Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Meron Rapoport

Gava ku leşker qanûna bêdengîyê dişkînin

Rêdî Seîd Toprak: Komwêneyên  binxetê I,  li ser tuwalê teknîka tevlîhev, 120 x 140 cm

Ez dê ji we re bibêjim ka kengî ez jidil tirsiyam. Me li Xezayê operasyonek pêk dianî; em li pişt barîkadeke leşkerî bûn û zarok ber bi me de hatin û dest pê kirin kevir avêtine me. Li gor telîmatan, gava ew [filistînîyek] li deverekê be ku bikare keviran bavêje me, herwiha dikare narincokekê jî li me bide; lewma min li wî reşand. 12 an jî 15 salî bû. Bawer nakim ku min ew kuştibe, hewl didim, xwe qanih bikim [ku min ew nekuştiye] da wijdanê min rihet be, da bikaribim bi şevan baştir razêm.

 
Syndicate content