Krîza sala 2008ê berîya çil salan dest pê kiribû
Ji bo ku xirabûna rewşa aborî û malî derbibire ji sala 2008ê ve bê navber fikra krîzê bi awayekî sergirtî ji bo terîfkirina bêserûberîyeke demî ya sîstemeke xwegirtî, tê bi kar anîn. Li gor vê fikrê sererastkirina zêdegavîyan wê têrê bike da ku krîz bê çareser kirin. Baş e, heke kapîtalîzma demokratîk a li welatên rojava piştî şerê duyemîn ê cîhanê hat bi cih kirin, bêahengîyeke nayê çareserkirin dihewîne, hingê wê çi bibe?
Wekî ku em niha her roj di rojnameyan de dixwînin, 'bazaran' dest bi ferzkirina rêyên nedîtî kir, ku dikare weha were guman kirin ku dewletên desthilatdar û demokratîk dibe ku hîna jî ji bo hevwelatîyên xwe bi cih tînin û divê ku wan red bikin û pêk neynin. Wekî encama vê yekê jî, hevwelatî hikûmetên xwe êdî wekî dezgehên xwe nabînin, lê belê di şûna wê de wekî dezgehên welatên din, yan jî yên rêxistinên navneteweyî yên wekî IMF, yan jî Yekîtîya Ewropî dibînin, ku ji netewe-dewletên kelepûrî bêhtir, ji ber fişara hilbijartinan tên piçûk xistin. Da ku, wekî ku ji alîyê bazar û dezgehên navneteweyî ve hatiye dîyar kirin, bi awayekî 'berpirsîyar' tev bigerin, hikûmetên neteweyî bi buhayê paşguhkirina daxwazên hevwelatîyên xwe, dê mecbûr bimînin ku tedbîrên dijwartir yên teserufê bisepînin.
Gelo ev serêşîya me ya îro, teşqeleyeke yekcarî ye ji bo şert û mercên seqemgîrîyê yên bingehîn? Dibe ku na: 'Krîza Mezin' (1) û wekî encama wê darayîya giştî, ku dikir hilweşîyaya, dikarin wekî derbirîna tengezarîya sereke ya teşedana aborî-siyasî ya civakên pêşketî yên kapîtalîst were fam kirin. Ev tengezarî nebûna mêzînê û seqemnegîrîyê di şûna awarteyê de dike qaîde, ku di dîrokê de li dû tengezarîyên nav pergala sosyo-ekonomîk rû dabûn. Bi kurtasî, krîzek dikare bi tenê di warê transformasyona mîratî, lêkdanî û berdewam a veguherîna civakî de were fam kirin, ku em jê re 'kapîtalîzma demokratîk' dibêjin.
Ji dawîya salên 1960ê ve ji bo çareserkirina nakokîya di navbera demokrasîya siyasî û kapîtalîzma bazarê de li ser hev sê çareserî hatin ceribandin. Ya pêşî enflasyon bû, ya diduyê deynê dewletê bû, ya sisiyê jî deynê taybet bû. Birêkûpêkkirineke taybet a têkilîyên di navbera hêzên aborî, cihana siyasî û hêzên civakî de li her yekê ji van hewldanan tê. Lê belê yekê li pey ya din, van eyarkirinan hemûyan rê li ber krîz û qeyranê vekir û pêre jî derbasbûna dewra piştî xwe bileztir kirin. Tofana malî ya sala 2008ê nîşana dawîya dewra sêyem û desthilatdarbûna muhtemel a pergaleke nû ye ku hê cewher û naveroka wê dîyar û misoger nîne.
Nakokîya ji nû ve dabeşkirinê
Kapîtalîzma demokratîk a piştî şer krîza xwe ya pêşîn di deh salên piştî dawîya salên 1960ê de jîya, dema ku li seranserî cihana rojava enflasyon pir bi lez bilind bû. Sedema vê yekê berjêrçûna mezinbûna aborî bû, ku êdî nikarîbû bihevkirina nav sermîyan û kedê berdewam bike, ku wekî encama xerapker a Şerê Cihanê yê Duyemîn di nav xwe de ketibûn îxtîlafekê. Ji bo vê bihevkirinê divîyabû, ku çîna karker a rêxistî bazarên kapîtalîst û mafên mulkîyetê wekî berdêla demokrasîya siyasî bipejirînin, ku bi vî awayî wan dikaribû ewlekarîya sosyal û standarteke jîyanê bi dest bikin, ku bi awayekî bi rêk û pêk bilind dibû. Mezinbûna bênavber a zêdeyî bîst salan bû sedem ku têgihiştina pêşketineke domdar a aborî wekî mafekî demokratîk a hevwelatîyan peyda bibe. Ev têgihiştin herweha derbasî bendewarîyên siyasî jî bûn û hikûmetan xwe mecbûr hîs kir ku wan bendewarîyan bi cih bînin: Berfirehtirkirina dewleta refahê, mafê muzakereyên hevbeş ên karkeran û garantîyeke siyasî ji bo îstîxdameke tije-demî. Dewletan garantî da ku rêgezên aborîyê yên Keynesîyan bi berfirehî bi kar bînin.
Piştî ku di dawîya salên 1960ê de mezinbûn çend qat zêde bû, ev bihevkirin êdî zehmet bû ku were berdewam kirin. Mîlîtanîya kedkaran li seranserî cihanê derket holê, ku wan doza mafê bilindkirina standarta jîyanê dikir û nedixwest li jêr tirsa bêkarîyê bijîn.
Di salên li dû de, li seranserî cihana rojava, hikûmet bi wê pirsê re rû bi rû man, ka wan çawa dikarî bi sendîkayan bidin kirin ku daxwazên endamên xwe yên ji bo heqdestan nermtir bikin, bêyî ku soza keynesîyan a îstîxdama tije-demî bişkînin.
Li wan welatan, ku avabûna dezgehî ya pergala muzakereyên hevbeş nedihişt 'peymanên civakî' yên muzakereyên sêalî, piranîya hikûmetan di dumahîya salên 1970ê de pê îqna bûn, ku heger bihêlin ku bêkarî bilind bibe, da ku bilindbûna reel a heqdestan pêk were, ji bo ku ew bikaribin zindî bimînin pir bi rîsk bû, herweha ji bo seqemgîrîya demokrasîya kapîtalîst.
Tenha rêya çareserîyê, polîtîkayeke diravî bû, ku dikare hesaban li hev derxe. Divîya bû ku ev polîtîka bi berdêla zêdebûna rêjeya enflasyonê, ku bi demê re leztir bûbû, bihêle ku muzakereyên hevbeş û îstîxdama tije-demî bi hev re berdewam bikin.
Di merheleyên destpêkê de, enflasyon ji bo karkeran pirsgirêkeke mezin nebû, ku ji alîyê sendîkayên bihêz ve bihata dîyar kirin, ku di fîîlîyatê de jî di warê siyasî de jî hêzdar bû ku bikaribe heqdestan bi endeks bike. Enflasyon di serî de mesrefa kredîtor û xwedîyên hebûnên darayî û ya koman bû, ku di prensîpê de ne ya karkeran bû, yan jî em bibêjin di salên 1960ê û 1970yê de ne barê wan bû. Bi vî awayî enflasyon dikare wekî şewqdana diravî ya pevçûna parvekirina navbera karkeran, ku doza ewlekarîya îstîxdamê û pareke zêdetir ji derameda welêt dikin, û ya çîna kapîtalîst e, ku mebesta wan ji vegera sermîyana xwe wergirtina sûda herî zêde ye. Ji ber ku her du alî li gor fikrên xwe tev digerîyan, ku li gor her yek ji wan rast bûn, lê belê bi hev nedikirin. Yekî mafên hewvelatîyan bin xêz dikir û yê din jî mafên mulkîyetê û hêzên bazarî. Enflasyon herweha dikare wekî anomîya (bêhêvîbûnê) nav civakekê were bi nav kirin, ku ji ber sedemên strukturî nikare li ser krîtera edaleta civakî hevbîr be.
Di salên hema piştî şer de, mezinbûna aborî rê lê vekiribû ku hikûmetan bi têgehên edaleta civakî, ku bi xizmet û malên lêzêde lihev nedikirin, têbikoşin, ku bi vî awayî xusûmeta nav çînan berteref bikin. Wê demê hikûmetan divîyabû ku hikûmet vê yekê bi pereyê taqwîye pêk bînin, lê belê ev pere di aborîya reel de hîna nehatibû peyde kirin. Bi vê yekê re mebest ew bû ku çavkanîyên dahatû bikşînin nav sarfîyat û parvekirina heyî. Ev modêla pasîfîzekirina pevçûnê, ku di destpêkê de bi bandor bû, nedikarî heta dawîyê berdewam bike. Talîyê, bi bangeke gavavêtinê ya ji sermîyandaran, ku her ku diçû gumanbar dibûn, enflasyon bû sedema bêkarî û cezakirina wan karkeran, ku di destpêkê de berjewendîyên wan dihatin parastin. Qet nebe, di vê qonaxê de hikûmetên li jêr kapîtalîzma demokratîk bi fişarekê re rû bi rû man ku dawî li lihevhatinên parvekirina hevkêş a heqdestan bînin û dîsîplîna diravî dîsa pêk bînin.
Fînansekirina aştîya civakî
Enflasyon di sala 1979ê de ket bin kontrolê, piştî ku Paul Volcker, ku ji alîyê serok Carter ve wekî serokê Bankaya Federal a Rezervan nû hatibû tayîn kirin, rêjeyên faîzê rakirin bilindîyeke nedîtî. Ev yek bû sedem ku bêkarî hilkişe wan radeyên bilind, ku ji Krîza Mezin û pê ve nehatibû dîtin. Ev 'darbeya' Volcker, ku di 1984ê de hat pesend kirin, piştî serok Reagan, ku gotibû ku ji encamên polîtîkayên agresîf ên kêmkirina enflasyonê yên Volcker fikar dikirin, careke din hat hilbijartin. Thatcher, ku di şopa amerîkîyan de diçû, di 1983ê de ji bo cara duyemîn hat hilbijartin, herçend bêkarîyeke bilind hebû û bêsanayîkirina bi lez, digel gelek tiştên din, bûbû sedema polîtîkayên sînordarkirinê ya diravî. Him Amerîkayê û him jî Brîtanyayê, kêmkirina enflasyonê digel xwe êrişên biryardar ên li dij sendîkayan ên ji alîyê hikûmet û karsazan bi xwe re anîn. Di salên li dû de jî, li seranserî cîhana kapîtalîst rêjeyên enflasyonê bi domdarî kêm man, lê belê bêkarî kêm zêde bi rêkûpêk bilind bû. Bi awayekî paralel sendîkayîbûn jî hema li her der kêm bû û grev ewqas kêm bûn, ku hin welat xwe nebetilandin ku îstatîstîkên grevan bigirin.
Serdema neoliberal dema ku hikûmetên Anglo-Amerîkî, ku bi hev re tev digerîyan, şarezabûna demokrasîya kapîtalîst a piştî şer bi dest xist. Li gor wê bêkarî ne bi tenê ji bo hikûmetên heyî, herweha ji bo demokrasîya kapîtalîst bixwe jî dê li pêşîya piştgirîya siyasî bibe asteng. Ceribandinên li ser dengdaran, ku ji alîyê Reagan û Thatcher hatin pêk anîn, li seranserî cihanê ji alîyên siyasetsazan ve ji nêz ve hatin şopandin. Lê belê, yên ku hêvî dikir ku dawîlêhatina enflasyonê dê dawî li alozîya aborî jî bîne, pir neçû bi hêvîşikestinê re rû bi rû man. Çawa ku enflasyon paş de çû, vê carê jî deynên giştî (kamu) zêde bûn. Zêdebûna deynên giştî yên salên 1980yê xwedî gelek sedeman bû. Mezinbûna çilmisî bû sedem ku mukellefên bacê ji her demê bêhtir ji pergala bacê nerazî bin û bi dawîlêhatina enflasyonê re zêdebûna otomatîk a bacan, ku jê re 'bracket creep' (şiqitîna qedemeyan) tê gotin jî bi dawî bû. Heman tişt ji bo devaluasyona domdar a deynên giştî jî derbas bû, qîmetên pereyên neteweyî hatin daxistin, pêvajoyek ku di serî de mezinbûna aborî temam dikir, lê belê paşê jê re alternatîv hat dîtin, deynên serhev ên welatekî ji kişandin asta derameda asayî ya welêt. Di warê lêçûnan de, ji ber seqemgîrîya diravî bêkarî zêde bû û ev yek jî rê li zêdebûna lêçûnên di warê alîkarîya sosyal de vekir. Wekî din, di salên 1970yê de wekî navbeynkarîya sendîkayan a ji bo heqdestan gelek dezgehên civakî hatin damezirandin -wekî ku weha bû, heqdestên derenghiştî yên ji serdema neo-şirketparêz- paşê deyn mezin bûn û dema wan hat û talîyê ji bo darayîya giştî bû barekî mezin.
Ji ber ku enflasyon êdî tunebû ku valahîya navbera daxwazên welatîyan û yên 'bazaran' dagire, barê ewlekirina aştîya civakî ket xeterê. Deynên giştî kom bûn, ji bo demekê, bûn wekî mudaûleke guncan a fonksîyonel a enflasyonê. Di warê enflasyonê de jî, deynên giştî ev yek guncan kir ku çavkanîyên ku hîna nehatibûn hilberîn, ji bo pevçûna parvekirina deramedê de werin bi kar anîn. Bi vî awayî hikûmetan ne bitenê dest avêt çavkanîyên di dest de, herweha çavkanîyên dahatûyê jî.
Piştî ku têkoşîna navbera bazar û parvekirina civakî ji qada bazara kedê derbasî qada siyasî bû, fişara hilbijartinan ketin şûna daxwazên sendîkayan. Di şûna nepixandina pereyên xwe, hikûmetan da ku berjewendî û xizmetên hevwelatîyan bi cih bînin, her ku çû zêdetir deyn stendin. Ji alîyê din jî divîya serî bi wan daxwazan derxin ku digot deramed hukmên bazaran nîşan bide û bi vî awayî alîkarî bike ku çavkanîyên hilberîner bi sûda herî zêde werin bi kar anîn. Enflasyona nizim, di vî warî de alîkar bû, ku kredîtor hatin temîn kirin ku bonoyên hikûmetê di demeke dirêj de dê qîmeta wan biparêze. Bi vî awayî piştî ku serê enflasyonê hat eciqandin, faîzên nizim dest pê kir.
Ji deynê dewletê ber bi deynê şexsî ve
Lê belê wekî enflasyonê, kombûna deynê giştî nikare heta dawîyê here. Aborîzanan demeke dirêj di warê lihevderneketina lêçûnên giştî, ku perexistinên taybet li derve dihişt, hişyarî dan. Vê yekê rê li faîzên bilind û mezinbûna piçûk vedikir, lê belê wan tu caran nikaribû bigotana ka benda krîtîk li kû ye. Di pratîkê de, derket holê ku, qet nebe ji bo demekê, bi rakirina çavdêrîya li ser bazaran, mumkin e ku rêjeyên faîzan nizim bigirin. Lê belê bi dûrxistina sendîkayan a ji kargehan enflasyon her li jêr çavdêrîyê ma. Dîsa jî, nemaze li Dewletên Yekgirtî, bi rêjeya wê ya gelek kêm a rezervan, pir neçû wan dest bi firotina bonoyên hikûmetê kir, lê belê ne bi tenê bi hevwelatîyên xwe herweha muteşebisên bîyanî, ku di nav wan de fonên dewlemendîyê yên desthilatdarên cur bi cur jî hebûn. Bi ser de jî, wekî ku barê deynan jî zêde bû, pareke mezin a lêçûnên giştî divîyabû ji bo deynan bihataya terxan kirin, herçend rêjeyên faîzê li jêrê diman jî. Ji hemûyan pêştir, divîya xalek hebûya, ku ne mumkin bû ku ji berê de were zanîn, ku kredîtorên nav welêt û derveyî welêt ji bo paş de stendina pereyên xwe dê biketana fikarê. Wê demê, ji bazarên fînansê fişar bihataya ku budçeyên giştî werin konsolîde kirin û dîsîplîna malî were dagerîn.
Hilbijartinên serokatîyê yên 1992yê yên li Dewletên Yekgirtî di sîya du lihevderneketinên darayî re derbas bûn: Ya hikûmeta federal û ya hemû welêt, di warê bazirganîya derveyî welêt de. Serkeftina Bill Clinton, ku bi ser 'cot-lihevderneketinan' kampanya dikir, ji bo konsolîdekirina darayî li seranserî cihanê dest bi hewldanan kirin. Rêxistinên navneteweyî yên wekî OECD û IMF, ku li jêr serokatîya Amerîkayê bûn, bi awayekî agresîf piştgirî da van hewldanan. (2) Piştî ku demokratan di sala 1994ê de di hilbijartinên navdemî de piranîya xwe ya li Kongreyê ji dest da, Clinton berê xwe da polîtîkayeke hişk a teserufên lêçûnên giştî û polîtîkayên sosyal guhertin. Bi qewla wî ve dawî li 'refaha ku em dizanin' hat. Ji 1998ê heta 2000ê, budçeya hikûmeta Dewletên Yekgirtî piştî dehan salan cara pêşîn li hev derket û pereyê zêde jî mabû.
Lê belê, îdareya Clinton bi awayekî rêyek dît ku aborîya siyasî ya demokratîk-kapîtalîst aşt bike, bêyî ku serî li çavkanîyên aborî yên lê zêde bide, lê dîsa jî divê ku yên nû pêk bîne. Stratejîya Clinton a serîpêderxistina pevçûnên civakî piranî li ser esasê serbest berdana sektora darayî bû, ku ji zû de di dema Reagan de dest pê kiribû û di dema Clinton de ji berê jî bêhtir pêş ketibû. Newekhevîya deramedê, ku pir bilez zêde dibû, ku ji ber bê sendîkayî bûn û teserufên tûj ên lêçûnên sosyal û herweha kêmkirina daxwazên serhev ên konsolîdekirina malî derketibû holê bi derfetên nedîtî yên ji bo hevwelatî û fîrmayên deyndar hat hevkêşî kirin. (3) Têgeha munasib a 'Keynesîyanîzma arizîkirî' ji bo nîşandana bandora di şûna deynên giştî de bikaranîna deynên xusûsî hatibû gotin. Di şûna wê yekê de ku dewlet deyn bistîne da ku derfeta wekhev a xanîyan fînanse bike, yan jî ferasetên karkirinê ku dikarin di bazarê de cih bibînin, pêk bîne, îcar hevwelatîyên şexsî, di rejîmeke gelek bolvir a deyndanê de, dikarîn û carna jî naçar diman ku li ser rîska xwe bixwe deyn bikin û pê debara perwerdehîya xwe, yan jî taxên xwe yên şerpeze avadan bikin. (4)
Gelekan ji polîtîkaya Clinton a konsolîdekirina malî û zindîkirina aborî ya bi rêya serbestberdana malî sûd wergirtin. Dewlemend ji bacên bilind xelas bûn. Di nav wan de ên ku şareza bûn, berjewendîyên xwe kişandin sektora fînansê û ji 'xizmetên fînans' yên komplîke gelek xêr kirin, ku êdî ew xwedî lîsanseke bêsînor bûn ku wan xizmetan bifiroşin. Xizanan jî jê sûd wergirt, qet nebe hin ji wan û ji bo demekê. Mortgage bi faîza bilind gelek belav bû, lê belê talîyê pûç derket, ji bo polîtîkayeke sosyal ku hevdem dihat berdan û herweha ji bo zêdekirina heqdestan, ku êdî di bazareke kedê ya 'tewanbarkirî' de ji rêjeya jêrîntir nikaribû berjêrtir here. Nemaze ji bo amerîkîyên bi eslê xwe afrîkî xwedîbûna malekê ne bitenê pêkanîna 'xewna amerîkî' bû, lê belê herweha ji bo teqawidên pîr hewcedarîyek bû, ku piranîya wan di bazara kedê de nikaribûn têra xwe qezenc bikin û tu sedem tunebû ku ew ji dewletê bipên, ku hertim qala tasarûfên mayînde dikir.
Bi vî awayî, ji serdema deynên giştî cudatir, ku tê de çavkanîyên dahatû ji bo hewcedarîya dema niha ji alîyê hikûmetan ve dihatin bi deyn stendin, îcar çavkanîyên weha êdî ji bo firotinê di destê gelek şexsan de bûn. Xelk jî di bazara fînansî ya serbest de, bi soza dana pareke gelek mezin a deramedê xwe yên gumankirî bi kredîtoran deyn distendin, ku kredîtor jî dikarîn hema hêza kirinê bidin wan, ku bikaribin her tiştê ku dilê wan dixwest, bikirin.
Bi vî awayî berdêla serbestîya darayî konsolîdekirina malî û teserufên giştî bûn. Deynên şexsî ketin şûna deynên giştî û daxwazên takekesî, ku di sanayîyekê de, ku bi lez mezin dibe û gelek pere dianî, ji bo mûçeyên bilind hatibûn pêk anîn, ketin şûna daxwazên hevpar ên dewletî yên ji bo piştgirîdana îstîxdam û sûdwergirtinê yên avadanî û sektorên din. Ev dînamîk piştî 2001ê dema ku Rezervên Federal rêjeyên kêm ên faîzan guherandin da ku pêşî li krîzeke aborî bigire û bêkarîyê bikişîne asta xwestî, leztir bûn.
Bi ser sûdên negumankirî yên sektora fînansê de, keynesîyanîzma arizîkirî rê li aborîyekê vekir, ku mezintir dibû, ku xelk bûbûn heyranên vê aborîyê, nemaze jî tevgerên kedê yên ewropî. Bi rastî, polîtîkaya Alan Greenspan, ku digot pereyê hêsan piştgirîya deyndarbûna bi lez a civaka amerîkî dike ji alîyê serokên sendîkayên ewropî ve hat destek kirin, ku wan serokan bi heyecan bin xêz dikir, ku ji Bankaya Navendî ya Ewropî cudatir, Rezervên Federal [ên Amerîkî] li gor qanûnan di bin wî barî de ye, ku ne bi tenê seqemgîrîya dravî pêk bîne lê belê herweha bi rêjeyeke bilind îstîxdamê pêk bîne. Helbet, ev hemû bi dawî hatin, dema di sala 2008ê de ku pîramîda navneteweyî ya kredîyan rûxa, ku refaha dawîya salên 1990ê û destpêka salên 2000ê lê hatibû spartin.
Bi hilweşîna keynesîyanîzma arizîkirî ya di 2008ê de, krîza piştî şer a kapîtalîzma demokratîk ket merheleya xwe ya çaremîn an ku merheleya xwe ya dawî ya tije serdema enflasyonê, lihevderneketina budçeyên giştî û deyndarîya xusûsî. Piştî ku pergala navneteweyî ya darayî dest bi jihevketinê kir, netewe-dewletan hewl da ku bi rêya dewletîkirina deynên pîrbûyî yên ji wekî tezmînata konsolîdekirina malî pêewlebûna aborî dubare saz bikin. Mezinbûna malî, ku ji bo pêşîlêgirtina hilweşîna 'aborîya reel' hewce bû, bû sedema zêdebûneke bilind a lihevderneketina darayîya giştî û deynên giştî -hêjayî gotinê ye ku ev pêşveçûn bi giştî ne ji ber xerckirina zêde ya serhênik a siyasetmedarên oportunîst yan jî hesabên şaş ên dezgehên dewletî bûn, ku bi teorîyên 'tercîha giştî' dihat dîyar kirin û lîteratura fireh a aborîya dezgehî ve di salên 1990ê de li gor kehanetên dezgehên navneteweyî hatibû peyda kirin, ku di wan de Bankaya Cihanê û IMF jî hebûn.
Piştî 2008ê, zêdebûna meblaxa deynên giştî hemû tiştên ku konsolîdekirina malî di çend deh salên buhurî de pêk anîbûn xerab kir. Ya piştre qewimî tê zanîn: Ji 2008ê û di 3 salên li dû wê de, pevçûna parvekirina deramedê li jêr kapîtalîzma demokratîk veguherî zorbirina muteşebisên darayîya gerdûnî û netewe dewletên desthilatdar. (5) Di dema bihurî de karkeran bi karsazan re, hevwelatîyan bi wezîrên darayî re û deyndarên şexsî bi bankayên xusûsî re têdikoşîyan, lê belê niha dezgehên darayî bi dewletan re gulaş digirin, ku wan vê dema dawîyê şantaj li dewletan dikin ku dewletan ji krîzê rizgar bikin. Lê belê teşegirtina girîng a hêz û berjewendîyan gelek jê tevlihevtir e û hîna jî li benda lêgerîneke sîstematîke.
Wekî mînak, ji krîzê û pê ve bazarên darayî bi rêjeyên cur bi cur ên faîzê re ji dewletan re hesabên cuda derxistin. Bi vî awayî wan fişara xwe ya li ser dewletan jî cudatir kir, da ku perebirînên/teserufên nedîtî bi hevwelatîyên wan welatan bidin qebûl kirin -dîsa di prensîpê de di esasê de bi mantiqa neguhertî ya parvekirina bazaran. Heger îro li meblaxa deynên dewletan were nihertin, zêdebûnên piçûk ên di rêjeya faîzên li ser bonoyên dewletê de dikare rê li karesatekê veke. Hevdem, divê banka xwe jê ragirin ku zorê bidin dewletan ku îflasa desthilatdarîyê ragihînin, ku ev yek heger fişara ji bazaran zêde zorê bide, her tim ji bo hikûmetan alternatîfek e. Ji ber vê yekê, divê dewletên din werin dîtin, ku dixwazin vê rîzîkoyê berteref bikin, da ku xwe ji bilindbûneke bi giştî ya rêjeyên faîzê yên li ser bonoyên hikûmetan biparêzin. Temeruda pêşî dikare rê li vê yekê veke. Di heman demê de, bazarên darayî dikarin li benda sozdana têkoşîna li dij mudaxeleya siyasî bin, ku bi carekê ve û bi giştî dîsîplîna bazaran dubare saz bikin û dawî li hewldanên siyasî bînin, ku wê dîsîplînê serûbino bikin. (6)
Têkçûna birêkûpêkkirinê
Di vê merheleyê de, aşkere ye ku îdarekirina siyasî ya kapîtalîzma demokratîk di van salên dawîyê de bi tûjî kêm bû, li hin welatan li gor wan ên din bêhtir, lê belê her weha bi giştî di pergala aborîya siyasî ya gerdûnî ku dest pê dike. Wekî encam, xuya ye ku rîzîko mezintir dibe, him ji bo demokrasîyê û him jî ji bo aborîyê. Ji Krîza Mezin û pê ve siyasetsazan yan qet, yan jî gelek kêm bi nepenîyeke îroyîn re rû bi rû mabûn. Mînakek di nav gelekên din de ew e ku bazar ne bi tenê li benda konsolîdekirina darayî ne, lê belê hevdem li benda gumanên mezinbûna aborî ya dahatûyê ne. Ev her du çawa dikarin li hev bikin ne dîyar e. Herçend dema ku Îrlandayê soza kêmkirina tûj a lihevderneketinan da, prîma rîzîko ya li ser hikûmeta îrlandî ket jî, piştî çend hefteyan ew jî bilind bû ji ber ku, wekî ku tê îdia kirin, bernameya konsolîdekirina welêt ewqas hişk bû ku pê başbûna aborî ne mumkin bû.
Bi ser de jî, hevbîrîyeke berfireh heye ku dibêje nepoxa nû li derekî cîhanê mezin dibe, ku ji her demê bêhtir bi pereyê hêsan dinepixe. Mortgageyên bi faîza bilind êdî nikarin xwe wekî perexistinekê pêşkêş bikin, qet nebe, ne ji bo dema niha. Lê belê niha bazarên ji bo materyalên xav hene, yan jî aborîya nû ya înternetê. Tu tişt nikare pêşî li şirketên darayî bigire ku pereyê zêde, ku ji alîyê bankayên navendî ve tê terxan kirin, bi kar bînin. Ev yek niha wekî sektorekê xuya dike, ku him ji mişterîyên wan ên herî baş û her weha ji wan bixwe her ku diçe mezintir dibe. Jixwe, piştî reformên qanûnî yên di sektora darayî hatin kirin, hema bêjin di her alîyê de bi ser neketin, pêwîstîyên sermîyanê hinekî jê bilindtir bûn, ku dihat guman kirin û banka jî, da ku di 2008ê de têk biçin pir mezin bûn, hesab dikin ku di 2012 û 2013ê de jî weha bin. Ev yek wan bi heman fêrisa şantajkirina giştî dihêle ku ew sê sal berê bi awayekî serkeftî encam dabûn. Lê belê niha xelaskirina kapîtalîzma şexsî ya li ser esasê modela 2008ê dibe ku ne mumkin be were dubare kirin, ji ber ku darayîya giştî ji xwe gihîştin sînorên xwe yên dawîyê.
Dîsa jî di vê krîza niha de demokrasî jî bi qasî aborîyê li jêr rîskê ye, belkî jê bêhtir. Ne tenê 'entegrasyona sîstemê' ya civakên nûjen -ku ev yek ji bo birêveçûna bandorkar a aborîyên kapîtalîst e- bû seqemnegîr, lê belê 'entegrasyona wan a civakî' jî heye. (7) Bi hatina serdema teserufê re hêza netewe dewletan a navberkarîya navbera mafên hevwelatîyan û hewcedarîya koma sermîyanê bi xedar cî ket. Jixwe, bi berbendbûna gerdûnî, ku ji her demê bêhtir hişktir e, êdî nikare weha nîşan bide, ku tengezarîya navbera aborî û civakê; navbera kapîtalîzm û demokrasîyê, dikare nav komên siyasî yên neteweyî de werin çareser kirin. Îro tu hikûmet bêyî ku bala xwe ji nêz ve bide fişar û mukelefîyetên navneteweyî, welêt bi rê ve bibe, ku zordanên bazarên darayî ku ji dewletan dixwazin ku xelk fedakarîyê bike, jî tê de. Krîz û nakokîyên kapîtalîzma demokratîk di talîyê de bûn navneteweyî, ne bi tenê di nav dewletan de herweha di navbera dewletan de dilîzin. Lê belê bihevkirin û becayîş divê hîna jî werin lêkolîn.
Bi rastî, dema mirov birêveçûna krîza kapîtalîzma demokratîk a ji sala 1970yê û pê ve binihêre, tê dîtin ku di civakên pêşketî yên kapîtalîst de îmkaneke rasteqîn, dibe ku dembihurî be, ya çareserîya pevçûnên civakî hene. Vê carê, bi giştî li gor berjewendîyên çîna dewlemend, ku ji xwe re kelehek peyda kiriye, ku di warê siyasî de nikare were têk birin, an ku sanayîya navneteweyî ya fînansê.
Wolfgang Streeck:
Hevgerînendeyê Enstîtuya Lêkolînên Civakî, li Kölnê
- Ji bo têgeha ‘Great Recession’ (Qeyrana Mezin), binihêrin Carmen Reinhart û Kenneth Rogoff, This Time Is Different: Eight Centuries of Financial Folly, (Vê Neqlê Cuda ye: Heşt Sedsalên Ehmaqîya Darayî) Princeton 2009
- tevahîya tedbîrên rehetkirina budçeyê yên armanca wan başkirina tewazûna li derveyî faîzê (faîza deynan ne tê de, hatina salê wê kêmtir were xerc kirin)
- Tevahîya taleba mal û xizmetan a di nav aborîyekê de
- Bixwîne Gérard Duménil û Dominique Lévy, "Une trajectoire financière insoutenable (Rêyeke Malî ya Nabe ku Weha Dewam Bike)", Le Monde diplomatique, tebax 2008
- Ji bo dewleteke ku deynên wê digihêje % 100ê Hilberîna Nesafî ya Neteweyî (HNN), zêdekirina rêjeya faîza divê bide deyndêrên xwe bi % 2ê wê lihevderneketina wê budçeya salane jî bi heman mîqdarê zêde bike. Di encamê de lihevderneketineke budçeyê ya bi qasî % 4ê HNNyê wê nîvî bi nîvî zêde bibe
- Bixwîne Frédéric Lordon, "Sur le toboggan de la crise européenne (Li ser Qola Krîza Ewropî)", Le Monde diplomatique, kanûn 2011
- Têgeh ji alîyê David Lockwood ve di pirtûka ‘Social Integration and System Integration’ (Entegrasyona Civakî û Entegrekirina Pergalê), de hat bi kar anîn, George Zollschan û Walter Hirsch, eds, Explorations in Social Change (Lêgerîna di nav Guhertina Civakî de), Londra 1964
Wergera ji îngilizî: Celîl Kaya


