Meclîsa temsîlkeran de -bi tenê û yek parlamenter-, Geert Bourgeois, ku du sal berî hingê li ser lîsteya partiya Volksunie'yê hatibû hilbijartin ku ew partî jî di nav heyameke kurt de belav bûbû. Geert Bourgeois'ê ku di 2003'an de careke din hate hilbijartin wek tenya nûnerê partiya nû ma di parlamentoya federal de. De Wever di 2004'an de dibe serokê wê, di demekê de ku Bourgeois wek wezîr bo hikumeta flaman tê destnîşankirin. Ne tenê wî karî partiya xwe ji marjînaliyê derxe belkî ser ket ku baştirîn dengên ku heta hingê nasyonalîstên flaman di hilbijartinên federal de bi dest nexistibûn bîne ji partiya xwe re.
1971'ê, kalikê partiya wî, anku Volksunie, gava di lûtkeya heyama xwe de bû, % 18,8'ê dengên flaman wergirtibûn. 13'ê Hezîranê N-VA'yê meydan bi wergirtina % 28'ê dengan ramalî. Hêj jî ew ne tenya fraksiyona nasyonalîst e ku li parlamentoya Belçîkayê tê temsîlkirin: digel Vlaams Belangê, ku di 1978'an de ji dubendiyeke rastgirên tûndrew û kzenofob ên ji Volksunie'ê cudabûyî saz bûbû, qet nebe % 40 ji hilbijêrên flamanî dengên xwe dane partiyên ku heta heyameke dirêj doza serxwebûna Flandrê dikin.
Seyr e, piştî duyem şerê cîhanî êdî nasyonalîzma flamanî li rûyê siyasî ve bi temamî miribû. Ji ber ku digel dagîrkeran hevkarî kiribûn, êdî li Belçîkayeke ku ketibû jêr tesîra reflekseke welatparêziyê li dû pênc salên desthelata Naziyan, nema dikarî dengê xwe bide bihîstin. 1954'ê, digel vê hindê jî, Volksunie'yê pê çêbû hilbijartiyekî bişîne parlamentoyê. Pişt re, pêşveçûn û tekamûla wê ya di hilbijartinan de pirr hêdî ye, lê belê di nav çarçoveya dubendiyên siyasî de, ku her mezintir dibin di navbera Wallon (û bi gotineke giştîtir, fransîaxêvan) û Flamanan de. Rêveberên wê daxwaz û merema xwe ya reformkirina saziyan ji bo pêkanîna dewleteke federal a Belçîkayê venedişartin. Dizanîn ku, ji bo gihiştina wê derê, pêwîst bû beşdariyê di rêveberî û îktidarê de bikin û gava hat bizanin tawîzan jî bidin. Ne ku bêyî zehmetî, lê piştî hilbijartinên 1977'ê digihine wê armanca xwe.
Lê belê ev yekem beşdariya di hikumetê de ji bo wan bêtir dibe têkçûnek: reforma ragihandî bû sebebê nerihetiyê bi taybetî di nava tevger û pêkhateyên flamanî ên tûndrewtir û Volksunie'ê de. Lewre di hilbijartinên 1978'an de piştî bi lihevkirinê ketine nava refên birêveberiya Belçîkayê, nîvê hilbijêrên xwe ji dest dan ku ev yek jî li dû belavbûna Senatoyê çaverêkirî pêk hat. Herweha hingê pareke terefdarên xwe yên herî muhafezekar jî ji dest dide ku ew par jî bi rexê xwe ve hevpeymaniyeke digel şexsiyetên rasta tûndrew dadine û Vlaams Blok'ê -sala 2004'an dibe Vlaams Belang- ava dike.
Ji dawiya salên 1980'an ve, paşdeçûna bere bere ya Volksunie'yê hevterîb e digel bilindbûna hêza Vlaams Blok'ê. Bernameya wê pê de pê de bi cih bû -hinek caran digel, gelek caran jî bêyî wê. Belçîka di 1993'an de bi awayekî resmî bû dewleteke federal. Di çarçoveyeke komalayetî de ku koçberî her zêdetir dibû û parçeyê başûrî yê welatî (frensîaxêv) her bêtir feqîrtir lêdihat, teleb û daxwazên Vlaams Blokê yên serxwebûnxwaz û zenofob dibin xwedanê bandor û sîtaveke her mezintir li Flandrê. Vlaams Blok bi awayekî pirr aşkere doza xelasbûn û jibeynçûna Belçîkayê û avabûna komareke flamanî dike. Bi ya wê partiyê, « gelê flaman » heye ku bêpar e ji dewletekê, yekgirtî ye bi xêra nirxên çandî -hetta dînî- û bi zimanekî hevbeş (hollendî); gelekî ku homojeniya wî ji ber biserdehatin û zextên îslamê ketiye xeterê, û herweha dewlemendiya wî ketiye ber însafa transferên fînansî yên ku ber bi welatê Wallonê têne kirin. Xwe li sloganeke navdar a derdorên nasyonalîstên flaman ên navbera du şerên cîhanî dike xwedan: « Volk, wordt Staat! » (Gelo, bibe dewlet!).
Beramberî vê, sebebê hebûna Volksunie'yê -avakirina federasyonê- diyar e firriyabû û şûn lê nemabû. Encamên wê yên hilbijartinan jê re tabloyeke tirsnak derdixin; hilbijêr û mîlîtanên wê dev jê berdidin heta digihe wê dereceyê ku paşdeçûn û zeîfketina partiyê bi çavên rût jî tê dîtin. Sala 1992'an, serokê wê Jaak Gabriels, digel hejmareke din a rêveberan, digihe lîberalên flaman. Ji 1992 heta 1997'an, serokê partiyê Bert Anciaux hewl dide partiyê bixe ser rêyeke bêtir bi xeteke çepgir. Ev yek jî bi tu awayî kêmketina terefdarên wê çare nake di demekê de ku Vlaams Blok bi biryardarî dide ser rêya xwe û her ku diçe bihêztir dibe. Sala 2004'an, Blok digihe % 24'ê dengan li Flandre'ê. Axirî di 2000'an de, Anciaux cihê xwe dihêle bo Bourgeois, anku bo fikr û hizrên bêtir muhafizekar. Ji hemû caran zêdetir nerihetî û dubendiyên navxweyî zererê digihînine Volksunnie'yê.
Çawa N-VA'yê, mîratgirê vê partiya mirî, karî di nava kêmtir ji deh salan de bibe yekemîn partiya Flandre'ê li Belçîkayê? Diyar e ku ji aliyê taktîkan ve pêngava yekemîn di 2004'an de temam bû. Wê salê, anku sê salan berî hilbijartinên federal ên Belçîkayê, fraksiyoneke din, Partiya Demokratên Xrîstiyan (CD&V), ku ji 1999'ê ve ji koalîsyonên hikumetan hatibû vederkirin, biryarê digire helwêstên xwe yên hişk sist bike û bi vî rengî hevpeymaniyekê bi rêk dixe bi N-VA'yê re. Nexşeya wan digihe armanca xwe: ev hevpeymanî derfetê dide demokratên xrîstiyan ku piştî hilbijartinên 2007'an careke din para xwe ji desthilatê wergirin. Yves Leterme (CD&V) wek serokwezîr tê destnîşankirin.
Lê belê, bi îdiaya ku reforma saziyan tê astengkirin û rê li ber daxwaz û planên wê yên bidestxistina otonomiyeke firehtir ji bo Flandrê tê girtin, N-VA'yê di îlona 2008'an de piştgiriya xwe ji hikumetê kêşa. Axirî, koalîsyona heyî nema xwedanê pirraniyê ye di baskê flaman de. Koalîsyon li dû vê qewimînê jî dikarîbû berdewam bibûya (lewre hêj jî xwediyê pirraniyê ye di Meclisa Senatoran de), lê bi awayekî lawazketî. Ev yek daketin û belavbûna koalîsyonê bi lez dike û pê li pişka hilbijartinên çaverêkirî yên 13'ê hezîranê dike.
Serkeftina N-VA'yê qismen xwe dispêre hêvîşkestên ji realîteyekê derhatî: Flamanên ku ji bo nifûsa xwe pirranî ne, di navbera 2007 û 2010'an de qîma xwe pê anîn ku bi destê hikumeteke federal a weha bêne birêvebirin ku di bin serokwezîriya yekî flaman de bû (wekî ji 1978'an ve dibe) lê belê piştgiriya xwe zêdetir ji hûrde-parçeyên bakurê welatî werdigirt. Bi gotineke giştîtir, raya giştî ya flaman naxwaze qebûl bike ku daxwaz û dozên wê li vetoyan dialiqin, ku bi ya wan ev yek bi awayekî sîstematîk bi destê mînorîteya frensîaxêv tê kirin. Diyar e serokê N-VA'yê biryar daye ku li ser vê pêlê bilîze.
Ji serxwebûna xwe ya di 1830'an de heta bi nîvê sedsala XX'an, Belçîka li jêr serdestiya bûrjûwaziyeke frensîaxêv jiya ku wê bûrjûwaziyê bo demeke dirêj, çi di zagonan de û çi di praktîkê de, bikaranîna frensiyê wek zimanê resmî da sepandin. Dûr ji nasyonalîzma flaman ku bi tenê li ser hestên dîrokî ava bûye, an jî li ser daxwazeke otonomiyê ku xwe dispêre hebûna pêleke « nasname »ya flamanî, De Wever gotarek [dîskûr] da pêş ku bêguman xwedanê karîgeriyeke bêhisab mezin bû: « Belçîka, wî bi zimanê fransî diyar ku li pêş çapemeniya navneteweyî, bûye jûkstapozîsyona [danana du objeyan li rex hev bêyî ku temaseke wan hebe] du demokrasiyên cihê » (i); du rayên giştî ku hevdu xirab nas dikin, ku êdî nema hev fahm dikin û xwedanê bendewariyên siyasî yên ji hev cuda, hetta dijber in. Flandreke ku bara pirrtir dengê xwe dide partiyên rastgir û Walloneke ku berê dengên wê bi çepgiran ve ye.
Cuda ji Vlaams Belang, N-VA û De Wever paytextê welatî ku di resmiyetê de duzimanî ye, naxine jêr pirsyaran. Lê belê, ji ber ku Destûra Belçîkayê ji bo « herêma-paytext » statuyeke otonomiyê ya mîna Flandr û Wallonê terxan kiriye, ew dozê lê dikin ku di dahatûyê de bi destê Flaman û Wallonan ve bê rêvebirin, lewre bi ya wan, kêşeyên wê yên darayî ji bêtevgerî û bêjîndariya siyasî ya ji ber statuya wê ya taybet rû didin. Herweha, Brûksel bi tenê li ser kaxezan duzimanî ye. Di rastiyê de, zêdetir ji sed netewe û hind jî ziman tê hene, lê belê parte-siyasiyên frensîaxêv li wir, bo hejmara hilbijêran, pirraniyeke mutleq di destê xwe de digirin.
Qadeke din a şerrî ku serokê N-VA'yê xwe dide ber û naverokeke pirr dûr ji nasyonalîzma flamanî a klasîk dide mesaja wî ya siyasî ew e ku buhayê Belçîkayê giran e û pirr bedmesref e. De Wever xwe ji wê hindê baş diparêze ku berpirsiyariyê bixe stûyê Wallonan an jî frensîaxêvan: Ji bo wî bes sersebebek heye, ew jî bêkarîgeriya sazî û dezgehên federal e. N-VA bi hûrtir pê de diçe, « sîstemeke konfederal a wisa pêwîst e ku navenda biryargirtinê ji Dewleta federal wergire û bide ber destên Dewletên federe (ii)».
Herweha, serok û partiya wî bêyî tu kompleksekê xwe di nava refên baskê rastgir de terîf dikin. De Wever bi xwe heyraniya xwe bo fîlozofê îrlandî Edmund Burke (1729-1797) diyar dike ku yek ji avakerên muhafezekariya modern û dijberê îdealên şoreşa frensî yê aşkere ye. Berevajî Volksunie'ya ku carinan li ser hinek meseleyan helwêst û pozîsyonên bêtir ber bi rexê çepê ve digirtin, N-VA bernameyeke aborî û civakî ya bi aşkereyî lîberal dide ber xwe: herêmîkirin, daxistina bacên şirketan, wergirtina bacên serbixwe ji bo sîgorteya tendurustiyê, nedamezrandina karmendên nû li şûna yên ku teqawîd dibin an jî derdikevin, bisînorkirina alîkariyên bêkariyê bere bere, sext û zehmetkirina zagonên di derbarê biyaniyan de û hwd.
Pêwendiyên wê digel Vlaams Belangê bi xerabiya xwe navdar in. Derveyî baweriya nasyonalîst, N-VA'yê hîç alî û taybetiyeke muşterek nîne digel vê partiya rastgirên tundrew. N-VA lîberal e; Vlaams Belang dijminê dexaleta dewletê di aboriyê de nîne bi şertê ku ew mudaxele xizmetê li parastina berjewendiyên xebatkarên flaman bike. Wekî pirraniya partiyên flaman, N-VA jî girîngiyeke pir mezin dide ser pêwîstiya entegrekirina koçberan; bi ya VB'yê îmkana vê entegrekirinê nîne, lewre bi ya wê hevahengiyeke civakî bi awayekî çêkirî durust nabe. VB dixwaze ku, li ser navê rêzgirtina li nirxên rojavayî, naskirina herêma îslamî ji layê dewletê ve bê betalkirin, û herweha doza wê hindê dike ku hindek ji grûbên koçberan bêne dersînorkirin. Dijminatiya Yekîtiya Ewropayê dike, herçî N-VA ye, ew piştgirê wê ye. Wekî xala dawî, di warê etîk û exlaqê de jî gelek muhafezekar e, bi taybetî dijminê fikra azadkirina kurtajê an jî zewaca homoseksuelan e. Du ji hilbijartiyên nû yên N-VA'yê bi rêzê ji binyadên fasî û tirk in, ku hema îmkana fikirîna tiştekî weha nabe di nava refên Vlaams Belangê de.
Bi gotineke din, N-VA'ya îro, ku bi pragmatîkbûna xwe serbilind e, serê xwe ji cawê nasnameya hilbijêrê flamanî bêtir bi bêrîk û cuzdana wî re diêşîne. Serkeftina wê digel xwe rêzeke pirsiyaran jî tîne. Pêşî, hebûna vê partiyê serbixwe nîşaneya tekamûl û veguherîna nasyonalîzmê dike li ser zemînê Ewropayê. Diyar e ku qutbûna hevgirtinên dewletî û hevgirtinên di navbera dewletan de zêdetir terefdaran li dora xwe berhev dike, û ne tenê li Belçîkayê. Li Awûstûrya, li Lombardie (Italya), li Katalonyayê (Spanya) -carinan (lê ne hergav) li herêmên ku çep ji layê sazîbûnê ve lawaz e ji ber endustriyalîzasyoneke derengketî-, terefên cuda wisa difikirin ku erd û welatê wan di bin gefa paytextên dûr de ne ku bi ya wan ew paytext erd û samanê wan hişk dikin, ji wan distînin û didin herêmên feqîrtir ên heman welatî. Bi kurtî ew doza awayekî herêmî ya prensîba thatcheryen dikin « I want my money back » (Ez dixwazim pereyê min li min bê vegerandin).
Bi dû re, ev serkeftin tê wateya nerehetiyeke aşkere bermaber elîtên siyasî. De Wever terzeke « rastgotiniyê» anî meydanê û ev jî derfetê dide wî ku gava axaftineke bi prensîbên lîberal û asayîşparêz dagirtî jî dike jî, hilbijêrên herî ciwan cezb bike.
Divê em wê xalê jî lê zêde bikin ku tenya parlamenterê Ewropayê yê ji N-VA'yê, ku di 2009'an de hatiye hilbijartin, di parlamentoyê de di nava koma hilbijartiyên Kesk/ALE de rûdine, li rex temsîlkerên partiyên din ên serxwebûnxwaz ên wek SNP'ya skoçî an jî Plaid Cymru'ya Walesê, lê herweha ekolojîparêzên Belçîka û Frensayê.
Serkeftina N-VA'yê çepa flaman (li Flandrê, Kesk û sosyalîst herdu pêkve bi zor % 20'ê dengan werdigirin) vedixwîne kontrol û nirxandina nexşe û şiûra xwe. Çawa dibe ku, di heyama qeyrana aborî de, gava ku bêkarî zêde dibe li Flandrê (herçend rast be ku nagihe asta bêkariyê ya li Wallon û Brukselê), ku dewlet pirr bi giranî ketiye bin deynan û ferq û cudayiyên [ne-yeksanî] civakî her ku diçe zêdetir diyar in, û hikumeta Belçîkayê sê sal berê dirûvê şêlûbêl û aloziyeke giştî dabû, partiyeke xwedan qerektereke populîst dikare rabe û bibe navnîşana çareseriyê ji bo nerehetî û nerazîbûnên gelî?
Serge Govaert:
Rêveberê Centre de recherche et d'information socio-politiques (Crisp: Navenda lêkolîn û zanyariyên sosyo-polîtîk), Brûksel.
- (i) Pres-konferans, 8 hezîran 2010 li Brûkselê.
- (ii) Heman pres-konferansa navhatî.


