LeMonde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Çile 2012 - Hejmar 26

Destana Şerrê Îspanyayê

L’Odyssée du Winnipeg (Odysseya  Winnipegê)  Ramon Chao Buchet Chastel, Paris,

Ev berhem ji wan pirtûkan e ku tê de serpêhatiyên eşqiyatî û drama, çîrokên xeyalî û dîroka rastîn bi hostatî li hev hatine hûnandin û, bi giştî, bûye weke tabloyeke humanîst ya tijî macera. Em behsa pirtûka Ramon Chao ya bi navê Odysseya Winnipegê dikin. Bi tenê kêmasiyeke piçûk heye : sernivîs yan jî navê pirtûkê yê firansî mixabin bi têra dewlemendiya naveroka romanê nake. Ya rastî, serpêhatî û rêwîtîya Pablo Neruda ya tebaxa 1939’an ku bi keştiyê ji bajarê Kanadayê Winnipegê dest pê dike û heta Şîliyê diçe û ji wê derê jî derbasî welatên Amerikaya latîn ya îspanyolî dibe, bi tenê di beşê vê pirtûkê yê dawîn de hatiye vegotin. Lê pirraniya berhemê li ser Odysseyê, bi gotineke din, li ser serpêhatiyên lehengî yên trajî-komîk yên xortê bi navê Luis Gontan e ku bêyî hemdê xwe tev lî dînîtiya şerrê Îspanyayê dibe.

Kodnavê wî Kilowatt e, kesekî nîv-diz e, nîv-maqûl e, xwedî terbiyeyeke nîvco ye. Heta ku şerr tê nava gundê wî Galice jî ew tim bi zexeliyan dijî, jiyana wî tijî dek û dolab e: “şerr bi hemû dijwariya xwe ve, hêdî hêdî ber bi gundî ve dihat, weke pizota êgir ya bi şewat, xwe dabû ber deriyê malan, him jî di demeke wisa de ku kesî hatina wî hêvî nedikir”.

Ji wê demê û pê ve, êdî jiyan li wî û hezkiriya wî Maruxayê dibe dojeh. Diviyabû ji herêmê bi dûr biketaya, lê bi carekê ve xwe di nava şerrî de dibîne û ji neçarî tev li refên komarparêzan dibe. Di destpêkê de ji baweriyê bêtir ji ber berjewendiyên xwe tev li şerrî dibe. Piştî demekê, di nava pevçûnan de, êdî ew ne bi tenê temaşevan û şahidê bûyeran e, lê herweha dibe aktor û bi dilsozî yan jî ji neçarî hema hema her cure rolan qebûl dike û dilîze. Weke mînak : rola keşîşê parsek, rola şerrvanê fransî ku piştî kuştina wî nasname û herwisa karta wî ya endametiya partiya komunîst bi dest dixe û bi wan ji nav lepên gerîllayê bi nav û deng Foucellas difilite, hinekan jî ew bi vî gerîlayî re tev li hev dikirin. Herweha, dema ku dixwaze biçe Winnipegê jî, dîsa nasnameya leşkerê fransî bi kar tîne.

Di dema bikaranîna nasnameyên sexte de û herweha di dema guftogoyên di navbera nûnerê hikumeta komarger û Stalîn de ya ji bo alikariya çekan û alavên şer bide espanyolan, nivîskar bi hostatî ji zimanekî komîk û mîzahî derbasî trajediyê dibe, ji gotinên ciddî derbasî yên vala û yên beradayî dibe, ji çîrokên xeyalî derbasî dîroka rastîn dibe. Beşê pirtûkê yê li ser şertên penaberên espanyolî yên dijwar ku weke heywanan di kampen fransî de hatine komkirin, bi zimanekî giran û bi bandor hatiye nivîsandin : “dev û lêvên me hatibûn mixkirin, em di rewşeke wisa de bûn ku me spasî wan dikir, ji ber ku em heta nuha nedane ber guleyan û nekuştine”.

Di rewşeke ewqas trajîk de bûyerek diqewime ku hewaya hawîrdorê hinekî nerm dike. Hevdîtina bi jinan re, bilindbûna hestên cinsî di vê cîhana kaosî de, dibe weke parantêzeke kêf û eşqê. Lehengê pirtûkê, Luis, ne ji wan kesan e ku ji destpêkê ve tev li bûyeran bûne û, di rêya îdealan de, bûne xwedî prensîbên polîtîk. Ew dixwaze xwe piçûk nîşan bide, lê ji nişka ve xwe wisa di nava bûyer û pêşketinan de dibîne ku ew jî tu wateyê nade vê rewşê û tiştekî jê fahm nake : “zarokek heta qirikê ketiye nava tevliheviyeke beradayî û bêwate ku redkirina wê ne gengaz e” weke hemû kesên din ku li ser rêya şerrê birakujîyê weke mertal hatine bikaranîn.

Tevliheviya rolên ku dilîîze û tevliheviya nasnameyan, bêwatebûna bûyeran gellek tiştan tîne serê lehengê romanê : du caran ew mevziyên aliyên şer tev li hev dike, carekê bêyî hemdê xwe derbasî aliyê faşîstan dibe û carekê jî ji aliyê heval û koma xwe ve bi cezayê kuştinê ve tê mehkûmkirin! Lê di nava vê mij û dûmana bûyerên tevlihev de, ew kontrola çarenûsa xwe digire dest. Hemû rê û buhêrkên ku tê re derbas dibe (Las travesias –buhêrk- navê pirtûkê yê orjînal) tev ber bi eynî armanc û îstiqametê ve diçin. Armanc : redkirina desthilatdariyeke totalîter û zalim û bidestxistina kesayetiyeke serbixwe û azad.

Ew vê yekê ancax li bajarê Winnipegê dibîne. “Ev der weke gerr û rêwitiyeke weha ye ku mirov di dawiyê de xwe digîhînê. Her ku çû, min ferq kir ku koçberî ji bo min bûye parçeyekî jiyanê. […] Ev der weke niştiman û xaka min e, herêmeke veşartî ye, weke xezîneyeke ku mirov keşif bike û bi dû re tû caran nikaribe dev jê berde.”