Dema ku euroyê kela canê redaksîyonên çapemenîyê radikir
1ê çileyê 2002yê, pereyê yekbûyî (yê sala 1999ê çêkirî) kete bazarê. Ji dilşahîya nepixandî ya çapemenîyê gumanên li ser pereyekî li Parîsê sêwirandî, li Brukselê qebûlkirî û li Frankfurtê derbkirî, difûre. Heta wê radeyê ku muteşebis vê pirsê ji xwe bikin: Gelo euro wê pif bike finda yanzdehsalîya xwe?
Di kanala France 2 de, 4ê çileya 1999ê nûçeyên saet 20ê. Ji sê rojan û vir ve, euro bi awayekî fermî bûye pereyê yekbûyî û bitenê yê yanzdeh welatên Yekîtîya Ewropî. Reportajeke "vegotina rojeke weke cejnê li bazarên malî"rave dike. Analîza berpirsîyarekî borsaya Parîsê weha ye "Euro şoreşek e, şoreşek e kar tîne." Piştre walîyê Bankeya Fransayê Jean-Claude Trichet got "dema mirov tiştê diqewime dibîne, ev şahîyeke xwerû ye". Piştî wî pêşkêşvan Claude Sérillon ji kevne-serokê Komîsyona Ewropayê Jacques Delors dipirse: "Zilamên sektora fînansê razî ne, siyasetvanên ewropî jî. Lê belê hûn, çepgir, gelo ev yek we zivêr nake ku em îro Ewropaya Pereyan bi şahîyan pîroz dikin?" Mêvanê wê qet acizbûyî xuya nake: "Pereyê yekbûyî ji bo Fransayê azadîyeke mezintir e, di mijara pereyan de qadeke firehtir a manovrayê ye. Bi şertê ku yekîtîya aborî û pereyî bi ser bikeve."
"Utopya êdî ne zarok e..."
Diravê kultê
"Li Frankfurtê 4ê çile sibehî, bi merasîmê, di bin ronîyên stroboskopîk û li ber dengê muzîka beyta ji bo şahîyê ya Beethoven, birêveberên borsayê kirarîyên pêşî yên bi euroyan dan dest pê kirin (...). Ewropayê zora gumanbirî, rexneyan bir û xwe bi pereyê xwe tekane gurçûpêç kir. Ji bo mezintirîn hevalbendên wê euro nûwelidîyeke xurt e, û ne ew gewî û pozbilindê ku gazincker li bendê bûn."
(Thane Peterson, "We have liftoff (Em firîyan)" Business Week, New York,18ê çileyê 1999ê)
"Li Fransayê, li welatê ku bêkar herî kêm alîkarîyê distînin jî, rewşa wan ji piranîya karkerên dinyayê baştir e, stûna navmalê ya hêvîyeke kolektîf ya berê weke di dîrokê de nedîtî, sala nû bi euroyê pêşwazîya me dike. Ev nûçeya herî baş ji mêj ve ye! (...) Ahengdarkirina ku euro wê pêre pêre ferz bike divê bi kêrî me were û ji xêra me re be: Ji ber ku em mîqdara pereyan a herî mezin didin. Û ji ber ku sosyalîzma me ya herî zêde xwegirtî ye, tedbîrên wê werin standin divê berîya hertiştî barê me (yê aborî) sivik bike."
(Claude Imbert, Le Point, Parîs, 31ê kanûna 1998ê)
"Jurîyên Nobelê ne şaş bûn, wan sala 1998ê xelata xwe ya aborîyê da teorîsyenê yekbûna pereyan ê kanadayî Robert Mundell: Mirov çawa mîmarê euroyê bi bîr nêyîne û rêzê jê re negire? Fransa bixwe bi awayekî xurt weke ku wê kêm qedir bidiyê xwe nîşan dide, nexasim li hember yekî ji wan ên ku bi serê xwe gelekî li ber da ku operasyona destpêkirina euroyê dest pê bike, em wî bi nav bikin: Walîyê Bankeya Fransî Jean-Claude Trichet."
(Jean-Marie Colombani, hingê birêvebera Le Mondeyê bû, 23ê çirîya paşîn a 2001ê)
"Bi tevahî awarte û şahane ye mirov vê tevgera kelecana gel a ku berê tu kesan pêş nedîtî, bibîne. (...)[Euro] pêrgî kelecanê tê – ne destûr û riza, lê belê kelecan – kelecana gelî."
(Jean-Claude Trichet, hingê walîyê Bankeya Fransî, LCI, 1ê çileyê 2002yê)
"Euro wê hem malî û hem jî siyasî li kar be û bi kêr were. Ew ê bibe beşek ji dîmenê aborîya globalbûyî. Di nav bazarên malî de mirov li hev dikin ji bo îdîa bikin ku euro wê bi ser bikeve. Heke bazar difikire ku euro wê bi ser bikeve, hingê euro wê bi ser bikeve."
("The euro is here to stay (Euro ji bo manê li vir e)", The Independent on Sunday, London, 3yê çileyê 1999ê)
"[Dijberên pereyê yekbûyî mirovên nostaljîk ên kêştîyên babirk in, xewn û xeyala wan dinyayek e ku mirov lê, ji bilî bi balonan nikare berê xwe bide deverekê."
(Alain Duhamel, Europe 1, 5ê çileyê 1999ê)
"Euro hat: Ew wêneyê Ewropayekê ye ku ji nû ve ji dayik dibe, ku ji xwe hêvî dike xurttir û azadtir be. Em bixwe divê euroyê bi kar bînin ji bo ku şert û mercên eurodînamîzmê biafirînin, da ku ew hêza me pêk bîne."
(Dominique Strauss-Kahn, hingê wezîrê aborî û maliyê yê Fransayê bû, Les Echos, Parîs, 5ê çileyê 1999ê)
-Philippe Reinhard, rojnamevan e li L’Evénement: "Ev tiştekî şahane ye, ev serpêhatîyeke bêqisûr e, lê belê berîya her tiştî borsa jê razî ne. Li borsayê agirekî bi carekê gurbûyî heye...
-Paul Guilbert, rojnamevan e li Le Figaro (gotina wî dibire): Va ye argumaneke komunîst! Ev kelevajî ye! Serpêhatî tiştekî gelî ye! Heke euro ji salek, du salan û vir ve, ji Maastrichtê û vir ve bi daxwaza borsayan nehata afirandin, şik û guman tê de nîne ku euro wê têk biçûya!
-Reinhard: Wê baş bûya ku xêra wê bibûya para mirovên din jî … Rehet be: ez ne komunîst im."
(kanala televîzyonê France 2, bernameya "Polémiques", 10ê çileyê 1999ê)
"Heft mîlyon ewropîyên piçûk yên ku temenê wan di navbera 8 û 12 salan de ye [wê] posterekî pereyên hûr û banknotên euro nîşan didin [were şandin]. Pêşbirkeke –"bibin şampîyoneke/î euroyê" – pênc pirsî wê ji bo zarokan were li dar xistin. Şirketa Reklamê Publicis hêvî dike ku zarok tevî dêûbavên xwe li bersivan bigerin. 24 zarokên ku wê xelatê bigirin, wê bo Frankfurtê werin vexwendin da ku sibeha 1ê çileyê beşdarî merasîma ji dayik bûna euroyê bibin. Bi vî awayî zarok wê bibin kesên pêşî destê xwe dayî banknotên euro. Şansekî ku nedan nehsed rojnamevanên hatî Frankfurtê da ku beşdarî danasîna heft banknotan ji alîyê serokê BCEyê (Bankeya Navendî ya Ewropayê) Wim Duisenberg ve bibin."
(Le Journal du dimanche, Parîs, 2yê îlona 2001ê)
"Parastina euroyê îro (...), xwe bi xwe rave dike bi xêra –û ne ji ber– euroyê, welat wê beşekê ji serwerîya xwe ya pereyî û malî ji dest bidin, ku bi her halî xapandinek, fîksîyonek bû ku bi xeyalên çend lîderên nostaljîk, yan jî niyet xirab hatibû pêk anîn."
(Alain Genestar, hingê birêveberê redaksîyona Le Journal du dimanche bû, 3yê gulana 1998ê)
"Di pereyê nû yê ewropî de mirov bi tenê bûyereke aborî bibîne ya ku divê jîyana serfkaran hêsan bike, çawa ku ya bankevanan û muzakerevanan hêsan kir, şaşîyek e. Euro dibe ku xwe weke bûyera siyasî ya herî grîng a sedsalê darî çav bike."
(Patrick Sabatier, Libération, Parîs, 1ê çileyê 2002yê)
"Pereyê yekbûyî yê ewropî berîya mehekê di nav aborîyeke dinyayî ya bêîstîqrar de ji dayik bû. Dîsa jî nîşanên jêhatîbûna wê ya demdirêjîyê, hêvîyê dide mirovî. Berîya ku euro ji dayik bibe, pir mirov ditirsiyan ku ev pereyê nû derdora aborî ji berê bêtir bêîstîqrar bike (...). Ya qewimî berevajîyê vê bû. Ya rastî çawa întegrasyona ewropî hêzeke pêşvebir bû ji bo bazirganîya navneteweyî, euro jî divê ji bo başkirina birêvebirina sîstema pereyî ya dinyayê amûrek be."
(Renato Ruggiero, "The euro makes for a safer world (Euro ji bo dinyayeke biewletir dixebite)", The Wall Street Journal, New York, 29-30ê çileyê 1999ê)
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê
Gelo bi ser ket? Duwanzdeh salan paşê, Delors hişyar dîyar e: "Ewropa li kevîya kendalê ye", ev tesbîtên kesekî ne ku bi ser de jî yek ji mîmarên euroyê bû (Le Soir, Bruksel, 18ê tebaxa 2011ê). Yek ji edîtorên Financial Timesê Martin Wolf jî ji serketina euroyê gumanan dike: "heke birêveberên siyasî berî du deh salan tiştê ku îro pê dizanin xeyal bikira, hingê wan dê tu caran projeya pereyê yekbûyî nedida dest pê kirin" (9ê çirîya paşî ya 2011ê).
Dawîya salên 1980yê, berpirsîyarên fransî herî zêde alîgirên projeyê bûn. François Mitterrandê ku hem ji ber întegrasyona ewropî tatêl û mitale dikirin û hem jî ji ber hegemonyaya markên almanî bi fikar bû, ji bo ku vê rewşê biguhere, çêkirina pereyekî nû yê hevpar da ber xwe. Ev yek li alîyê din ê Renê, ne bi dilê birêveberan e. Ji bo ku bawerîya wan bi xwe bîne, serokkomarê Fransayê bi tevahî lîberalkirina tevgerên sermayeyê qebûl kir, bêyî ku berî wê bazar werin ahengdar kirin. Komîteyeke bankeyên navendî û bisporan ku Delors serokatîya wê dikir, çareserîyeke têra xwe hêsan peyde kir da ku dijberîya "zaneyên" Bundesbankê ("Buba", Bankeya Navendî ya Almanyayê) bêtesîr bike: Yekîtîya aborî û pereyî wê bi tenê bi şertên ji alîyê paytexta hingê Bonnê ve dîyarkirî pêk werin. Bankeya Navendî ya Ewropayê ya paşerojê ya ku wê ji erka siyasî serbixwe be, bi tenê yek wezîfeya wê dê hebûya, ew jî kontrolkirina îstîqrara buhayan e. Ev têgihîn di mermerê Peymana Maastrichtê (sala 1992yê hat mohr kirin) de hate verotin, li ser mohra pir zelal û dîyar a doktrîneke taybet hebû, doktrîna "ordolîberalîzmê" –navê ku li neolîberalîzma alman tê kirin.
Ji dema ku pereyê yekbûyî yê bi tenê kete meriyetê, nîqaşa sereke êdî her hewl da dengê hîmên îdeolojîk bibire. Ji bo çapemenîyê euro bi tevahî tiştekî din bû û ji vê jî wê de. Bi awayekî pêşketineke dîrokê bû –dibe ku ji vedîtina nivîsê û vir ve ya herî mezin be. Ji bo Jean-Marie Colombani yê ku hingê birêveberê Le Mondeê bû euro "biserketineke vînê ya li dijî bazaran, ya biryardarîya çend mirovan li dijî hêzên aborî" bû (Le Monde, 31ê kanûna 1998ê). Li alîyê xwe, bi ya Bernard Guetta Yekîtîya Ewropî bêtir nîşana "serketina mentiqî" bû. "Bi euroyê re tevgera yekbûnê bi leztir dibe", û divê gelan ber bi Ewropaya xeyal û hêvîyan ve bibe; rojnamevanî weha pêş didît: "utopya êdî ne zarok e. Emrê zilambûnê li pêşîyê ye" (Le Nouvel Observateur, 31ê kanûna 1998ê).
Ji bo kesên gumanbir, birêveberê rojnameya Libérationê Laurent Joffrin bi bîr dixe ku "avakirina ewropî, berîya ku kelecaneke dilî be, siyaseteke mentiqî bi gewde dike. (...) Wekî din jixwe ji ber vê yekê ew îfadekirina bipêşketineke pir mezin e û –heke gel jîyanê bidin – gaveke ber bi asteke li jortir a demokrasîyê ye". Avakirina otorîteyeke ku ji kontrola hukûmetan derdikeve, dikarî dîsa jî weke bipêşketineke nisbî xuya bike..., yek ji edîtoran li ber vê radibe "navê vê macerayek, serpêhatîyek e". (Libération, 1ê çileyê 1999ê).
Çapemenî li ber xwe dide da ku kêfxweşî û şahîya xwe par ve bike: "Roja biserketinê hat", sernûçeya France Soirê (5ê çileyê 1999ê); bi peyvên "Jidayikbûna parzemînekê" bergê Nouvel Observateur radigihîne (31ê kanûna 1998ê). Mixabin salekê piştre, Le Monde lê mikur hat ku pereyê nû berîya hertiştî dîyarîyeke dayî muteşebisan bû. "Ji bo ku Ewropayeke bêtir întegrebûyî, bêtir piştgir û xurttir were afirandin, euro hatibû sêwirandin. Çawa ku Dominique Strauss-Kahn adara 1999ê got, ew diviya bibe ‘amûra herî baş a mumkin da ku Ewropa ji heq globalbûnê derkeve’. Ya rastî pereyê yekbûyî yê tekane bêtir hevrikîya di navbera welatên ewropî de xurt kir da ku muteşebisên ji derve bikişîne" (5ê çileya 2000ê).
Ev tesbît dîsa jî pêşîyê li çapemenîyê nagire ku pîpîk û dûdûkên xwe derxe û ketina bazarê ya pereyên hûr û banknotên euroyê pîroz bike. Helhela Expressê bû "bijî euro!" (27ê kanûna 2001ê). Rojnamevanên hevgirên otorîteyên sîyasî û pereyî hîç dudil nînin û difikirin ku gel vê heyraniya wan a ji bo "vê piştgirîya nû ya li bazarê" parve dike (Journal du Dimanche, 2yê îlona 2001ê). Çawa amerîkî berê çûbûn ser heyvê û li ser meşiyabûn, ewropî jî êdî wê bikaribin li ser parzemîna xwe bigerin, bêyî ku serê xwe bi hesabê pir tevlîhev ya pevguhertina pereyên dewletekê bi yên din re biêşînin. Agir bi rojnamevan Jean Boissonnat dikeve: "Tevahîya dinyayê metelmayî ye: Ev kîjan mûcîze ye ku kir ev gelên Ewropayê yên bayî û ketî ber dest û lingan, karibin tiştekî evqasî harîqulade yê weke pereyê yekbûyî vebînin?" (1)
Di çapemenîyê de tu kesê gumanan jê dike nîne: Pereyê nû wê destûrê bide "me" ku di warê hevrikîya bi dolaran re li ser qada navneteweyî "giranîya me hebe". Heta bi pereyên hûr yên nû û banknotên ku estetîka wan pir jî misoger nebû, kela canê edîtoran radikir: Li gor Libérationê wan "hindek ev hebûna dûr û hindekî bêtir parvekirina di nav ewropîyan de bi gewde dikir" (3yê çileya 2002yê). Sersalê kanalên televizyonê dîmenê destên serfkarên pêşî hatin, vî pereyê binirx ji mekîneyên otomatîk ên pereyan bikişînin, girt. Edîtor Eric Le Boucher jî ji kêfa ji hişê xwe diçe: "Şoreşeke bi rastî darîçav, rojane û bi kêf û şahî hatiye qebûl kirin, çawa ku bi mîlyonan ewropî dilezînin da ku taximê pereyên hûr bikirin û weke dema noelê bi van pereyên hûr yên dibiriqînin, dilîzin" (Le Monde, 30-31ê kanûna 2001ê).
Di nav xelkê bi xwe de ev halehalên kêfxweşî û şahîyê nermtir û kêmtir in. Jixwe bi serê xwe fikra xirab ditirse ku ji pereyên neteweyî derbasbûna euroyê, wê bibe sedema buhabûnê. Nivîskarekî quncikan bi hêrs dibêje: "Weke vê dolabê! Çawa me dest bi lîrandin û tilîlîyên ji kêfa euroyê kir, agir ber bû buhayan. Tehlûke, weke li her deverî, amalgam e. (...) Dema poujadîzm [tevgereke sendîkayî ya bi pêşengîya Poujade bû ku di salên 50yê de li Fransayê peyde bû û hewl dida bi sînordarkirina bazarê, maf û qadên sinetkaran û dezgehdaran biparêze, îro ev peyv weke hevmaneya peyva populîzmê tê bi kar anîn; nota wergêr] dîyar bû divê mirov tiştên hêsan bi bîr bixe. Euro êdî dîyardeyek e, şansek e ji bo Fransa û ji bo Ewropayê" (Journal du Dimanche, 2yê îlona 2001ê). Xeta parastinê hatiye dîyar kirin: Her fikra dijber, her ramana rexnegir wê weke "demagojî" yan jî "populîzmê" werin dîskualîfîye kirin. Hewqas hermonîkirinên ji bo paşerojeke birîqende, nexasim dema kampanyaya referandûma 2005ê ya li ser Peymana Destûra Bingehîn a Ewropî. (2) Li alîyê xwe, Trichet belgeya xweşhalîya xwe dide fransîyan: "di nav hestiyarîyên mezin ên welêt de yên ku ev pereyê yekbûyî dixwestin, lihevkirinek heye. Em pê gelekî hestyar in û têra xwe serfiraz in ku me ev encam bi dest xistin" (kanala televizyonê France 2, 30yê tebaxa 2001ê).
Qufle û zirzeyên îdeolojîk êdî ne asteng in
Dema ku krîza çînên jêr bi carekê da der, şirovekaran dîsa peyva îlahî ya Delors bi kar anî: "Euroyê em parastin." 9ê nîsana 2007ê birêveberê giştî yê Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) yê spanî Rodrigo de Rato û kevne-wezîrê maliyê José María Aznar bi heyranî îdîa dikirin ku "îro Ewropa parzemînek e ku dewlemendîya wê û pirrengîya wê dibe tevahîya dinyayê heyranî xwe dike. (...) Di bin handana birêveberên vîzyoner, sazî hatin damezrandin ku întegrasyona aborî ya zêde dibe ya parzemînê bi gewde dikin". Weke çavdêrekî bisporê karê xwe, ew li gotinên xwe zêde dike: "Ewropa hê jî di îtîqrara dinyayê de bi rolekî girîng radibe û para wê ya di bipêşvebirinê de jî pir zêde ye. Aborîyên ewropî zexim û xwegirtî ne" (Le Figaro, 9ê nîsana 2007ê). Mirovî wê nikarîbûya ji vê çêtir û bêtir bi besîret bûya û baş pêşîya xwe bidîta...
Ji hingê ve meqamê dengî guherî. Qufle û zirzeyên îdeolojîk êdî ne asteng in. Heta bi îhtîmala devberdana ji euroyê jî tê nîqaşkirin. Û ji ber ku: krîz nakokîyên heyatî yên ku êrîşê dibin ser yekîtîya pereyan, diavêje bin agirên fikrî. Berîya hertiştî qedexeya li ser ECByê ku yekser pereyan bi deyn bide dewletan, ev yek destûrê dide ku bazarên malî li ber çavan werin girtin. Hukûmeta Fransayê niha xwedî helwêstekê ye ku wê berê weke ... "populîst" bi nav dikir, niha dixwaze ku ECB bi awayekî xurttir dest werde ji nû ve kirîna deynên dewletan. Berevajî vê, li gor otorîteya li Frankfurtê bixwe, bi kirîna beşek ji deynên dewletên rewşa wan zehmet, wê sînorên wezîfeya xwe û destûra xwe derbas kirine, û tevî krîz û qeyranê jî ew hê red dike ku xwe ji vê rewşa zehmet û nazik a ordolîberal xilas bike.
Îcar, euro bû çi?
Antoine Schwartz:
Hevnivîskarê pirtûka li jêr e, ligel François Denord: L’Europe sociale n’aura pas lieu (Ewropaya civakî wê pêk neyê), Raisons d’agir, Parîs, 2009.
- Jean Boissonnat, Europ€, année zéro (Ewrop€, Sal Sifir), Bayard, Parîs, 2001
- Serge Halimi, "Médias en tenue de campagne (Çapemenî di Hewayê Kampanyayê de)", Le Monde diplomatique, gulana 2005ê
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

