Di siyaseta kurdî de BDP
Kelepûra siyasî, ku niha Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) nûnertîya wê dike, ji salên 1990ê û vir ve, di warê temsîlkirina lêgerînên ji bo maf û azadîyên rewa yên kurdan a di qada siyasî de, bi roleke girîng rabû. Di hawîrdoreke weha de, ku tê de partîyên navendî yên çepgir û rastgir ên li Tirkîyeyê li hember daxwazên kurdan dijber bûn -an jî qet nebe bîyanî diman-, BDP û partîyên selefên wê, bi awayekî biryardar û azwer daxwazên kurdan anîn qada siyasî. Di her serdema dîrokê de, ên ku berevanîya mafên kurdan kiriye, tûşî xezeba dewletê hatine; BDPê jî heman aqûbet par ve kir û berdêlên giran dan. Endam û alîgirên wê bi înfazên bê darizandin re rû bi rû man, endamekî wê yê parlamentoyê li naverasta kolanekê hat kuştin, gelek wekîlên wê bi salan ji azadîya xwe bêpar hatin hiştin, her tim partîyên wan hatin girtin, avahîyên wan ên partîyê hatin bombe kirin. Lê belê digel van pêkutîyên huqûqî û fîîlî jî BDPê xwe ji dika siyasetê nekişand, her berdewam kir û daxwazên kurdan anîn qada giştî û herweha bi awayekî serkeftî karî meseleya kurdî di rojeva welêt de bigire.
Herçend ew bi dijwarîyan re rû bi rû ma jî, wekî encama israra wê ya di warê bikaranîna zemîna legal de, BDPê du serkeftinên siyasî bi dest xistin: Yek, BDPê bi bikaranîna rêyên siyasî toreke rêxistî ava kir, ku pê dikare daxwazên kurdan ragihîne û bi demê re ev avabûn hêzdartir kir. Di rewşa îro de BDP, bi wekîl, şaredarî, rêxistinên sîvîl, çapemenî û rûspîyên xwe ve xwedî rêxistîbûneke weha ye, ku dikare bi rêgezên cur bi cur bandorê li civakê bike. Ev rêxistîbûn, dihêle ku argumanên siyasî yên BDPê bi awayekî leztir bigihîje xelkê û bibe xwedî bandoreke mezintir.
Ya duyemîn, tevgera di qada meşrû ya siyasî de hişt ku meseleya kurdî him di asta neteweyî û him jî di asta navneteweyî de were nas kirin. Piştî ku meseleya kurdî bala cîhanê kişand, raya giştî ya navneteweyî -û nemaze jî Yekîtîya Ewropî- bi awayekî rexnegir nêzî siyaseta kurdî ya dewletê bûn û tê de bêhtir mudaxîl bûn. Li ser vê yekê jî dewletê, hewl da ku rexneyên ku dihatin bertaraf bike, naçar ma ku di warê meseleya kurdî de hin gavên huqûqî û demokratîk bi cih bîne.
Têkoşîna wê ya siyasî ya xwedî dîrokeke çaryeka sedsalekê û bidestxistinên encamên vê têkoşînê hişt ku BDP bibe yek ji girîngtirîn partîyên Tirkîyeyê. An ku, meseleya kurdî girîngtirîn meseleya Tirkîyeyê ye û siyaseta ku di van 30 salên dawîyê de tê sepandin, zelal kiriye ku ev meseleya hanê, ku di warê aborî, siyasî û huqûqî de Tirkîyeyê bêhêz dihêle, nikare bi siyasetên asayîşê were çareser kirin. Rêbazên leşkerî nikarin pirsgirêkeke civakî çareser bikin, berevajî wê pirsgirêkê dijwartir û kûrtir dikin. Lewma, zemîna çareserîyê ya meseleya kurdî, siyaseta ewlekarîparêz nîne, siyaseta demokratîk e. Da ku mekanîzmayên siyaseta demokratîk bi rê ve biçin, hewcedarî bi partîyekê heye, ku xwedî destûrmendîya nûnertîya rewa ya pirsê be. Di vî warî de BDP di rewşeke weha ya aktorîya siyasî de ye, ku dikare meseleya kurdî pê re were axaftin, gotûbêj kirin û muzakere kirin. Lewma dikare were gotin ku di pêvajoyeke cidî ya muzakereyê de, ku giranîyê bide ser çareserîyê, beşdarkirina BDPê ji bo danîna çekan û da ku parlamento bibe navenda çareserîyê, yek ji şert û mercên bingehîn e.
Ev rewşa BDPê- an ku wekî mifteya çareserîya demokratîk a meseleya kurdî- BDPê hêja dike û rêzdarîyê dide wê, lê belê hevdem berpirsîyarîyên wê jî digel xwe zêde dike. Îcar, gelo BDP dikare vê berpirsîyarîyê bi cih bîne? Dikare hêvîyên ku jê tên payîn, bi cih bîne?
Ez di wê bawerîyê de me ku rewşa siyasî ya ku niha li Tirkîyeyê heye fersendeke gelek mezin danîye pêşîya BDPê. Li Tirkîyeyeke weha de, ku hikûmetek heye û xelk piştigirîyê didiyê û her ku diçe serwerîya dewletê bi dest dixe, muxalefet xwedî girîngîyeke heyatî ye. Lê belê ji ber ku CHP nikare xwe ji kemalîzmê pak bike û bibe partîyeke sosyal demokrat a rasteqîn nikare peywira xwe ya muxalefetê bi cih bîne û nikare bibe alternatîveke îqtîdarê. Ev valahîya muxalefetê, ku pêk hatiye, ji bo BDPê tê wateya derfeteke girîng û heger bikaribe, ku giranîya xwe baş bi kar bîne, derfetê dide BDPê ku di fîîlîyatê de bibe partîya muxalefetê ya sereke. Lê belê BDP nikare ji van fersendên dîrokî sûdê werbigire û bi rola ku jê tê xwestin rabibe. Çima?
Bi ya min him sedemên 'derveyî' û him jî yên 'navxweyî' yên vê yekê hene. Mebesta min bi sedemên derveyî, tênegihiştina krîterên demokrasîyê yên li Tirkîyeyê û tengbûna qada siyaseta demokratîk ên li welêt e. Di bîst salên dawîyê de 6 partîyên siyasî yên xeta BDPê li derveyî qada siyasî hatin hiştin. (Di 1993ê de HEP û ÖZDEP, di 1994ê de HADEP û di 2009ê de DTP, ji alîyê Dadgeha Destûrî ve hatin girtin. Di 2003ê de li dij DEHAPê doza girtinê hat vekirin, partîyê jî paşê xwe bixwe fesîh kir.) Îro piranîya endamên BDPê di çarçoveya operasyonên KCKê de hatin girtin û hewl tê dayîn ku pêşî li xebata serbest a partîyê were girtin û partî nikaribe xwe bigihîne gel. 5 wekîlên BDPê di girtîgehê de ne, wekaletîya yekî jî ji alîyê Lijneya Bilind a Hilbijartinan ve ji dest hat stendin. Ji ber madeyên Qanûna Li Dij Terorê û Qanûna Cezayî ya Tirk, ku dikarin bi awayên cur bi cur werin şirove kirin, hemû axaftin û çalakî dixin naveroka 'terorê' û bi vê yekê re rê li ber gengeşîyeke azad a pirsa kurdî tê girtin. Dozên ku tê de heta sedsalan cezayên zindanê tên xwestin, wekî Şûrê Demoklesê li ser serê wekîlên BDPê radiwestin.
Ev pêkanînên qanûnî û îdarî, ku zemîna demokratîk xerab dikin, bi awayekî neyînî bandor li ser siyaseta BDPyê dikin ku nikare têbigihîje û BDP jî nikare bibe partîyek ku ji bo pirsgirêkên welêt polîtîkayên alternatîf hilberîne. Lê belê, divê sedemên wê yekê, ku BDP nikare bi roleke çalaktir rabibe, nabe ku bi tenê bi sedemên derveyî ve bê girêdan. Ji ber ku, di hundir de gelek pirsgirêkên girîng hene. Ev pirsgirêk dikarin li ser sê serenavan werin dabeş kirin:
Têkilîya di navbera BDP û PKKê de
Bi ya min mijara ku divê berîya her tiştî li ser were peyivîn, têkilîya wesayetê ya di navbera BDP û PKKê de ye. Wesayeta PKKê -lewma ya çekan- li ser BDPê heye. Du sedemên daîmî hene, ku dibin sedema vê wesayetê û dihêlin ku wesayet berdewam bike: Yek, wekî hemûn hêzên din, ku bi çekan desthilatdarî bi dest xistine, PKK jî dixwaze desthilatdarîya xwe biparêze. PKK da ku hêza xwe pirtir bike, hewlê dide ku qada sîvîl û siyasî di bin çavdêrî û kontrola xwe de bihêle; bi vî awayî biryara dawîyê ew bixwe dide. Ji ber ku PKK nahêle ku kesek ji derveyî wê gotinekê bike, siyasetmedarên ku jixwe bêhêz in, yekcar bêhêz dibin.
Ya din jî ev e; ên ku di qada siyasî de cih digirin, bawerîyê bi dewletê naynin. Serpêhatîyên tahl ên rabihurîya nêz û dûr bûne sedem, ku hin siyasetmedarên nav vê kelepûrê, bawer bikin ku heger dewlet derfetê bi dest bixe, dê wan tasfîye bike û divê li hember dewletê hêzeke çekdar hebe.
Wesayetek ku bi vî rengî pêş dikeve, pêşî li hêzdarbûna BDPê ya di qada siyasî de digire. Ji ber ku wesayet têkilîyekê ser û bin ferz dike û biryarên wan kesan ku bi awayekî hîyerarşîk li jorê ne, bêyî ku cihê guman û pirsê be, divê li ser herkesî ferz be. Têkilîyekê weha nahêle ku ên di qada siyasetê de bikaribin însîyatîfa xwe bi pêş bixin; ev yek wan dike 'karmend'. Ji ber ku lijne û dezgehên demokratîk nayên bi kar anîn, partî dibe mehkûma yek-dengîyê û zerengîya karkirinê ya endamên partîyê tê ko kirin.
Wesayet rê li ber kultbûna kesekî (Öcalan) û fetîşîzma têgehan (an ku xweserîya demokratîk, şerê gelerî yê şoreşger û hwd.) vedike. Lê nayê dîtin ka têgeha ku serok/serwer bi kar tîne, bi rastîyê re li hev dike, yan dikare di cîhana me ya îro de were bi kar anîn. Heger têgehek ji devê serok derkeve, ev yek têrê dike ku ew têgeh wekî têgeheke pîroz were qebûl kirin. Wekî mînak, xweserî, ku talîya talî modeleke siyasî û îdarî ya birêvebirinê ye, wekî dermanê her derdî tê pêşkêş kirin. Lê belê herçend ew ewqas hêja tê dîtin jî, naveroka xweserîyê nayê dagirtin, ji gel re nayê gotin ka xweserî çi ye û dê çawa were bi rê ve birin. Weha dîyar dibe ew kesên ku di her axaftina xwe de pesnê xwesrîyê didin, bixwe jî der barê wê de xwedî agahîyeke hûr û kûr nînin. Jê wêdetir, herçend di serê wê de peyva 'demokratîk' tê bi kar anîn jî, hemû qaîde û teamulên demokratîk tên bin pê kirin û bi awayekî yekalî xweserî tê ragihandin û wekî ku xweserî li ser gel were ferz kirin. Têgiha ku tê bi kar anîn û çalakîyên ku tên li dar xistin li hev nayên.
Têkilîya di navbera BDP û AKPê de
Wekî xala duyem divê têkilîya bi pirsgirêk a di navbera BDP û AKPê de were nîqaş kirin. Hikûmetên berî AKPê di warê çareserîya demokratîk û siyasî ya meseleya kurdî de xwedî tu ramanan nebûn. Ew bi tenê diketin ser riya ku eskeran şanî wan dida. Kelepûra ku niha BDP nûnertîya wê dike jî li dij wan siyasetên asayîşparêz ên hikûmetan derdiket û bi saya vê helwesta dijber a mafdar meşrûîyeta xwe ya di nav kurdan de zêde kir û bû nûnera yekta ya daxwazên demokratîk ên kurdan.
Lê belê piştî ku di 2002yê de faktora AKPê derket holê, di vê tabloya siyasî de hin şkeştin pêk hatin. Ji ber ku AKP wekî îqtîdareke weha xuya nedikir, ku pişta xwe dispart reçeteyên leşkeran, berevajî wê, AKPê ji alîyekî ve xizmetguzarî dikir û ji alîyê din de jî -herçend qismî be jî- ji bo demokratîkbûnê gav diavêtin. Amûrên siyasî yên AKPê û hewldanên wê yên ji bo bikaranîna derfetan li cem kurdan jî ji xwe re bersivek dît. Di domahîya wê demê de, ku heta niha hat, AKPê hegemonyaya siyasî ya BDPê, ku li herêmê hebû, şkenand û bû navendeke cazîb a siyasî.
'Avabûna siyasî ya du-partîyî' ku piştî hilbijartinên 2007ê li herêmê pêk hat, di navbera BDP û AKPê de rê li pêşwazîyeke dijwar vekir. Lê belê, di vê têkoşîna siyasî de alî hevdu ne wekî 'raqîbên siyasî' lê belê wekî 'neyarên siyasî' dibînin. Têgihiştineke bi vî rengî herweha rêbazên têkoşînê jî dîyar dike, ku ev her du partî li dij hev bi kar tînin. Ji ber ku, dema ku hûn yekî wekî 'raqîb' bibînin hûn dê pê re bikevin pêşbirkê û hewlê bidin ku wî li du xwe bihêlin. Lê heger wî wekî 'neyar' bibînin, wê demê mebesta we dibe ew ku hûn wî ji holê rakin.
Îro her du partî jî hewlê didin ku hevdu di warê siyasî de tune bikin. Dema ku AKP, bi operasyonên KCKê hewlê dide ku BDP di warê siyasî nikaribe tev bigere, BDP jî AKPê wekî dijmina sereke radigihîne û hewlê dide ku li herêmê dawîya wê bîne.
Ev siyaseta dijminatîyê, zirarê dide her du alîyan jî. Li alîyekî vebûna demokratîk a AKPê û îdiaya çareserkirina pirsgirêkê ya li deştê qels dike, li alîyê din jî qada BDPê ya wekî bizaveke siyasî teng dike. BDP ya ku helwêsta xwe li gor AKPê dîyar dike, di pêşveçûnên siyasî de pirtir reaksîyoner e, di şûna dîyarkirina rojevê de, li ser nerazîbûna xwe ya li hember AKP û serokwezîr Erdoğan dipeyive û enerjîya xwe ji bo bersivdana AKPê serf dike. Ev siyaseta dualî ya dîtina wekî dijmin, nahêle ku ev her du partî, ku dengên kurdan distînin, bikevin nav dîyalogê û hevkarîyê.
Têkilîya di navbera BDP û Çepê Tirkîyeyê de
Wekî xala sêyem, divê li têkilîya di navbera BDP û çepê Tirkîyeyê de were nihêrtin. BDP û partîyên selefên wê, ji berê de girîngîyeke mezin didin hevkarîya û piştgirîya digel derdorên çepgir ên li Tirkîyeyê. Weha difikirin ku hevkarîyeke bi vî rengî dê hêzê bide daxwaz û îdiaya BDPê ya bûyîna partîyeke tirkîyeyî. Lê belê, ez bawer nakim ku hevgirtina ku digel derdorên çep tên kirin, di warê siyasî de sûdê bigihîne BDPê. Weha dîyar bikim:
a. Derdorên çep, ku BDP bi wan re hevgirtinê pêk tîne, hemû komên marjînal in. Ev kom xîtabî derdoreke gelek sînordar dikin û di nav civakê de ne xwedî bandor in, ne jî bersivekê dibînin. Lewma, hevgirtina digel van partîyan bi tenê têrê nake ku BDP bibe partîyeke tirkîyeyî.
b. Da ku ev hevgirtin bikaribin di warê siyasî de bibin xwedî wateyekê divê di asta prensîpî de werin li dar xistin û divê domdar bin. Lê belê têkilîya di navbera BDP û çepê tirk de bi tenê bi demên hilbijartinê re sînordar dimînin. Piştî hilbijartinan hevkarîyeke di asta dezgehî de pêk nayê, tevkarî û hilberîneke hevpar bi cih nayê. Hevkarî bi tenê ji piştgirîya namzedekî pêk tê û di navbera koma xwedî namzed û BDPê de hevgirîyek ku di warê siyasî de hêzê bide, pêk nayê. Ufuk Uras mînakeke baş a vê yekê ye.
c. Mebesta herî girîng a hevgirtineke hilbijartinan zêdekirina dengan e. Ji ber ku ew partîyên çep, ku pê re hevgirtin pêk tê, bi gelek sînordar xwedî hejmareke pir hindik a hilbijêran in, hevgirtineke weha dengên BDPê zêdetir nake. Jixwe, partîyên çep dikarin biryarê bidin ku digel BDPê hevgirtinê bikin, lê belê ev yek nayê wê wateyê ku alîgirên wan îllehîn dê deng bidin namzetên BDPê û ev yek ji sûdê bêhtir zirarê digîhîne BDPê. Wekî mînak, di hilbijartinên 2007ê de BDP - DTPa wê demê- digel ÖDPê hevgirtinek li dar xistibû û derfet dabû ku Serokê Giştî yê ÖDPê ji Stenbolê were hilbijartin. Lê belê li Mêrsînê, ÖDPyîyan deng nedabûn namzedê BDPyî -Orhan Miroğlu- û bûbûn sedem ku ew bi rêjeyeke gelek kêm nikaribe were hilbijartin.
d. Komên çep, ku BDP digel wan hevkarîyê dike, di mijarên –wekî azadîyên olî, Yekîtîya Ewropî, struktura aborî- de xwedî zimanekî radîkal in. Zimanekî weha tundrew e, ku ez bawer nakin di nav civaka kurdî de bersivekê bibîne û ev yek bandoreke neyînî li ser siyaseta kurdî dike. Ji ber ku herçend ev ziman li cem gel bersivekê nebîne jî dikare rêvebirîya BDP û wan kesan, ku xwedî hêza biryardayînê ne, bixe bin bandora xwe û bibe sedem ku di dema hilberîna siyasetê de ji rastîyê dûr bikevin. Ji ber van sedeman hevgirtinên digel derdorên çep hêz û lezekê nade BDPê.
Divê çi bê kirin?
Ji bo xilasbûna ji vê stewrbûna siyasî û ji bona ku di qada siyasî de bibe hêzeke dîyarker, divê BDP li ser wan kêmasî û xetayên xwe, ku min hewl da ku li jorê bi kurtasî zelal bikim, bifikire. Pêşî divê siyasetmedarên BDPyî bi xwe ewle bin. Siyasetmedar divê sînorên xwe yên siyasî berfirehtir bikin û bi qasî ku ji destê wan tê di nav meydana lîstîka siyasî de bimînin. Bi tenê, bi vî awayî dikarin bêbawerîyê ji holê rakin, aştîyê ava bikin û dikarin bibînin ku dîyarkirina bernameyê berî her tiştî peywireke wan e. Helwesteke weha dikare rê li ji nû ve teşedayîna têkilîya di navbera BDP û PKKê de veke.
Heta niha di warê têkilîya di navbera PKK-BDP de, PKK her tim alîyê dîyarker û bandorker û BDP jî dîyarkirî û bandorkirî bû. Ji ber ku PKK hêzek e, xwedî çek e, ev yek dikare wekî rewşeke normal bê îdia kirin. Lê belê ez di wê bawerîyê de me ku heger ev tevger wê hêza siyasî ku xwe gihandîyê bikaribe bi awayekî rast û bandorkar bi kar bîne, dikare li ser PKKê jî bandorê bike. Wekî mînak, dema ku PKK bi çalakîyên şidetê rabe, -yên wekî li Farqînê û Çelê, ku di warê dem de mirov matmayî hiştin û ji raya giştî piştgirî wernegirt-, BDP dikare li hember helwestê nîşan bide. Jixwe, Demirtaş bi awayekî aşkere dîyar kir ku çalakîyên PKKê ne rast bûn û dinya xera nebû. Helwesteke prensîpî ya li hember mirin û şidetê, him rê vedike ku PKK rêbazên xwe careke din binirxîne û him jî rexneyên BDPê yên li dij şideta dewletê watedartir bike. Yan na, wê ne PKK, ne jî dewlet girîngîyekê bide BDPê; BDP dê hertim li derveyî hesaban bimîne û hêza xwe ya siyasî wenda bike.
A duyem jî divê BDP xwe nêzî komên din ên kurdan bike û nemaze ji bo derdorên oldar ên kurd siyasetên nû bi pêş bixe. Hevgirtina digel komên siyasî yên kurd, ji ber ku girîngîyê bide daxwazên kurdan girîng e. Hilberîna polîtîkayên li gor hesasîyetên derdorên oldar, him rê lê vedike ku BDP nêzî girseya xwe ya muhafazakar û oldar be, him jî bikaribe pêşî li rexneyên AKPê yên di wî warî de bigire.
BDP divê siyaseta xwe derxe pêş, xwe ji kulta serokatîyê û fetîşîzma têgehan pak bike, dûrî hişkîya siyasî bisekine, bibe xwedî tewanbarîya siyasî û di polîtîkaya partîya xwe de pirtir cih bide nirxên siyasî yên lîberal. Rêya famkirina guherînên civakî û hilberîna polîtîkayên alternatîf di wir de ye.
Vahap Coşkun:
Perwerdekar, li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Wergera ji tirkî: Celîl Kaya


