LeMonde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Çile 2012 - Hejmar 26

LeMonde International

Cûntayên sîvîl

Bi bikaranîna şantaja îflasê û tirsa buhranê, du bankavanên berê Lucas Papademos û Mario Montî, berî çendekê li Atîna û Romayê desthilatê girtin ser xwe. Ew ne "teknîsyenên" apolîtîk, berevajî, du zilamên rastê û endamên Komîsyona Sêber in û vê komîsyonê bi tengezarîya xwe ya ji zêdebûna demokrasîya di nav civakên rojavayê navûdeng daye.

 

Erdheja jeopolîtîk li Rojhilatê Navîn

Yehya Al Selo: Bajar, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 100 x 100 cm

Berdewamkirina zêdetirî salekê ya xwepêşandanên li Misir, Sûrîye, Yemen, Bahreyn û li welatên din ên ereb dide xuyakirin ku serhildanên ku li tevahiya herêmê berbelav bûne, wê zû bi zû bi dawî nebin. Lê belê mirov nikare ji bîr bike ku demokratîzekirin jî li vê herêma veçiriyayî ji ber gelek nakokî û pêşveçûnan ketiye xeterê.

 

Yewnanistan wê ji alozîya îro çawa rizgar bibe?

Bi hesabkirina hêza demê û giranîyê ya xwe berdana bi destê felekê ve, krîzên dirêj hêdî hêdî tiştên ne qebûlbar jî asayî nîşan didin. Ji ber vê yekê mirov bi her tiştê ku sermayedar bi hukûmeta didin kirin, razî dibin (edîtorîyala Serge Halimi ya di rûpela pêşî de), fêrî kêmbûna meaşan û qutkirina ji butçeya gelemperî dibin. Ev, li gor rêveberan, ji bo pêşîlêgirtina tiştên xirab-tir e. Lê belê gelo dema ku xeyaleta qutbûneke din li aborîya cîhanê rû dide, ew hê jî makîneyê kontrol dikin?

 

Li Lîbyayê di şer de kî bi ser ket?

Yehya Al Selo: Reng, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 70 x 50 cm

Konseya Neteweyî ya Derbasbûnê (CNT), a ku weke deshilata navendî ya Libyayê tevdigere, ji alîyê gel ve zêde nayê qebûl kirin. Konseya ku ne xwedîya rewatîya rêvebirina tevgera hilweşandina dîktatorîyê ye, ti hêza wê ya çekan jî tine, vê gavê çek hemû di destên mîlîsan de ne. Ji nû ve avakirina dewleteke hiqûqê bi mîlîtarîzasyona civakê, bi çeperên nasnameyên eşîrî û olî û herwiha bi desttêwerdanên hêzên bîyanî re rû bi rû dimîne.

 

Li ser kaşkaşoka krîza ewrûpî

Yehya Al Selo: Govend I, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 60 x 40 cm

Çi dibe gava stargeha herî ewle jî xwe di nav tofanê de lerzokî dibîne? Çarşem 23yê mijdarê, sermayedaran bi dana deynekî alman ê xezebeke nedîtî, hêrsa xwe dîyar kir. Bi ketina nav davika wan, bazara ku tedbîrên tund dixwest, êdî ji alozîyê dikeve gumanê. Li hember van dek û dolaban, hewl didin bersivê bidin ”lûtkeyên” ku pir zêdebûna wan bi kêrî tutiştî nayên.

 

Ji Romayê heta Stenbolê, ji bo têgihîştina cîhanê, fikirîna li ser împaratorîyê

Yehya Al Selo: Lehî I, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 60 x 40 cm

Wexta ku di bin giranîya hêzên bazarê de û bigewdebûna jeopolîtîk qidûma dewlet-neteweyan li bin giraniya hêzên bazarê û dîsa li demeke bigewdebûna jeopolîtîk ya ji piştî şer mîras maye, qidûma dewletên neteweyî dişkên, rêvebir xeyala aramîyê dikin. Hal bû ku formên hikûmetên li şûna împaratoran bi cih bûyî, bi berxwedana xwe ya hilpekînî ya dîrokê, bi vezelînîya xwe, bi kapasîteya xwe ya lihevgihandina sêniyên cihêreng, pir balê dikşînin. Gelo ma êdî ew ê karibin çi fêrî me bikin?

 

"Em mîrasgirên çar û sovyetan in"

Yehya Al Selo: Evîn, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 60 x 40 cm

Di dema pêşbazîyeke hunera sporên şer de ku di televîzyonê de zindî dihat weşandin, serokwezîr Vladimir Putin ê tê de cih digirt, hat şermezar kirin. Namzedîya wî ya ji bo hilbijartina serokatîyê ya adara 2012ê reşbînî li nav welatîyên rûs belav kir, û bû sedemê bigewdebûna pirsên li ser paşeroj û nasnameya welêt, ku ev yek dikare di hilbijartinên giştî yên vê mehê de jî li dijî partiya wî bê bi kar anîn.”

 

Serpêhatîyên ukraynî

Yehya Al Selo: Jîyana gundan, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 80 x 80 cm

Andreï Kourkov, nivîskarê herî navdar ê hevdem ê ukraynî ye li dinyayê, lê belê ew bi rûsî dinivîse. Di romanên wî de penguenên noyrastênîk (kesê rayên hêrsa wî lawaz) û vîzyonên nementiqî hene, lê belê mijara wan timî pirsgirêkên siyasî ne. Andreï Kourkov mîrasgirekî Gogol e: dema ku realîte bi rastî sosret û sosirmet be, hingê ya ku wê rastiyê nîşan bide fantezî ye.

 

Berlusconîzm, dewam yan dawî?

Yehya Al Selo: Gund, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 120 x 90 cm

Hejmarên navdar ên ji alîyê dezgehên sondajê ve li hukûmeta îtalî hatine mal kirin, yan ji alîyê komîserê berê yê ewropî Mario Montî ve tê bi rê ve birin, dihêlin ku di çarçoveya plana kemerşidandinê de tedbîrên zêde dijwar li ser welêt bên ferz kirin. Silvio Berlusconî neçar ma dev ji wezîfê berde; lê belê dîsa jî wî dê mohreke kûr li civakê xistibe.

 
Syndicate content