Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Laurent Cordonnier

Krîz, riya jê xilasbûne ev e?

Zoro Mettini: Ahenga nehemîn ya Beethoven, boyaxa rûnî li ser tuwalê û teknîka tevlihev, 90 x 90 cm

Ev çîrokeke aborî ya hevdem a Dewletên Yekbûyî (Amerîka) ye ku sê çînên civakî li hember hev radike: Yên sermiyandar, birêveber û çînên gel. Û di encamê de, pir kêm tê dîtin ku çînên gel têk biçin... Krîza "neolîberalîzmê" –Gérard Duménil û Dominique Lévy (1), gava sermîyandarîya diravî û globalbûyî di dema deregulasyona serbest de bi vî awayî bi nav dikin– li hevkirina ku bi dirêjahîya sîh salên dawîn di navbera birêveberîya bilind, giştî û taybetî, berpirsîyarên pirsên diravî û çînên xwedî mal û milk de pêk hatibû dixe ber lêpirsînê.

 

Êlegê jiyanê bo Yewnanistanê, gopal bo Ewroyê

Yves marchand û Romain Meffre: Saeta helandî, Detroi, 2008

Bi sûdwergirtina ji statuya kehanetê, serfkirina gotinên hevnegirtî: ev e îmtiyaza "bazaran". teleskopa îfşaker, ev in yên di heman demê de ji hilweşîna aboriya yewnan a bi tedbîrên zêde bêhn lê hatiye çikandin û ji bêserûberî û sistiya aboriya îtalî gazinan dikin. Gelo mirov nikare li şûna vê rêzika dûrî aqil "rêzikeke zêrîn" a din xeyal bike?

 

Serfkarê dixebite

Rêdî Seîd Toprak: Xaniyên pang, li ser kaxizê qelemrejî, 40 x 80cm

Biserxwevehatin ne tu bêhnvedan e. Me ji berê ve dizanî, dema ku karker -bi taybetî karkera jin- ne "li ser kar" e, hê jî dixebite, ji ber ku dema karê malê ji dema xebata bi meaş pirtir e. (1) Wekî din, ev karker jî mesrefê dike, lê em zêde bala xwe nadin mesrefkarîya wî, tevî ku ew pirî caran bi awayekî belaş ji bo şirket an îdareyan jî dixebite da ku, ji xwe, kar bi dawî bike.

 

Cîhaneke din mumkin e

Serge Latouche nepêşketinê weke armanceke zelal dibîne û ew di berhema xwe ya dawîn de derbasî qada dumahîkê dibe: keşifkirina "çêkirina medenîyeteke xwînsar û herweha hêzeke miqayitê xwe ku bikaribe li pêşîya neçarîya civakeke di pêvajoya mezinbûnê de bibe alternatîf". (1)Ji aborîya mezêxer ya "baş" ku Arnaud Berthoud dibîne, herweha bi alîkarîya nêrînên Ivan Illich û Jean-Pierre Dupuis, Cornelius Castoriadis û Andre Gorz, çêkirina sazîyeke xeyalên din şekil digire, bi hêz dibe û bawerîyê dide.

 
Syndicate content