Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Jean-Luc Racine

Piştî mirina Usama Bin Ladin, Pakistan

Ayşe Kazci: Bênav II, kolaj, rengê pîgment li ser tûwalê, 80 x 100 cm

Piştî êrîşa amerîkî ya li dijî Usama Bin Ladin ya ku qelsiyên artêşa Pakistanê lê eşkere kirin, Pakistanê xwest ku Dewletên Yekbûyî bide zanîn ku ew ê dused eskerên bi awayekî fermî li ser erdên wê ne, vekişîne. Ev tedbîr sembola têkiliyên bi xirecir ên di navbera Îslamad û Waşîngtonê de ye.

Operasyona biserdegirtinê ya amerîkî ya ku şeva 1ê gulana 2011ê diqulibî ser 2yê gulanê, beşek ji wê perdeyê rakir ku li ser şerê di sî û tarîyê de bû; ew şerê di navbera rêxistinên îstixbaratê yên amerîkî û pakistanî de. Bêyî ku tevahîya sir û razan eşkere bike.

 

Şerê di nav îslamê de

Tîrmeha 2007ê –artêşa Pakistanê êrişê dibe ser Mizgefta Sor a li Îslamadê ku stara îslamîstên întegrîst (hişkbawer) e. Çend meh piştre li herêmên eşîrî "Tevgereke Talîbanan a Pakistanî" kom bû. Siyaseta nezelal û nakok a serokdewletê hingê general Pervez Muşeref ê ku hedefa êrişên ji 2003yê û pêde bû, kir ku beşeke ji milîsên îslamîst ên ku ji alîyê rêxistinên taybet ên artêşê ve dihatin bi kar anîn, bibin dijbera desthilatdarîyê. Hin milîs redkirina wî ya fermî ya cîhadê qebûl dikin, ji ber ku komên qedexekirî dikarin di bin navên din de dîsa xwe saz bikin.

 
Syndicate content