Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

M. Malmîsanij

Riya ku ji antîkurdolojiyê ber bi kurdolojiyê ve diçe û Îsmaîl Beşîkçî

Mahmut Celayir: Seyraneke dawiya havînê 2, akrîlboyaxa ser tûwalê, 140 x 200 cm

Peyva kurdolojîyê (kurdna-sîyê) bi gelemperî tê wateya xebat û lêkolînên li ser ziman, dîrok, wêje û avabûna civakî ya Kurdan. Heman peyv, ji bo binavkirina wan dezgehên îlmî jî tê bikaranîn ku li ser van mijaran xebatên zanistî dimeşînin (1). Ji ber ku li Tirkiyeyê hebûna Kurdan hatiye înkarkirin û her tiştê ku bi Kurdan re têkildar e digel navê welatê wan Kurdistanî hatine qedexekirin, li vî welatî tu xebatên kurdolojiyê çênebûbûn. Îsmaîl Beşîkçî, di vî warî de di zanîngehên Tirkan de awarteyek e.

 
Syndicate content