Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

LMd

JI ÇAPEMENÎYÊ(29)

Tirkîyeya Erdogan: Desthilatdarîyeke bêrehmtir

Di dehsalîya xwe de hikûmeta AKP ji demên berê jî zordesttir e.

Rojnameya Financial Times di 28ê mehê de gotarek li ser hikûmeta AKPê û serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan weşand. Di gotarê de ku ji alîyê David Gardner û Daniel Dombey ve hatiye nivîsandin, bal tê kişandin ser wê yekê ku di serdema dehsalî ya Erdogan de Tirkîye careke din bû hêzeke herêmî. Aborîya wê bi qasî leza Çînê mezin bû û gelek dibistan û otoban hatin ava kirin. Herweha muteşebisên 'Pilingên Anatolyayê' jî li hember hin şirketên mezin rabûn.

 

JI ÇAPEMENÎYÊ(28)

Rewşa Sûrîyeyê û Tirkîye

Rojnameya brîtanî Daily Telegraph di 2ê adarê de li ser rewşa Sûrîyeyê nivîsî. Rojname dibêje ''Piştî serkeftina li Humûsê, bi hezaran li ber bextê yekîneyên Esad hatin hiştin'' û rojname herweha fikaran radigihîne ku sîvîl dê ji alîyê rejîmê ve werin ceza kirin.

 

JI ÇAPEMENÎYÊ(27)

Erdogan, edalet û dewleta hiqûqê

 

JI ÇAPEMENÎYÊ(26)

Îslam, Demokrasî û Tirkîye

Di 22ê kanûnê de rojnameya Financial Times di sernivîsa xwe de cih da raperîna li welatên ereb û hatina demokrasîyê. Di gotara bi sernavê "Ol nabe ku li Rojhilatê Navîn Demokrasîyê betal bike" de Tirkîyeyê jî wekî mînak dide.

 

JI ÇAPEMENÎYÊ(25)

Tirkîye li Sûrîyeyê cihê xwe xweş dike

Rojnameya brîtanî The Guardian di 16ê sermawezê de gotarek li ser biryara rawestandina endametîya Sûrîyeyê ya Cem'ata Ereban û rista Tirkîyeyê weşand. Di gotarê de, ku ji alîyê Simon Tisdall ve hatiye nivîsandin, tê dîyar kirin ku "Digel karbidestên Sûudî û piştgirîya aşkere ya melikê Urdunê ji bo raperînan, Erdoğan û wezîrê wî yê kar û barên derve Ahmet Davutoğlu, ku ev demeke dirêj e xwedî arezûyên serokatîya herêmî ne, weha xuya dike ku ji bo serdema piştî-Esed cihê xwe çêdikin."

 

JI ÇAPEMENÎYÊ(24)

Ka hikûmetên demokrat digel terorîstan bazar nedikirin?

 

Sedsalek berê li Amerîkayê (DYA), nîqaşeke bingehîn

Serpil Odabaşi: Bênav, 100 cm x 40, teknîka tevlihev li ser tuwalê

Reformîst, American Fede-ration of Labor (AFL), Federasyona Amerîkî ya Karkeran, demek dirêj li hember şoreşgerên Industrial Workers of the World (IWW) -Karkerên Endustrî yên Cîhanê û Partîya Sosyalîst sekînîn. Di navenda raberizînên wan de pirsek: Gelo divê ku sendîka mafên karkeran yên acîl biparêzin an wan ji bo tekoşînên polîtîk yên dûr û dirêj amade bikin?

 

JI ÇAPEMENÎYÊ(23)

Muşterekên Îsraîl û Tirkîyeyê

Rojnameya amerîkî New York Times di 17ê îlonê de sebaret bi rûdanên dawî yên navbera Îsraîl û Tirkîyeyê gotarek weşand. Di gotarê de, ku ji alîyê Ethan Bronner ve hatiye nivîsandin, piştperdeya tengezarîya di navbera herdu welatan de tê nirxandin û tê gotin ku her du hevalbendên Amerîkayê li ser çavkanîya pevçûnê de, ne hevbîr in. Dema ku Tirkîye meseleya Filistînê wekî sedem nîşan dide, Îsraîl jî dibêje ji ber mebesta xwe ya serokatîya herêmî Tirkîyeyê dev ji Îsraîlê berdaye.

 

JI ÇAPEMENÎYÊ(22)

Îstîfakirina serfermandarên artêşa tirk

Dest ji kar kişandina komî ya serfermandarên artêşa tirk di çapemenîya cîhanê de bi awayekî berfireh deng veda. Di 30ê tîrmehê de kovara hefteyî ya almanî Der Spiegel ev îstîfa bi serenavê "Artêş li hember Erdoğan teslîm bû" ragihand. Di gotara Jürgen Gottschlich de her weha tê şirove kirin ku ev îstîfa dê destê serokwezîr Erdoğan hêzdartir bike.

Kovara almanî wekî din nivîsand ku ev bûyerên dawî nîşan didin ku li Tirkîyeyê êdî serdemek bi dawî hatîye û serdemeke nû dest pê kirîye. Der Spiegel weha dirêjahî pê da:

 

Ji Çapemeniyê

Bi çavê îsraîlîyan xweserîya kurdan

Ragihandina xweserîyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a 14ê tîrmehê di ber sîya pevçûna navbera artêşa tirk û gêrîlayên PKKyê ya li Farqîna Amedê de ma û ne li cem raya giştî ya navneteweyî, ne jî li cem çapemenîya cîhanê deng veda. Rojnameya Îsraîlî Jerusalem Post di 23ê tîrmehê de gotarek sebaret bi vê bêdengîyê weşand. Gotara ku bi îmzeya edîtoryal hatiye weşandin dibêje "Ragihandina yekalî ya xweserîya kurdan a li Tirkîyeyê bi bêdengîya mirinê hat pêşwazî kirin. Dinyayê ev yek paşguh kir."

 
Syndicate content