Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Orhan Miroglu

Hilbijartinên giştî û yekîtîya neteweyî ya kurdan

Mîrê Hêkan: Bablîsoka şabûnê, (1993) Teknîka şexsî ya li ser tabloyê, 120 x 60 x 8 cm

Hilbijartinên li Tirkiyeyê dîsa di bin sîya gengeşîyên her sê partîyên mezin de pêk tên, ku yek ji van partîyan jî di warê çareserîya pirsgirêkên welêt de xwedî bernameyeke aşkere û fambar nîne. Heta niha li ser pirsgirêkên kurd û ermenî, dawîlêanîna şidetê, ku her ku diçe civakê dorpêç dike, berfirehtirkirina maf û azadîyên bingehîn, Qanûna li dij Terorê (TMK), ku herî zêde serê siyasetmedar û rewşenbîrên kurd dixe belayê, pêvajoya muzakereyên digel Yekîtîya Ewropayê, ku gelek hêdî dimeşe û herweha sebaret bi destûreke nû ji partîyên siyasî gotineke cidî nehat.

 
Syndicate content