Dialogeke banal di navbera Chomsky û guhdarên wî de
Zimannas û çalakvanê amerîkî Noam Chomsky, li ser vexwendina Le Monde Diplomatique’ê di navbera 28’ê gulanê û 1’ê hezîranê de li Parîsê bû. Chomsky, li Théâtre de la Mutualité û li Collège de France, di salonên heta ber dev tije de, hin koferans dan. Di encama axaftinên wî de, nîqaşên bi guhdaran re rê li ber danûstandineke fikiran ya rengîn û dewlemend vekir ku li ser mijarên îro bû. Vane hin beşên wan axaftinan.
Beşdarek pirsa nebûna aliyê civakî ya di siyaseta ewropî ya aboriyê ya nuha de ji xwe dike. Chomsky analîzeke cuda ya vê rewşê peşniyarî wî dike.
Di pratîkê de, polîtîkaya ekonomîk a ewropî li gorî projeyeke civakî tev digere. Weke hemû projeyên civakî, armanca yên ku Ewropa li pey wan diçe, ew e ku îmtiyazan bidin hin kesan. Bi vê yekê jî hinên din mexdur dike. Ya ku Martin Wolf , aborîzanekî lîberal e, dîtî jî ev e: Ev bername bi kêrî bankayan tê û zirarê li xelkê dike. Tevî vê yekê, divê mirov bi tenê di warê aboriyê de, li ser vê mijarê pirsan ji xwe bike. Em li ser aboriyê bi pir hindik tiştan dizanin, lê qet nebe em bi nimûneya Keynes dizanin: Dema ku daxwaz kêm bibe û sektora şexsî pereyan lê ranezîne, ji bo hewildana mezinbûna aborî bi tenê rêyek dimîne, ew jî (zêdekirina ) mesrefên giştî ye. Divê ji nû ve aboriyê bilind bikin, da ku kar bidin xelqê û qebûl bikin ku ji bo demeke kurt budce li hev dernekeve. Ev tişt ji wan re baş e, ji aboriyê re baş e, û di dawiyê de lihevderneketina budceyê ya destpêkê jî telafî dike. Digel ku banqe hez ji enflasyonê nakin, lewre bêguman riskeke enflasyonê heye. Enflasyon weke îroj hindik be jî û encama wê hêdîkirina mezinbûna aboriyê û mexdûrkirina gel be jî, banqe dixwazin heta ku karibin enflasyonê kêm bikin. Lê belê ev tiştên behskirî hemû ya rastî projeyeke civakî pêk tînin. Welatekî weke Yûnanistanê ji bo çareseriyê dayina deynê xwe red kir. Carinan behsa ‘deynên kirêt’ dibe, bi wateya ku tu meşrûbûna wan tunebe. Balê dikşînin ser rastiya ku ev deyn ne ji aliyê gel ve hatine kirin. Ev pere ji aliyê çeteyeke piçûk ve û ji bo yên herî dewlemend hatin deynkirin: Bi awayekî mentiqî, yên bacê nadin bi xwe divê deynan bidin.
Li ser pirseke di derbarê bikaranîna şîddetê ya ji bo tekoşîna siyasî de, Chomsky bi analîzkirina sedemên çalakiyên bi vî rengî, bersivê dide.
Em kêliyekê prensîpan ji bîr bikin û bala xwe bidin ser taktîkê. Divê hûn taktîkeke weha hilbijêrin ku îhtimala wê ya serkeftinê hebe, yan na her tiştê ku hûnê bikin dê pûç û vala be. Heger hûn li taktîkeke weha ku we bi ser bixe digerin, divê hûn, şiklê şerrî ku dijmin tercîh dike, qebûl nekin. Desthilatdariya dewletê bi xwe gelekî ji şîddetê hez dike: Di vî warî de hevgirtî ye. Di nava xwepêşandêran de qada şîddetê çi dibe bila bibe, Dewlet dê şîddeteke mezintir bi kar bîne.
Ji ber vê yekê ji salên 1960’î û vir ve, wexta ku bi xwendekarên çalakvan re diaxivîm, min peşniyarî wan dikir ku kumê parastinê di xwepêşandanan de nedin serê xwe. Rast e ku polîs hov in lê eger hûn kumê parastinê bidin serê xwe, polîs dê hovtir bibin. Eger hûn ê bi tivingê werin, ew ê bi tankan bên, eger hûn bi tankan werin, ew ê bi B-52’an bên: Di vî şerrî de hûn neçar in têk biçin. Her cara ku hûn biryarekê li ser taktîkê bidin, divê vê pirsê ji xwe bikin: “Ez hewl didim alikariya kê bikim?”. Gelo hûn ji bo ku dilê we rehet bibe, vê alikariyê didin? Yan hûn dixwazin alikariya hin kesên din bikin, tiştekî ji bo wan çêbikin? Li gorî bersiva vê pirsê hûn ê taktîkên cuda hilbijêrin. Weke nimûne, boykotkirina zanîngeha Hayfayê . Bi çalakiyên bi vî rengî, hûn diyariyekê didin tûndrewan. Ew ê hema bibêjin, û xebera wan e jî, ku hûn durûtiyeke pirr mezin dikin: “Çima hûn Sorbonne, Harward an jî Oxfordê boykot nakin? Destên welatên wan bi hovîtiyên xirabtir qirêj bûne ! Naxwe çima hûn zanîngeha Hayfayê boykot dikin?” Lewre, çalakiya we ji bo tûndrewan dibe diyariyek ku dikarin wê ji wateya wê ya îdeolojîk vala bikin. Weke encama vê rewşê, dibe ku vê çalakiyê dilê yên ku ew li dar xistiye rehet kiribe, lê di dawiyê de ziyanê li Filistîniyan dike. Di dema şerê Vîetnamê de, nerazîbûna xelkê Vîetnamê bi çalakiyên weke yê Weathermen’ê gellekî tesîr li min kir. Ew ciwanên sempatîk bûn, ez heyranê wan bûm û min xwe nêzîkî fikrên wan hîs dikir. Ji bo ku nerazîbûna xwe ya ji şerrî diyar bikin, dadiketin kolanan û vîtrînên dikanan dişikandin. Gelê Vîetnamê li dijî tiştên wisa radibû. Armanca Vîetnamiyan ew bû ku ji şerrî sax bifilitiyana: ne xema wan bû ku xwendekarên amerîkî dilê xwe bi çalakiyên bi vî rengî rehet dikir. Wan zû fahm kir ku bi hilgirtina pankartan û daketina kolanan a wan ciwanan û şikandina vîtrînan, doza yên ku şerr dixwest xurttir dibû. Ji xwe weha pêk hat. Taktîka ku aşkirina dilê nerazîbûnê dide ber xwe, dikare ziyanê li mazlûman bike. Berovajiyê vê rewşê jî, Vîetnamî heyranên xwepeşandanên jinan yên bêdeng bûn ku diçûn ser gorên miriyên xwe. Li gorî wan, diviya ku me jî çalakiyên bi vî rengî li dar bixistana. Îro jî heman rewş heye: heger hûn bixwazin alikariya Filistîniyan bikin, li encamên taktîka ku we hilbijartiye baş bifikirin.
Li ser pirsa lawazbûna seferberkirina gel ya li dora bernameyeke çepgiran, Chomsky behsa tevgera amerîkî a rastgir û tûndrew dike ku navê wê “Tea Party ” ye.
Xelk henekê xwe bi tevgera “tea party” dikin. Hin tiştên wan hene ku mirov dikare henekê xwe pê bike, lê ev mirov pirsgirêkên rastîn li ber çavan radixin. Mirov henekê xwe bi ditînên wan bike jî bi kêrî tiştekî nayê. Belkî em bikarin henekê xwe bi serkêşên wan bikin: Weke nimûne bi Sarah Palin bikin. Lê di nava van sîh salên dawîn de, kesên ku tev li vê tevgerê bûne, pir êş kişandine. Ew baş fahm nakin, ka çima û çi qewimî. Eger hûn li radyoyên ku ew tê de niherînên xwe dibêjin guhdarî bikin, hûn ê pirr caran van tiştan bibihîsin: “Herçî tiştên ku diviya min bikirana, min ew pêk anîne. Ez karkerekî spî me, xirîstiyanekî baş im. Min eskeriya welatê xwe kiriye. Min herçî tiştê ku ji min dihat hêvî kirin, bi cih aniye. Ma çima jiyana min ji hev dikeve? Çima hin kes welatê min diguherînin? Çima dihêlin ku nirxên ku ji min re hêja ne, bên binpêkirin? Çima banqedar di nav dolaran de dixeniqin, lê yê min, karê min tuneye?” Ev ramanên otantîk in. Belkî baş nehatibin bilêvkirin lê dîsa jî rast in. Mirov henekê xwe bi wan bike, bi kêrî tu tiştî nayê. Lazim e ku çepgir van kesan bi rêxistin bikin, lê wisa nakin.
Beşdarek li dijî niherînêke Chomsky ya ku ew pir caran dibêje radibe. Chomsky pir caran îddîa dike ku şiklekî analîzkirina siyasetê ya mentiqî heye, lê gava ku weke mînak li rojhilatê Qudsê dagirkirina erda Filîstînê dewam dike, kirinên Îsraîlê ne li gorî mentiqê ne. Tevî ku di axaftinên xwe de Amerîka li dijî vê dagirkirinê ye jî, di pratîkê de piştgiriya wê dike. Tu mentiqa vê yekê tuneye, ji ber ku tiştekî wisa zirarê li têkîliyên Amerika û cîhana Ereb dike.
Piştgiriya Îsraîlê ji aliyê Amerîkayê ve tiştekî mentiqî ye. Vê piştgiriyê di salên 1967’an de dema ku Dewletên Yekbûyî şûna Fransayê girt dest pê kir. Wê demê, di navbera du hêzên cîhana ereb de şerrek diqewimî: Muhafezekariya misilman, ku amerîkayê destek didayê û neteweperestiya laîk ku weke dijminê hêzên rojava yê sereke bû. Bi kurtasî, Erebîstana Suûdî li dijî Nasirî bû. Îsraîlê neteweperestiya laîk têk bir, piştgiriya muhafezekariya misilman kir ku hevgirê Amerîkayê bû û ew xurt kir. Washingtonê desteka eskerî da Îsraîlê; dewleta cihû bû weke dewleteke pîroz, lê berê bi vî rengî nebû.
Di salên 1970’î de, diyariyeke din a girîng danê. Weke ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Israîlê dixwest, Urdunê di pêvajoya ku jêrê dibêjin “îlona reş” de berxwedana filistînî çewisand û pelixand. Sûriyê di daxuyaniyekê de gotibû ku îhtîmal e ku ew ji bo parastina Filistîniyan mudaxaleyê biker. Hingê, cihê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li başûrê rojavayê Asyayê hê xweş bû. Lewre bang li Îsraîlê kir da ku eskerên xwe seferber bike û rêyê li ber îhtîmala destwerdaneke Sûriyê ya ji bo parastina Filistîniyan bigire. Û Sûriyê bi paş ve gav avêt. Desthilatdariya Melîkiya Haşemî (Urdin) ku hevgirê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû hat zexmkirin û Erebîstana Suûdî jî pê re xurt bû. Lewra alîkariya ku Amerîkayê dida Îsraîlê, li gora berê, çar qatan hat zêdekirin û dewama wê jî êdî bi vî awayî bû.
Çarçoveya xebata Amerîkayê ya stratejîk, ku navê hevgirtina dorhêlê lê hat kirin, li ser hîmê alîkariya birêvebirên ereb, yanî dîktatoran, ava dibe. Di vê stratejiyê de Amerîka welatê wan û petrolê kontrol dike. Divê ew ji gelên xwe bi xwe bên parastin. Da ku bigihîje vê armanca xwe, Washington komeke cendirmeyan bi kar tîne û tercîh dike ev cendirme ne ereb bin, lewre ew di kuştina Ereban de jêhatîtir in. Di destpêkê de, ev kom ji Îrana ku hingê Şahî bi rê ve dibir, ji Tirkiye û ji Pakistanê dihat peydakirin. Di destpêka salên 1970’î de, Îsraîlê xwe li vê komê zêde kir û bû endamê rêxistina cendirmeyan. Nîkson navê wan kiribû “polîsên dewriye” (“cops on the beat”). Komîsêrên heremî hatin bicîhkirin û navenda polîsan li Washingtonê hat damezrandin: avahiya ku diviyabû herem kontrol bikiraya jî ev bû.
Sala 1979’an Şah têk diçe, rewşa Îranê “pir xirab e”. Rola ku Îsraîl pê radibe ji nû ve xurtir dibe. Wê demê, Îsraîl xizmetên cihêreng li tevahiya cîhanê dikirin. Kongreya Amerîkayê li Guatemala, Efrîkaya Başûr û li hin deverên din piştgiriyeke yekser a terorîzma dewletê asteng dikir. Lewma Amerîkayê ji bo pêkanîna tevna welatên dost bangek kir ku di nava wan welatan de Taywan, Îsraîl, Ingilistan (û bi îhtîmaleke mezin Fransa jî) hebûn, da ku karên qirêj bi wan bidana kirin.
Di vî warî de Îsraîl gelekî bikêrhatî ye. Civaka wê pîşesaziya xwe temam kiriye û dewlemend e, xwedî teknolojîya herî dawîn e. Karkerên wê yên baş gihiştî hene. Bi van herdû tiştan, dewleta cihû bala projeyên pererazandinê yên fîrmayên amerîkî ku di warê teknolojîya bilind de dixebitin, dikşîne ser xwe. Hin pîşesaziyên îsraîlî yên leşkerî têkiliyên xurt bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re danîn û beşeke lojîstîka xwe bar kirin wira. Ji salên 1950’î û vir ve, rêxistinên herdû welatan yên îstixbaratê bi awayekî baş hevkariya hev dikin. Ji pîşesazîya amerîkî ya leşkerî re Îsraîl çavkaniyeke aboriyê ye: Dema ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi milyaran dolar alikariyê bi Tel-Avîvê dikin, pareke vî pereyî dikeve bêrîka Lockheed Martin. Û dema ku Lockheed Martin balafirên leşkerî yên teknolojiya dawîn difiroşe Îsraîlê, hingê Erebîstana Suûdî radibe û dibêje: “Em jî ji wan dixwazin”. Wê gavê, Lockheed Martin hacetên bi kalîteyeke kêmtir difiroşe Erebîstana Suûdî. Erebîstana Suûdî ya ku hê nizane ka çawa divê wan bikar bîne, dîsa jî bi tonan hacet dikirre. Yanî tê de karê Amerîkiyan dibe du qat. Lê ma gelo Filistînî dikarin çi bidin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê? Lawaz in, belavbûyî ne, tu çavkaniya wan a bi nirx nîne û di cîhana ereb de hema bibêjin ku tu piştgirtîya wan nîne. Îsraîl welatekî bi hêz e, ev yek hin avantajan didiyê; lewma mafên wê jî hene. Piştgiriya hêzdaran û siyaseteke li gorî berjewendiyên xwe yên rastîn tiştekî pir mentiqî ye. Em dikarin li dijî vê yekê rabin û bibêjin ku piştgiriya Îsraîlê dibe sedema dijayetî û xwepêşandanên li welatên ereb. Lê ev tişt tu carî weke pirsgirêkekê nehatiye dîtin. Ji bo ku gelan biperçiqînin, em baweriyê bi dîktartoran tînin û çekan didin wan da ku bigihîjin vê armancê. Dibe ku hûn rast bin dema ku hûn bibêjin ku ev ne biryareke baş e, lê hûn nikarin bibêjin ku ne mentiqî ye. Ji aliyê din ve jî, siyasetên ku li deverên din ên weke li Amerîkaya Latîn, li başûrê rojhilatê Asyayê û li warên din ên cîhanê hatin meşandin, bi vê biryar û mentiqê re li hev dikin. Carinan jî ev mentiq baş nameşe, plansaziya emperyalîst bêqisûr nîne.
Îroj rewş piçekî cuda ye, ne ji ber hatina Obama lê ji ber alîguhertina Îsraîlê ku xwe gelekî nêzîkî hêla rastê kiriye. Pêleke bayê paranoyayê, neteweperestiyeke tûndrew, hîsterî û hwd… lê dide ku ev yek di giştîkirina kirinên xirabxwaz û bêmentiq de xwedî roleke mezin e. Wekî din jî, êdî arteşên amerîkî li wira, li Iraq û Afganîstanê hene. Bêmentiqiya kirinên dewleta Îsraîlê van artêşan dixe nava xetereyê. General David Petraeus li ser pozîsyona Îsraîlê ya hişk û lihevneker bal kişand ser ku ev helwesta Îsraîlê leşkerên amerîkî dixe nava rîskeke nû. Edî îhtîmala guhertineke radîkal di siyaseta amerîkî de heye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê welatekî pirr şovenîst e, heger hinek tiştekî xirab bînin serê leşkerên wê, ew amade ye ku qira wan bîne. Lîstika Îsraîlê, lîstikeke pirr xeternak e.
Li ser Înternetê:
Hûn dikarin nivîs û qeydên axaftinên Noam Chomsky li ser malpera Chomsky.fr û her weha ya Le Monde diplomatique’ê (http://www.monde-diplomatique.fr/carnet/2010-05-31-Chomsky) bibînin.
- Edîtorê Financial Times’ê ye.
- Dema axaftina bi beşdarên konferansê re, pirsa bikêrhatina protestokirina polîtîkaya Îsraîlê ya li ser erdên dagirkirî, bi boykota zanîngeha Hayfayê hê nû hatibû kirin. Zanîngeh bi cihêkariya li dijî xwendekarên filistînî ve dihat sûcdar kirin.
- Komeleyeke xwendekaran e ku bi destpêka şerê Vîetnamê re di sala 1969’an de bi armanca pêkanîna “çepeke nû” hatiye avakirin.
- Wateya TEA Taxed Enough Already ye: “yên ku ji xwe têra xwe bacê didin.”

.wh400px.jpg)

