LeMonde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Sibat 2012 - Hejmar 27

Ji şoreşê ber bi restorekirinê ve?

Mehmet Latif Saglam: Rêza batirsokan, li ser tuwalê boyaxa rûnî, 40 x 80 cm

Ji bilî alîyê bûyeran ên mirov li bendê nîne, em dikarin hêmanên avaker ên daîmî tesbît bikin da ku em şoreşên seranserê cîhana erebî dayî ber xwe fêm bikin. Ez li vir venagerim rastîya demografîk: Giranîya ciwanan û pirsa nifşî, nerehetîya nifşên ciwan, hostekarîya wan a di teknolojîyên nû de (em pê hisiyan ku bêyî ku ferz be teçhîzata wan li malan hebe, 23 mîlyon misirî xwedîyên derfeta girêdana Înternetê bûn, ev hejmareke mirov ne li bendê ye û herweha pir e).

Divê em serê pêşî ji rastîya otorîteyê û beridîna dewletê bidin rê, em ji wir dest pê bikin. Li piranîya welatên Rojhilatê Nêzîk û Rojhilatê Navîn çawa ku fikreke Michel Camau jî bi bîr dixe, dewlet xwedîya awayekî mîna yekdestdarîyekê ye, ango ew di navbera komên xwedîyê desthilatdarîyê de mijara dabeşkirinê ye. Bi xistina dewrê ya pêkhênerên nû yên elaqedarî ewlekarîyê, dewlet herweha di warê birêvebirina ewlekarîyê de jî beridîye. Di nav salên 1990ê û 2000ê de hejmara sazî û dezgehên ewlekarîyê pir zêde bû, me dît ku di navbera sazî û dezgehên ewlekarîyê, derdorên siyasî yên berjewendîparêz û burjûwayeke nû ya di heman demê de pêkhatî de jihevcihêbûnek pêk hat. Li navenda yekdestdarîyê primus inter pares [di nav hevtayan de yê yekemîn; nota wergêr] heye ku navê reîs lê tê kirin... ku di lihevnekirinên navxweyî de weke meqamê biryardêr bi kêr tê.
Xilasbûna ji westa civakî

Di rêza duyemîn de çawa ku min di pirtûka xwe ya li ser civaknasîya siyasî ya Rojhilatê Navîn de jî kirî, em dikarin behsa "westa civakî" ya li herêmê bikin. Ev "westa civakî" naşibe ya sedsalên 19ê û 20ê yên li Ewropayê, lewra mirov bibêje rojava beramber rojhilatekî ciwan westayîbû; a di dewra mezinbûnê de wê bibe perspektîfeke li gor nêrîna fîlozofê alman Spengler, ku ez bixwe ne alîgirê wê me.

Dema ez behsa "westa civakî" dikim, ev ji ber beramberbûna pêlên seferberbûna pir girseyî ya tevahîya sedsala 20ê bû. Ji 1920ê heta bi 1980yê. Pêla yekem a vê seferberîyê, pêla neteweperest bû. Paşê di salên 1950yê de em dikevin pêvajoyeke seferberîya bi awayekî zelal. Di salên 1980 û 1990ê de seferberîyek bi pêş dikeve ku di warê hegemonîk de bi kêrî îslamîzmê tê, ev seferberî kirina siyasî ji nû ve terîf dike û bi peyv û gotinên rizgarîya eskatolojîk derdibire. Lê dema van seferberîyên pir mezin her çû bêtir ji hev xwar, hev serf kir, bi me weha bû ku civak dikeve dewreke tevizînê ya ku bi xwe jî têra xwe bandor li mirovî dikir.

Çarenûsa Cezayîrê, sahneya şerekî navxweyî yê xedar ê salên 1990ê, û tevgera gerîla ya li Misirê bêguman di vê jitaqetketinê de xwedî rol bûn. Hêmanên wan ên avaker ên analîza civakan ji bo têgihiştina me berdest bûn; li hemberî vê me nedikarî hêmanên dînamîka tevgeran pêş bibînin. Dînamîka tevgerê timî bi awayekî bi tevahî pêş neyê dîtin dikeve dewrê; berîya ku bandoreke herêmî bikin, li gor çarçoveyên cihî yên taybet pêk tên. Belê ji niha û pê ve em dikarin tişta ku van mehên derbasbûyî qewimî fêm bikin. Em niha bi xêra dîrokçe û kronolojîya muxalefeta tûnisî pê dizanin ka çiqas tevnên nefermî hebûn, piştgirîya di navbera bêparhiştîyan de çiqas bû, dûrî çavan, çalak bû, civakê beramberî desthilatdarîya li taxan, çendîn xwe bi xwe xweser kiribû ku êdî nedikarî fêm bike, li kevîyên bajaran û bajarên dûrî navendê çi diqewime, kêsên bêmal û milk û dezgehdarên seyar di nav civakê de xwedîyên cihekî navendî bûn. Her tiştî bi wî tûnisîyê ciwan ê xwende û xwedî dîplome dest pê kir; polîsan dezgeha wî xira kir û li ber çavên herkesî piçûk hat xistin. Tevgerê li ser navê xîretê dest pê kir, piştre veguherî dildarîyên wekhevîxwaz û azadîxwaz. Ev ew dildarî ne ku François Furet di xwendina xwe ya pergalên şoreşgerî de derxistî pêş, divê mirov berîya her dîyardeya din behsa vê bike. Ya rastî divê mirov di demeke dîyar de behsa dildarîyan bike yên ku muxalefeteke şoreşger ji dîyarkerên wê yên civakî, yan jî nifşî rizgar dike da ku alîyekî navnifşî û ji çînan wêdetir yê ku tevahîya civakê digire nav xwe bidiyê.

Taybetmendîyên Tûnis û Misirê

Em dikarin herweha ji xwe bipirsin ka ji bo çi bûyer ji Tûnis û Misirê dest pê kirin. Şik tê de nîne, êdî ti rejîma ereb li hemberî muxalefetê parastî nîne, bandora domînoyê ya di nav welatên ereb de bi awayekî pêk hat ku xetên hêzê li herêmeke fireh a ji Fasê heta bi Kendavê ji cihên xwe leqiyan. Di vê navê de raperînên pêşî li wan welatan bi ser ketin, yên ku ji destpêka sedsala 20ê ve tevgerên navendîkirina îdarî û siyasî xurt bûn.

Heke em rewşa Misirê û Împeretorîya Osmanîyan di sedsala 19ê de li ber hev bigirin û şîrove bikin, em dibînin ku Misirê ew tişta ku Împeretorîya Osmanî tê de bi bin ket, bi ser xistiye. Misirê ne ku bi tenê fikra neteweyekî û civakeke siyasî afirand, lê belê cihekî navendî da paytextê. Maneya vê ne ew e ku nasnameyên cihê nebûn, lê belê ya ji ber wan mayî bi qasî ku siyaseta "neteweyî" di dawîyê de li paytextê biryar dayî bû. Rewş li Tûnisa ji serdema Beylikatan ve pir zêde navendîbûyî ye jî ji heman rengî bû: Pêvajoya şoreşger ya rastî ji 11 heta 14ê çileyê ango bi tenê sê roja û li paytextê qewimî.

Li van herdu welatan xisletên din ên hevpar jî hene: Weke mînak berevajîya li Lîbyayê, eşîretparêzî li wan ne xwedî roleke dîyarker bû (belkî li kevîyan, li herêmên sînor xwedî roleke dîyarker bin). Bi heman rengî, tevî pirsgirêka qiptîyan a li Misirê jî ku pirsgirêkeke pir girîng e, belê ne di asta civakîbûnê de ye, ya ku em li Iraq û Yemenê nas dikin, mezhebparêzî jî li van welatan xwedîyê cihekî sînordar e. Van faktoran qadeke siyasî afirand ku li gor deverên din ên cihana erebî pir zêde întegrekirî, kêmtir di bin bandor û hîpoteka herêmparêzî, eşîretparêzî û mezhebparêzîyê de ye. Li van herdu welatan dewra artêşê di xirabbûna krîzê de pir dîyarker bû, herçend nabe ku mirov herdu artêşan li ber hev bigire.

Li Tûnisê artêş ti caran nebûbû stûneke rejîmê, ev sînordarî û marjînalîteya wê kiribû ku ew weke sazîyeke întegrebûyî were nasîn; li Misirê bixwe artêşa ku beşeke dîyarker a sîstemê bû û di zilm û tepisandinê de bi rola xwe radibû, jê hat ku êdî îmaja xwe ya hêza welatperwer biparêze. Li herdu welatan artêşê red kir ku yekser di tepisandina gel de cih bigire, piştre ji bo ku reîs ji ser dika siyasetê dûr bike, kete dewrê, bi vê jî artêş li herdu welatan bû aktoreke bivênevê yê pergala şoreşger. Li alîyê din divê mirov herweha bi hêza bandora faktorên konjukturî û demî jî zanibe: Her du civak jî pir vekirîbûn û xwedîyên avahîyên siyasî yên pir kevin bûn. Vekirîbûn serê pêşî xwe bi gelek mîlyon tûrîstên hersal bê-vîze dihatin serdana van welatan îfade dikir, misirî û tûnisî bixwe bi rîsk û tehlûkeyên digirtin ser xwe ji welatên xwe derdiketin. Hebûna hejmareke pir zêde a mezûnên zanîngehan û întellektuelan, dîyaspora, rastîya televizyonên dewletê û jixwe kanalên satelîtî yên hew dihatin kontrol kirin, îfadeyeke din a vê vekirîbûnê bûn: Rêzefilmeke televizyonê yê weke Avahîya Yaqûbyan (ji ber romana Alaa el-Eswanî ya bi navê Îmarat Yaqubyan hatiye girtin) ku çarçoveya wê ya dijdewletî dîyar e, li Misirê xwedîya bandoreke girîng a civakî bû. Desthilatdarî pêre rûbirû mabûn ku qadeke îdeolojîk a herî piçûk misoger bike, ev qad der barê çendek beşên kurt ên dîroka wan de bûn, yên weke şerê Kîpûrê li Misirê yan jî li Tûnisê desthilatdarbûna Bin Elî; ji bo ya mayî, civakê xweserîyeke mezin bi dest xistibû.

Di heman demê de desthilatdarîyê helwêstên xwe yên pir zêde kevin û ne li gor demê parastin. Ji bo piştrastkirina vê di rastîyê de hebûna yek partîya bi tenê û hilbijartinên weke referandûmê yên ku destûr didan serokdewlet ku her carê % 94 - % 97ê dengan bistîne, têrker in. Pêvajoya hilbijartinan tevahîya burokrasîyê seferber dikir, avahîyên desthilatdarîyê û îtaetkirinê ji nû ve çêdikirin û di vê navê de tu hêza bawerî pê were di nav civakê de çênedikir. Taybetmendîyeke din a li herdu welatan ew bû ku kolan aktorên sereke yên muxalefetê bûn. "Kolan" ne fikreke sosyolojîk e, ev kategorîyek e ku divê hê ji nêz ve û kite bi kite were terîf kirin, lê belê em bandora wê ya siyasî û hêza wê dibînin dema ku civakeke muxalif dibêje: "em gel in û em dîyar dikin ka kî dijmin e û dijmin desthilatdarî ye". Wê kêlîyê gel bi gewde dibe. Lê belê seferberîyeke evqasî mezin ne mumkin e pêk were, heke çîna navîn bixwe tevlî nav refên tevgerê nebe.

Rola çînên navîn û artêşê

Mirov çînên navîn li van herdu welatan çawa terîf bike? Bêguman wê pêdivîya me bi lêkolînên hurgilî yên der barê mijarê de hebe, yên ku wê destûrê bidin em têgehên xwe hesastir bikin jî di navê de. Ji bo hêsankirina mijarê ez ê li vir du rengên çînên navîn cihê bikim. Li alîyekî çîna navîn a "kurtêlxwur", ya karmendên dewletê (dersdar, bijîşk, mamosteyên zanîngehê, burokrat, muhendîsên filan şirketa dewletê, xebatkarên bankeya navendî ...).

Ev çîna ku desthilatdarîyan ew kedî kirî û bi qedrê wê nedizanî, doza reformên radîkal dikir. Li alîyê din divê mirov behsa wan çînên navîn yên girêdayî cîhana aborî, tûrîzm, bazarê jî bike; desthilatdarîyê ev çîn bi tevahî bi tenê hiştibûn, bûrjûwazîya nû ew fetisandibûn. Ev bûrjûwazî bi xêra veguherînên mezin ên aborî yên li cîhana erebî derket holê (destpêka telefonên destan, di aborîya cîhanê de bicihkirina xizmetên bankeyî, bazara erebeyan...), di bin parastina desthilatdarîyê de pir bi lez dewlemend bû û ev dewlemendîya darî çav bi mirêsdarî nîşan dida. Ev çînên navîn ên girêdayî cîhana aborî jî di nav veguherînên tundrew de bûn. Çalakîya bi hev re ya van herdu şêwazên çînên navîn pêvajoya muxalefeta şoreşger pir bi lez kir. Artêş beşek ji dewleta-yekdestdar bû, lê belê beramberî reîsê ew temsîl dikir, xwedîya xweserîyeke bi rastî bû; ji bilî alîyê kolanan nîşan dida, wê nedikarî berekî din bide siyasetê. Ew ne weke aktoreke şoreşger kete nav tevgerê, lê belê weke ewlekara dewamîya dewletê, weke hêmanê navendî yê pêvajoyeke restorekirinê. Jênehatîbûna reîs a fêmkirin û birêvebirina krîzê, jixwe esker neçar hiştin ku berîya qada xwe ya manevrayê têra xwe fireh bikin, bi awayekî xweser helwêsta xwe dîyar bikin.

Dema ku Bin Elî ragihand ku ew ê di hilbijartinên bê de nebe namzed, di nav artêşê de tovê pirsgirêk û nakokîyê reşand. Lewma maneya vê yekê bi awayekî eşkere mikurhatina li nerewabûna serokdewletîya reîs bi xwe bû: Reîs xwest ku peymana nerewabûna wî ya ku ew li ser textê desthilatdarîyê digirt sê salên din were dirêj kirin û bi vê wî ne bi tenê xwe di nav civakê de nazik û ji derban re lawaz kir, lê belê di nav yekdestdarîyê de jî lewra wê hew dikarî weke ewlekar û hemîya pergalê pişta xwe bi wî qewîn û rast bikira. Reîs êdî nedikarî ji bo vî pêkhênerê yekdestdarîyê yê çekdar asoyekî paşerojê dîyar bike. Di encamê de redkirin û kirina der a primus inter pares veguherî şertê saxfilitîna tevahîya pergalê.

Li Misirê heman şaşîya birêvebirinê hat dubare kirin. Mubarek xwest ku heta îlona 2011ê xwe lê ragirin û paşê êdî ew ê di hilbijartinan de hew bibe namzed. Ji ber destwerdana vê pircuretîya aktoran, pêvajoya şoreşgerî di heman demê de pêvajoyeke restorekirinê bû. Beşdarîya artêşê destûr da dewletê bêyî ku ji şoreşê qut bibe, di cîh de dest bi restorekirinekê bike. Îro di van her du civakan de di van şert û mercan de gelek tişt diqewimin: Di dema navîn de kî wê bi ser keve? Dînamîka şoreşger yan ya restorekirinê? Li vir em cihêtîyên di navbera çînên navîn de dibînin. Çiqasî çînên navîn ên karmendê dewletê zorê didin ber bi alîyê şoreşê ve, çînên navîn ên girêdayî aborîyê jî ewqasî doza bilezkirina pêvajoya restorekirinê dikin. Bi awayekî mirov dikare li vê serwext bibe, lewma bêtirî du mîlyon mirovan li Misirê yekser û deh mîlyonên din jî bi awayekî neyekser debara xwe bi tûrîzmê dikin. Erê dema betlaneya cejna hêkesorkê bi tevahî ji dest çû, zirareke mezin li dema havînê bû. Ji gelek hefteyan û vir ve li Tûnis û Misirê xwepêşandan hene ku doza restorekirinekê dikin: Ev ne ew in yên tevgerên ku desthilatdarîya kevin wan bi rê ve dibin. Di destpêka tevgera muxalefetê de rewş wisa bû. Ev xwepêşandanên dijber ên bûrjûwazîya bazirgan a Qahîrê yan jî Tûnisê ne û her diçe bêtir doza îstîqrar û nîzamê dikin.

Bandora domînoyê pêk hat

Mirov di bandora domînoyê çawa bigihe? Sala 1989ê li Ewropaya Rojhilat bandora domînoyê rû da, lê belê şert û merc bi tevahî guhertî bûn, lewra împaratorîya parêzvan, Yekîtîya Sovyetan dabû zanîn ku ew ê êdî li derveyî sînorên xwe dest wernede bûyeran. Dema ku dîktatorîyên dawî jî rûxîyan (Portugal, Yewnanîstan, Spanya), ev bandor di navbera salên 1974 û 1976ê de li Ewropayê jî qewimî.

Îro ji dewama bûyeran qut û serbixwe, em tesbît dikin ku bandora domîno li Rojhilatê Navîn qewimî jî. Maneya vê ne ew e ku tevahîya desthilatdarîyan wê ji hev bikevin, lê belê îfadeya cîhguhertina xetên hêzê ye di nav her desthilatdarî û civakê de. Êdî em nikarin dîroka Rojhilatê Navîn binivîsin, li dewlet û civakê bifikirin bêyî ku tişta qewimî li ber çavan bigirin. Ev bandora domînoyê dikare bibe sedema gelek encamên nakok.

Li Urdun û Fasê em întegrebûneke mezin a siyasî ya aktorên muxalefetê dibînin. Em dizanin ku her du civak xwedî çapemenîyên nisbî azad in û nexasim li Fasê çîneke siyasî heye. Hileyan bi awayekî sîstematîk naxin hilbijartinan û carinan ew qet pêk nayên lewra mirov naçin dengê xwe nadin (rêjeya dengnedanê di hilbijartinên dawîyê yên li Fasê de % 65 bû). Bi ser de jî desthilatdarî du caran parastî ye, lewra ew monarşîk e û dixwaze wisa bimîne, û ew şerîfî ye ango paşîyên pêxember in. Maneya vê ne ew e ku ya em ê bibînin wê îstîqrareke siyasî be, ne jî derbasbûneke siyasî weke ya Spanyayê be, belê mumkin e ku awayekî lihevkirinê were peyda kirin; bi destûrdana firehbûna kursîyê desthilatdarîyê bi rêya tevlî sîstemê kirina aktorên siyasî û civakî.

Rewşa li Başûrê Kurdistanê jî bi heman rengî ye; li wir tevî dijberîyê jî desthilat xwedîya rewabûneke xurt a neteweperest e, lê belê bi xêra çapemenîyeke azad û muxalefeteke xurt mirov dikare di warê veguherînên destûrê didin dewrgirtinê de bi wan re bike der. Li alîyê din em dikarin bibînin ku rejîm hê bêtir dibin ewlekarîperest. Me ev yek li Bahreynê dît, em li Sûriyê, Libnan û Yemenê dibînin. Ev veguherîna ewlekarîperest nîşan dide ku di demeke dîyar de dewlet dikare bi tenê tişta ku di rewşên asayî de dixwaze berteref bike bimîne, ango dijberîya-dewletê. Artêş dikare ji holê were rakirin û hêzeke milîs li şûnê were bi cîh kirin, xetên aborîyê dikarin bi aborîyeke hov a paralel werin xira kirin. Hebûna dijdewleteke ku debara xwe bi çavkanîyên dewletê dike, di çarçoveya zanista nirxê de ya ku dewlet bixwe didiyê, tev digere, lê belê di heman demê de ji dewletê bi tevahî serbixwe ye; ev hîpotezeke gelekî mentiqî ye ku divê mirov li ber çavan bigire. Pêşnîşan û rengên wê me di dîroka nêzîk a Rojhilatê Navîn de di dema wêrankirina Hemayê ya sala 1982yê li Sûriyê dîtibû. Îro senaryoyeke bi heman rengî li Lîbyayê mumkin e, heta dibe ku niha li wir li ser kar jî be.

Qedafî stratejîyeke kaosê û êrişkarîyê dipejirîne, a ku hêza rijî nîşan dide, bêyî ku di demên krîzan de li rewabûnê, yan jî endambûnê bigere. Dibe ku ev stratejî li Bahreynê jî were pejirandin, tişta li wir diqewime jî pir fikaran bi mirovan re çêdike. Li Bahreynê ne ku bi tenê muxalefet hate tepisandin û perçiqandin, lê belê me şahidî lê kir ku hêzên suûdî weke eskerên bimûçe desttêwerdan ser rewşê, hêza parêzvan a desthilatdarîyê ya ji derve hatî û desttêwerdayî nav karûbarên navxweyî yên vî welatî. Di vê teşegirtinê de ji mirov weha ye ku tişta diqewime bandorê li sê welatan dike, lê belê halê hazir jê nayê ku bikeve demîtîya rojhilatê-navînî ya heyî: Cezayîr, Iraq û Libnan. Weha xuya ye ku Cezayîr bi şerê navxweyî yê salên 1990ê pêk hatî (160 000 kes mirin) bi tevahî tevizî ye û vî şerî civak bi awayekî bandorên giran bike, ji hev dirand. Berevajî herdu civakên din ên pirparçe û tebeqebûyî yên Iraq û Libnanê, pêkhênerên dewlet-yekdestdarîya Cezayîrê yên di bin serwerîya artêşê de di nav xwe de pir girêdayî hev in. Li Iraq û Libnanê em girîngîya hevgirîya mezhebperestîyê dibînin û desthilatdarî li ser hîmê dabeşkirina hêzê ya li gor cemaetan hatiye damezrandin ku çawa ku li Iraqê diqewime, dibe sedema pirsgirêkên nayên çareser kirin.

"Modeleke erebî"

Ya ku li welatên erebî diqewime gelo modeleke mînak diafirîne? Ji sala 1979ê heta 2000ê cihana erebî êdî hew model afirandin, û mirovan berê awirên xwe ziviriandibû alîyê Afganistan û Îranê. Îslamîzm dihate wê maneyê ku li van welatan li modelekê tê gerîn. Îro, heke tevahîya şoreşan bihatana tepisandin jî, meydana Tehrîrê û rêya mezin a Bûrguwîbayê modelekê cewherê yê bi rastî demokratîk pêşnîyaz dikin. Ev model hatiye arşîv kirin, me her kêlîya wê qeyd kiriye, ku bêmînak e. Heta niha ji ber nebûna rabihurîyeke serfiraz di sedsala 20ê de û ji ber nebûna paşerojeke siyasî civakên erebî bi kerb bûn, ev jî sedema westeke civakî ya mezin û cazîbeya êrişên xwekujî ye ku bixwe nîşana serkutkirina niha, herweha rabihurî û paşerojê ye. Heke şoreş bihatana tepisandin jî em dikarin bibêjin ku van herdu meydanan anor û rûmeta cîhana erebî ji nû ve ava kirin, bi wî rengî ku cîhana erebî ji bo cara pêşî ji gera li yekdengîyê derket: Hêvîya demokratîk ku li gelek welatên erebî îro cihê xweîfadekirinê ye, nîşan dide ku civak ji ber pirengîyê xwe weke civakeke pirparçe qebûl dike, ku bi gotinên Claude Lefort em weke nemisogerîya demokratîk qebûl dikin. Di nav van tevgeran de gerîna li yekdengîyê nîne. Weke mînak îslamîst hewl nadin ku hegemonîya xwe li ser civakê ferz bikin, berevajî mirov dest pê dikin ku pirengîya navxweyî ya tevgerên îslamî ya ku demeke dirêj ji ber sedemên stratejîk hatî veşartin, tesbît bikin. Tercîha pirengîyê taktîk nîne, ev li ber çavan girtina rastîya tevgeran e.

Pirsa dîn hê pirsa navendî ye, lê belê ew diguhere: Rejîmên otorîter di bîst salên dawîyê de tawîzên muhafazekar dan gelek giregirên herêmî, pê bi awayekî rê li ber îslamîbûna civakê vekirin, û pê xwe rewa kirin. Welatên rojava dildar bûn destekê bidin rejîmên otorîter lewra ew difikirîn ku ev rejîm firehbûn û belavbûna îslamîzmê sînordar dikin, bêyî ku li ber çavan bigirin ku peymana nefermî ya li van welatan redkirina îslama siyasî bû, di berdêla erêkirina timî bêtir tawîz û îmtiyazên ji bo îslamîkirina muhafazekar a civakê. Îslamîstan tevgerên dijberên rejîman dîtin û bi îmtîna nêzî wan bûn, ew ditirsiyan ku destê zorê bi ser wan de dikeve û ew di nav civakê de xwedîyê xweserîya xwe ne. Heke pêvajoya şoreşger neçar be raweste, dibe ku hevgirtina muhafazekar a di navbera dewletan û tevgerên îslamî yên ji siyasetê şûştî de xwe nû bike. Lê belê gelo ev model dikare ji cîhana erebî û wê de biçe? Ji bo çi Afrîkaya misilman a ku pir nîqaşa tişta li welatên ereb diqewime dike, nakeve nav liv û tevgerê? Li Senegal û Maliyê çend bûyeran rû da, lê belê bi pêş neketin. Û ji bo çi li qada afgano-pakistanî van raperînan rê li ber awayekî din ê dîtina cihanê venekir? Gelo dibe ku bi peyameke ji bajarekî piçûk ê Tûnisê tê, pirsgirêka eşîrî û îslamîzm karibin ji nû ve werin terîf kirin? Halê hazir ev pirs hemû bêbersiv in, lê belê ew pirs di heman demê de îşaret bi berpirsîyarîyeke Ewropayê jî dikin, ku di divê bi tevgerê re be û bi awayekî bike ku encama wê ber başîyê ve be. Di kêlîyeke dîrokî de ku bang li înîsîyatîfeke Ewropayê ya siyasî, civakî û aborî dike, dema mirov Ewropaya ketiye hundirê xwe dibîne, ev yek fikaran bi mirovan re çêdike.

Çavkanî: 

• Ev gotar di Gulana 2011ê de di malpera cairn.info de bi fransî hatiye weşandin

* Birêveberê Lêkolînan li EHESSê, nivîskarê Sociologie politique du Moyen Orient (Civaknasîya Siyasî ya Rojhilatê Nêzîk), Parîs, La Découverte, 2011 û di Espritê de nivîskarê gotara "L’avenir de la violence au Moyen Orient (Paşeroja Şidetê li Rojhilatê Navîn), Tebax-Îlon 2008.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê