Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Maurice Lemoine

Li himberî deyndêran, bêrûtîya arjantînî û tirsonekîya yûnanî

Muzaffer Oruçoğlu: Keç, teknîka tevlihev, 49 x 39 cm

Krîza yûnanî ne nadir e. Lê belê, welatên din ên di bin barê giran ê deynan de mayî, wek Arjantîna dehsalên 1990-2000ê, biryara êdî deynên xwe nedin girt. Ev meseleya nîşandêr hem mantiqê ku ber bi bobelatê ve diajo, hem mekanîzmayên ku dikarin rêyeke derketina ji tengasîyê bidin Atînayê, xuya dikin.

 

Di nav daristanê de bajarê taybet

Serokdewlet Porfirio Lobo 18ê çileyê, di civîneke çapemenîyê de bi kelecan got, “ez bang li gelê xwe dikim ku xeyal bike û bijî li devereke îdeal, ya ji sûcan şûştî, li ser erdekî xweser xwedî sîstemeke perwerdeyê û tenduristîyê ya baştir”. (1) Paul Romer dikare xwe razî bihesibîne.

 

Vebîner û Fatîh

Doktor Livingstone, ma ez melheze dikim? di 1871ê de, li ser peravên gola Tanganykayê, hevdîtina sembolîk a rojnamevanê îngilîz-emrîkî Henry Stanley û mîsyonerê skoçî David Livingstone ku bi salan e haya me ji wan nemabû, bi têra xwe alîkarîya populerkirina îmaja vebîneran kir; wê ji wan di dema wan de lehengên navdar ên rastî çêkirin. Gilbert Grellet ji bo ku bide ser şopa efsaneyên wan yên li ser sînorên dinyaya tê zanîn, pişta xwe dide nivîsên ku li Le Tour du Monde (Gera Cîhanê) hatine weşandin. (1)

 

Stêrk, mûz û pereyê sexte

Da ku fonên aborî peyda bike, rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (Reporters sans frontières-RSF), pirtûka bi navê 100 wêneyên René Burri ji bo azadîya çapemenîyê belav kiribû. (1) Fikreke pir baş e. Burri yek ji wênegirên "navdar" e. Daniel Cohn-Bendit di pêşgotina xwe de bi henekî dibêje, "dema ku wêneyê bergê yê sembolekî –weke Ernesto Che Guevara –be û tew ku şoreşa wî hîn jî bi ser neketibe, dibe tiştekî dijwar!".  Gava ku mirov dijberîya RSFê ya li hember Kubayê bizanibe, rengdêra "dijwar " pir sivik dimîne. Gelo ji ber ku li ser navê berevanîya rojnamevanan e, ev dijwarî rave dibe?

 

Înternasyonala Sosyalîst an jî tu tişt nekirina li Amerîkaya Latîn

Mehmet Latif Saglam: Rêza batirsokan, li ser tuwalê boyaxa akrîl, 100 x 100 cm

Sala 1951ê Înternasyonala Sosyalîst (ÎS) çalakîyên xwe ji nû ve bi rêk û pêk kirin da ku "gelan ji girêdanan wan ya bi kesên navgînên hilberandinê di destê xwe de digirin, azad bike". Şêst salan piştre birêveberên wê tercîh dikin ku behsa "birêkûpêkkirina adil a bandorên globalbûnê yên zirarê didin" bikin. Jirêderketine hêdî ya ku helwêsta van "sosyalîstan" li hemberî hempîşeyên wan ên latîno-amerîkî nîşan dide.

 

Amerîkaya Latînî xwe vedixwîne Rojhilata Navîn

Fewzî Bîlge: Wejîn, Boyaxa rûnî li ser tûwalê, 70 x 60 cm

Kanûna 2010’ê Brezîl, Arjantîn, Bolîvya, Guyana û paşê Ekwatorê dewleta Filistînê "di nav sînorên 1967’ê de" nas kirin – bi vî rengî li welatên weke Kosta Rîka, Kuba, Nîkaragua û Venezuelayê yên ku ji destpêka îlankirinê ango sala 1988ên ve ew nas kirine, zêde bûn. Gelo ev nîşaneke nû ya azadbûna herêmekê ye ku Îsraêl lê pirî caran pêkhatina siyaseta amerîkî diyar dike?

 

Rê, pire, elektrîk û Pacha Mama

Kerî ya li bin Darê - Murat Yazar

''Em di cihaneke cuda de dijîn. Ew li Bolîviya’yê dijîn, em li Collasuyo'yê!'' Zilamê şêrîn ku li vê derê dijî, birêz Constantino Lima, rêvebirê Tevgera Indiyan Tupaj Katari (Mitka), li La Paz’an hêrs dikeve, bi gotinên tund li dijî Q’aras –kesên sipî. ''Axa dayîk, Pacha Mama, Ewrûpa’yê daye wan; wê Afrîka ji bo afrîkiyan hişt, Asya ji bo asyayiyan û, ji bo me jî Bolîvya hişt. Bi ya qanûna me ya ''bingehî'', pêwîst e cezayê îdamê li hemû ewrûpiyan were birrîn, ji ber ku wan, bi dagirkirinê, sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê pêk anîne.

 

Revolución o muerte!

Sipaz. Files. Jinên Îndîana dibêjin Ya Basta!

An şoreş an mirin! Tekoşîna bi armanca têkbirina dîktatoriya pîr ku ji çil salî vir ve Nikaragua’yê weke hacienda xwe birêve dibir pir bizehmet û çetin bû. Li hemû derê vê yaxa golên pembe û bi volkanên zer şer hate meşandin. Ev tê wateya ku eşqa gelêrî ji 19’yê Tîrmeh a 1979’an şûnde, dema ku bi çekan hilbijartin pêkhatin, muchachos’yên Eniya Sandinîstan a Rizgariya Neteweyî (FSLN) pir pêş de çû û general Anastasio “Tachito” Somoza ji cihê wî qetand.

 
Syndicate content