Komarxwaz û demokrat li ser xwedîtîya 'country music' pev diçin
Demeke dirêj –çi neheq û çi biheq– weke paşverû hat dîtin û elîtên pêşverû ew piçûk dixistin, belê êdî muzîka country xwe bi tevahîya welat daye hez kirin.
Xirecira komarxwazan a eşkerekirina namzedê/a xwe ya ji bo hilbijartina 2012ê nikare bide ji bîr kirin ku serokkomarê li ser kar bixwe bi kampanyayekê rabûye; ber bi xwe ve kişandin û bi taybetî bandorkirina li ser berbijêrên 2008ê yên ku dengên xwe nedabûn wî. Li ser vê, roja 21ê mijdara bihurî, Obama festîvaleke muzîka country digel beşdarbûna navdarên wek James Taylor, Lyle Lovett an jî Dierks Bentley li dar xist û bi vê boneyê navê "Mala gel" li Qesra Spî danî. Serokkomar derbirî ku, di ber hevdîtinên wî bi welatîyan re, ew jî ferî ecibandina vê mûzîka "li ber dilê wan hêja" bû.
Ev înîsîyatîveke dilawer e, ji ber ku ev awayê bijarte ya çanda gelêrî ya Amerîkaya spî, ku bi asayî ji hêla giregirên Waşîngtonê ve piçûk tê dîtin, weke cihê sembolîk yê nerazîbûnê tê nirxandin: Cihê nefreta ji dewletê, pênebawerîya kêmneteweyan û şermezarkirina elîtên bajarî. Bê guman e ku serokkomar Barack Obama ji alîgirên demokratan pirtir, yên Tea Party ber bi xwe ve dikşîne, nemaze yên reş û derçûyên Harvardê. Îfadekirina neyarîya li dijî mêrên spî yên pîr û ji asta xelkê hatî, destûrê dide ku amerîkbûneke li gor wan jidestxistî û jirêderketî di welatparêzîyeke zelal de xeniqandî dîsa kefş bikin û xwedîyê dîrokeke dûv û dirêj e. Obama jî baş fêm kir ku nabe ew bi tenê zemînê partîya komarxwaz û karîkaturên "rednecks" bibe. (1) Country music a ku li başûr eslên xwe terk kir, li gel aksanên zemanê berê yên îmaja kowboyekî bi kincên pînekirî tînin bîran, ji çend salan û vir de dinyaya çandî ya tevahîya Amerîkayê zeft kir.
Li Hollywoodê "Blues"
Ji sê albûmên herî pir firotî yên sala 2010ê, didu albumên hunermendên country bûn: Li du Eminemê rapbêj, Need you now a koma Lady Antebellum hebû û li pey wê jî, albuma Speak now a Taylor Swift. Bi tevahî, herduyan jî ji şeş mîlyon albuman bêhtir firotin; tê gotin ku ji destpêka karîyera xwe ve, Taylor Swiftê bêhtirî bîst mîlyon album firotine. Li sînemayê jî, ev cûr bi nirx bû ji dema ku fîlmê bîyografîk ê stranbêj Johnny Cash, Walk the Line, li 2005ê xelateke Oscar wergirt. Çar sal bi şûn ve, rexnegiran fîlmê Crazy Heart pir baş nirxand, yê ku gerên kevnestranbêjekî country ê alkolîk û bi tenê vedibêje, herçi Country Strongê di havîna 2011ê de li Fransayê derket, girseyeke temaşevanan civand. Ji wê bêhtir bi mane, nîsana 2011ê, yek ji mezintirîn stêrkên Rythm and Blues (R'n'B) ê welêt, stranbêja reş Rihanna, derket ser dikê Country Music Awards - merasîmeke xelatdayînê ya ku heta wê demê moda wê bihurî dihat hesibandin-, ku ev jî "kêlîya" country ya Dewletên Yekbûyî yên hevdem dide xuya kirin.
Dîroka country kokên xwe ji cihaneke rural a amerîkî ya ji dinyayê veqetiyayî werdigire û destpêka sedsala 20ê, hin produktorên jîr û jêhatî çûn wir da ku "old time songs" (klamên zemanên berê) ên xwedêgiravî rihê amerîkî yê rasteqîn nîşan didin, keşf bikin. Qeydên pêşî destpêka salên 1920ê çêbûn, lê hin dîroknas û nijademuzîknas hebûna wê digihînin serdema şerê serxwebûnê. (2) Balad û stranên gelêrî li gel enstrumanên dîyar (gîtar, banjo, deng) û gotinên melankolîk nemaze di pey Krîza Mezin re dilê Amerîkaya gundî bi xwe ve dikişînin. Reşikên bindest xwedîyên bluesê ne û civatên rural ên çîya û deştên îzolebûyî xwedîyên country ne ku carina jê re "hillbilly blues", "bluesa gundîyan" tê gotin. Lewre ku ew îdeala şivanî ya pêşengan bi bîr dixe, her weke nihêrîna efsanewî ya başûrekî spî, gelêrî, ji bertîlgirîya dinyayê parastî -lê ku zû jî dişkê- û agirê neteweparêzîyeke jacksonî ya demên berê dîsa gur dike. (3) Piştî têkçûna xedar a 1865ê, nostaljîya tahl a başûrê tekçûyî bû paşxaneya countryya bi pey re hatî: Qeyda deng a welatparêzîyeke amerîkî ya dilmayî.
Ew pir caran wek sîleh an mertaleke li dij jihevbûna nasnameya amerîkî hat nîşan dan, ku ev jixwe têgiheke xapînok e, lewre ku di nav vî cûrê muzîkê de, cihêrengîyeke bêdawî heye. Cihê istihzayê ye ku Texasa stranbêjên bi şibha serserîyan jê derketin, hevdemî xist kevneşopîyê. Lê belê, fraksîyona herî muhafezekar mohra xwe di bîra mirovan de hişt. 1969ê, strana efsanewî Okie from Muskogee ya stranbêjê Merle Haggard, îlaneke nefretê bû ya li hember hîpîyên pordirêj ên ku bi dîtina wî, li ser kampûsan û di bajarên Bakûr de welat ber bi tekçûnê ve dibirin. Haggardê berê girtî û berdevkê karkerên bindest bû, karî bibûya Woody Guthrieyekî nû, stranbêjê gelî û dengbêjê sosyalîst ê haydarîya proleterî. Lê ew li gor serdema xwe diçe, ku nirxên exlaqî yên wê demê temen, netewe û navxweyî ne: Richard Nixon 1974ê derdibire ku ev muzîka gel "Amerîkayê baştir dike" û weha cûrê di alaya bi stêrk de poşand. Ji wê û pê ve, country dilê tevahîya welêt ber bi xwe ve dikişîne û herî pir li derveyî dewletên Başûr tê firotin. Ronald Reagan 1983ê weha îfade dikir ku ev hûnerekî ne ji rêzê ya xwerû amerîkî ye û rihê wî welatparêz e.
Li dijî serokê şerxwaz "ferûckên başûrî"
Tevî vê yekê, çend ji navdartirîn stranbêjên bi şapkayên stetson dûrî vê îddiayê bûn: Hin ji wan li dijî şerê Vîyetnamê, an jî piştevanên qanûnîkirina narkotîkê bûn, hinên din jinparêzên çalak, an şermezarkerên monopola Nashvilleyê (Tennessee) ya li ser produksîyona country. Bes marketînga jêhatî ya weşangeran, bi rojanekirina cûrê di gel têxistina rockê di repertuara wê de, rê vekir ku radyo di serî de parêzvanên welatparêzîya amerîkîyên "rasteqîn" ên gundên piçûk û jibîrkirî biweşînin.
Texas weha bûye erdê bijarte ya vî cûrê muzîkê. (4) Bush veguhastina wê ya ji bo alîyê rastê temam kir, dema ku ew wek muzîka xwe ya herî hezkirî îlan kir: Retorîka resenbûyîn û "destbiratîya çandî" hîn bêhtir deng veda. Piştî 11ê îlonê, produktoran di rabûna pêvegirêdana sembol û nîşanên amerîkayîyê de -jê re dibêjin Americana- fersendek ji bo firotina stranên bi vî rengî dît. Bi yekdengê serokkomarekî şerxwaz, Toby Keithê navdar Courtesy of the Red, White and Blue strand û soz da ku ew ê "derbeyan" li ser yên ku êriş birine ser Amerîkayê "biweşîne". 2003ê, stêrka bîst û pênc mîlyon albumên firotî li gel Willie Nelson Beer for my horses strand û tê de digot ku divê Amerîkaya gelêrî edaleta xwe bixwe bi cih bike, wek di demên berê de ku bi awayê teksasî, temsîlkarên hêzên xirabîyê bi darên çinaran ve dihatin daliqandin. Tevî hin endîşeyan li hember vê nostaljîya nezelal, stranên şeş hefteyan di rêza pêşî ya klamên firotî de ma û yek ji stranên herî serkeftî yên Toby Keith bû, heta ku li 2008ê li gel fîlmekî ku stranbêj rola wî ya sereke dileyize, wek fîlm daket ser perdeya spî.
Neteweparêzî, welatparêzî û rola muzîkê
Jihevdernexistina welatparêzî ji neteweparêzîyê, pesnê nirxên windayî yên xelkê ji heyranîya îdeolojîk, dîyardeyeke meraqdêr bû. Adara 2003ê, Nathalie Maineya stranbêja koma The Dixie Chicks ("keçikên Başûr") di ber konsereke li Îngilîstanê re digot ku ew ji ber eslên xwe yên teksasî yên li gel serokkomar Bush hevpar, "şerm dikin". (5) Di çend rojan de, Dixie Chicks bû hedefa êrişên aloz ên medyayî; hemû stasyonên radyoyî jî muzîka wan boykot kir. Jixwe, guhdarên adetî ji ber îfadeyeke li derveyî erdê neteweyî derbirî nerihet bûn û paşxaneya wê demê ya bi tansîyon, kir ku ev îfade hîn bêhtir weke neheqî bê hesibandin. Lê belê ev qedexekirina xedar qet ne tiştekî jixweber bû. Îro baş tê zanîn ku ew bo piranî ji hêla Clear Channel Radioyê ve hat meşandin, şirketeke li Texasê bicihbûyî ya xwedîya 1250 stasyonan û bi endîşe ji ber encamên siyasî yên van gotinan bû. Jixwe, hunermendên din ên country music rexne li şerê Iraqê kir, hunermendên sereke yên wek Roseanne Cash, Sheryl Crow, Merle Haggard bixwe û Steve Earle jî di nav de. Wî dengê stranên protestoker ên salên 1970yê veda û 2004ê, weha di Rich Man's war de strand:
Bobby teyrêbaz û alayekê li ser milê xwe deq dabûn
Sor, spî û şîn ji serî heta binî dema ku hat Kandaharê
Wî jineke xweşik û keçek li pey xwe hişt
Her weke komeke fatûrayan da ku here dinyayê rizgar bike
Bûye salek hîn li wir e
Di hewa hişk de bi pey cinan ketî
Tevî ku li malê erebeya wî heciz kirin
Hîn kurikekî bê pere ku ji bo şerê mêrê zengîn hat bi rê kirin
Em ê kengî fêr bibin?
Star li ser rêya vegerê li ber alayeke westîyayî
Di dema kampanyaya serokkomarîyê ya 2008ê de, stranbêjên country yên ku piştgirîya xwe ji bo namzedekî bi raya giştî re par ve kir, bi yekdengî li alîyê komparêzan neçûn; heta Toby Keithê parêzvanê awayê tund li hember dijminên Amerîkayê, ku li dij Dixie Chicks, Bush parastibû, ecibandina xwe ji bo Obama îfade kir. Cowboy jî ji vê tealîya bêencam westiyan û ji vê welatparêzîya ku ew ji xeyalşkestina mijarê nefreta pirî stranên gelêrî neparastin. Crazy Heart û Country Strong herdu jî fîlmên dijqehremanî ne, yên stêrkên di vegerê de ku li ber alayeke betilî li xilaskirinê digerin. Helbet Fox News kesên herî muhafezekar û cengawer ji nav wan dawet kirin. Tea Party herweha stranbêjên country yên pirhejmar vexwendin kombûnên xwe. Ew di çend nuxteyan de mîna hev in. Wek hîtçêkerên Nashvilleyê muzîka kevneşopî bi stratejîya xwe ya bazirganî dihûrînin, ev kombûnên cihêreng jî bi zanebûn ji hêla komên bihêz ên berjewendîyan ve tên li dar xistin. Herdu jî axaftinek li ser haydarîya sinifê di xwe de vedihewînin, ya ku nikare xwe baş îfade bike û lewre jî maskeya nasnameya çandî datîne ber rûye xwe. Teabaggers û countrymen efsaneya amerîkî ya civakeke bê çîn pîroz dikin, lê bi paradoksî bi tenê di çîroka maxdûrên piçûkxistina sinifî de cih digirin.
Di nivîsareke havîna 2010ê de, akademîsyen Angelo Codevilla rabûna pir mezin a neheqîyên civakî li Dewletên Yekbûyî analîz dike. Ew overclasseke ku alîgirîyên partîzanî hişt li pey xwe û sinifeke gelêrî ya elît wê piçûk dibîne û partîyên siyasî yên mezin ew bi tenê hişt -ku ew country classê jê re dibêje- dike beramberî hev. Hin hunermend jixwe dev ji nêzîkatîyên derewîn berdidin û xwezaya civakî-aborî ya jipayketinê dîyar dikin, wek stranbêj John Rich -piştgirê xurt ê namzedê komarxwaz ê hilbijartinên serokkomarî yên 2008ê, John McCain- ku îro berpirsên Wall Streetê mehkûm dike. Stranên herî serkeftî aîdên hunermendên ji nîşanên derve yên "kevneşopîyê" bûyî: Tevî navê xwe yê şerparêz, Lady Antebellum ji guhdarên adetî bê tu îfadeya siyasî, yan parêzvanîya herêmî guhdarîyeke berfirehtir bi xwe ve dikişîne.
Çîrokên malbenda xweşik û çîrokên evînê yên romantîk
Taylor Swift, stranbêja Nashvilleyê, ku li American Music Awards ên 2011ê wek hunermenda salê hat dîyar kirin, bi tenê stranên evînê yên romantîk û stranên bax û gundan dibêje. Lê belê 2009ê, dema ku di merasîmeke xelatdayînê de, rapbêj Kanye West tê ser sahneyê û rewatîya xelata wê protesto dike, Obama bixwe tevgera wî şermezar dike. Ev stranbêja country music a şkêbar û nequre, weha dibe rûyê safî û lihevker ê welatekî "kûr" jê re tê gotin, ku bi mîlyonan welatîyan di xwe de vedihewîne, yên ku ji ber krîza aborî û pozbilindîya merivên bi quwet, li erdê tên xistin û bi guhdarîya muzîkeke gelêrî û gelparêz a bi dirûşmên nostaljîk, sedemeke ji bo dîsa pîrozkirina amerîkîbûna xwe dibînin.
Sylvie Laurent:
Nivîskara Poor White Trash. Xîzanîya Jênefretkirî ya Amerîkîyê Spî, Presses l’Université Paris-Sorbonne, Parîs, 2011.
- Bêjeyeke dijunker ji bo Spîyên gundî, bi taybetî li dewletên başûr, ku wek mirovên xedar ên alkolîk û paşvemayî tên nîşan dan
- James Edward Akenson, Country Music Goes to War (Country Music Diçe Şerî), University Press of Kentucky, Lexington, 2005
- Awayekî neteweparêzîya tund ê navê Andrew Jackson ê heftemîn serokkomarê amerîkî (1829-1837) lê hat kirin
- Aaron A. Fox, Real Country: Music and Language in Working- Class Culture (Countrya bi rastî: Musîk û Ziman di Çanda Çîna Karker de), Duke University Press, Durham,1994
- Bixwînin Jessie Emkic, "Une chasse aux sorcières contre les Dixie Chicks (Nêçîra Cadûyan li dijî Dixie Chicksan)", Le Monde diplomatique, adar 2008
Wergera ji fransî: Simko Destan

