LeMonde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Çile 2012 - Hejmar 26

Serge Halimi

Cûntayên sîvîl

Bi bikaranîna şantaja îflasê û tirsa buhranê, du bankavanên berê Lucas Papademos û Mario Montî, berî çendekê li Atîna û Romayê desthilatê girtin ser xwe. Ew ne "teknîsyenên" apolîtîk, berevajî, du zilamên rastê û endamên Komîsyona Sêber in û vê komîsyonê bi tengezarîya xwe ya ji zêdebûna demokrasîya di nav civakên rojavayê navûdeng daye.

 

Çepîtî li ku ye?

Li gel ku kapitalîzm ji salên 1930ê û vir de di krîza herî cidî de ye jî, partîyên sereke yên çep, kerr û lal in, bê deng in û ji hev ketine. Di halê herî baş de, ji bo sîstemê li çareserîyên spînozî digerin. Gelek caran ew bi xwe jî, dikevin nav hesteke berpirsiyarîya ku ji lîberalan paqij bibin. Ev rewşa ha, ev lîstika polîtîk ya asêbûyî, dê heta ku derê berdewam be? Di demeke wisa de ku ji alîyekî din, hêrsa civakî her bilind dibe.

 

Tûnis, serxweşîya gengazan

Dara Aram: Erdê sor, boyaxa akrîl li ser tûwalê,  50 x 52 cm

Nêzî salek piştî xwekuştina Sîdî Bouzîyê ku çirûska serhildanên erebî vêxist, Tûnis hilbijartinan li dar dixe. Kampan-yaya hilbijartinê ya bêserûber, li ser bingeha pêwistiyeke lezgîn a civakî tê meşandin.

 

Şantaja li Waşîngtonê

Gengeşîya li ser kêmkirina deynê Amerîkayê yê ku serok Barack Obama û piranîya komarxwazên Kongreyê tîne hemberî hev, mijara bingehîn vedişêre: Obamayê ku nema karî li hemberî dijberên xwe, xwe ragire, bi carekê paş de gav avêt û qebûl kir ku zêdetirî sê çarîkên çavkanîyên butçeya deh salên pêşîya me, ango 3 000 mîlyar dolar, bi rêya kêmkirina butçeyên civakî, bên bi dest xistin. Dihat payîn ku rasta amerîkî wê bi vê serkevtinê têr û kêfxweş bibûya, lê belê ew hertim zêdetir dixwaze. Ew her tiştî dixwaze.

 

"Bi xwestina hîvê bila rûyê we sor nebe: Ew e ya ji me re pêwist"

Wêneyên Zarokan 04

Krîza deynî ya ku hin welatên ewropî da ber xwe, kete werçerxeke berê nedîtî: weke encama tercîha welatên deyndar a xilaskirina bankeyan, ev krîz desthilatdariya dewletê bi awayekî ji taqetê ketî dixe bin wesayeta dezgehên bi dengdana gerdûnî peyda bûne. Qedera gelên ji Yewnanîstanê, Portugalê û Îrlandayê êdî li parlemanan diyar nabe, lê belê li buroyên bankeya navendî, Komîsyona Ewropayê û Fona Darayî ya Navneteweyî IMFyê tê diyar kirin. Li benda hevgirtineke tevgerên civakî?

 

Bîrbirineke bêhiş

Her kî rabe û li ser îmtiyazên olîgarşîyê, hertiştfiroşîya sînornenas a çînên rêveber ên fransî, diyarîyên ji bo bankayan tên kirin, serbestfiroşîyê û meaşên bi bahaneya reqabeta navneteweyî tên kêm kirin, gotineke nebaş bibêje û rexneyekê bike, bi carekê weke populîst tê reş kirin. (1) Û bi ser de jî tê gotin ku ev kes bûye "lîstoka rastgira tundrew".

 

Piştî çar salan...

Mîrê Hêkan: Bêna azadîyê, (1993) Teknîka şexsî ya li ser tabloyê, 120 x 60 x 14 cm

Fona Pereyan a Nevneteweyî (IMF) hê nû lê mikur hat: "Qederê çar salan piştî destpêka krîza malî, bawerîya bi îstîqrara sîstema bankeyan a navneteweyî hê jî divê bi tevahî bê nû kirin." (1) Lê belê tiştê ku serokê Rezerva Federal a Amerîkî Ben Bernanke weke "Buhrana Mezin [ya sala 1929ê] jî di nav de, krîza malî ya herî xirab a dîroka dunyayê" (2) dinirxîne, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nebû sedema tu mueyîdeyên cezayî. Goldman Sachs, Morgan Stanley, JP Morgan pereyên xwe li hilweşîna sermayeguzerîya bi rîsk didin û van bi lez û bez pêşniyazî mişterîyên xwe dikin...

 

Davikên şerekî

Ismet Polatli: Razber II, boyaxa rûnî li ser kartonê, 50 x 70 cm

Bi mehan e ku serhildanên li welatên ereban, kartên siyasî, dîplomatîk û îdeolojîk yên herêmê ber bi îstîqameteke demokratîk ve rê dikudînin. Zexta lîbyayî ev dînamîk tehdît dikir. Û şerê rojavayî yê ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve jî pêşî lê hat vekirin, berî çendekê li vê dîmenê daneyeke ku encamên wê şolî ne, zêde kir.

 

Sibê jî dora Îranê ye?

Gökhan Aslan: Lêlata şeklî, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 100 x 150 cm

Guleyên kujer, dibe yên şiîyan bin, dibe yên sunîyan; dibe yên nêrînnerman bin, dibe yên nêrînhişkan, dibe yên hevalbendên rojava bin, dibe yên "dij-emperyalîstan". Kesên dimirin jî her wisa. Lê belê rejîmên ku guleyan direşînin hemû dişibin hev. Rejîma Trablûsê karî utopyaya xwe ya ji bo şoreşa cîhanê, bi kontrola sînorên Yekîtîya Ewropayê biguherîne (1).

 

Ya nemumkin diqewime

Fewzî Bîlge: Ba, Boyaxa rûnî  li ser tûwalê,  50 x 80 cm

Berpirsîyarên siyasî hez dikin behsa "tevlihevîya" tiştan bikin da ku rave bikin ku daxwaza veguherandina wan, dînane ye. Lê belê di hin şert û mercan de her tişt dîsa gelekî hêsan dibe. Çawa ku, weke mînak, piştî 11ê îlonê, kevneserokê DYAyê George W. Bush li ser herkesî ferz kir ku di navbera "me û terorîstan" de tercîha xwe bike. Li Tûnisê ev tercîh di navbera dîktatorekî dost û "rejîmeke mîna ya Talîbanan li bakurê Afrîkayê (1)" de bû.

 
Syndicate content