Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Jean-Arnault Dérens

Balkan û dawîya xeyala ewropî

Ayub Raoof Mahmood: Bênav 5, li ser tuwalê teknîka tevlihev, 60 x 90 cm

Xirwatistan, dê di 1ê tîrmeha 2013ê de bibe endama bîst û heşt ya Yekîtîya Ewropî. Dengdaran, di 22yê çileya paşîn de beşdarbûna welatê xwe ya Yekîtîyê pejirand. Herçend dengên "erê" li dor % 67ê bin jî, beşdarîya kêm (%43yê dengên tomarkirî) a dengdanê rêjeya wê kêmtir dike. Di rastîyê de, xirwat bêşewq û heyecan xwe amade dikin ku beşdarî Yekîtîyê bibin. Perspektîfa ewropî, li hemî welatên herêmê gelek ji hêza xwe ya rakêşanê wenda kir.

 

"Şerê qirêj" ê UCKyê li Kosovayê

Gökhan Aslan: Kompozîsyona Razber III, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 100 x 150 cm


Dwanzdeh salên piştî şerê ku eyaleta sirbî ya bi piranîya albanî ber bi riya serxwebûnê ve anî, anket û şahidî pêkutîyên ku endamên Artêşa Rizgarkirina Kosovayê (UCK) kirin, diyar dikin. Qurbanên van pêkutîyan hem li nav sîvîlên sirbî, hem jî li nav reqîbên siyasî yên UCKê hene.

 

Encamên texrîbkar

Gökhan Aslan: Zivrînek, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 100 x 150 cm

Rapora parlemanterê Konseya Dewletê yê Parlemana Swîsreyê Dick Marty ya li ser "îdîayên muameleya ne mirovane ya bi insanan re û bazirganîya qaçax a organên bedena mirovî li Kosovayê" 25ê çileya 2011ê li Meclîsa Parlemanteran a Konseya Ewropayê hat qebûl kirin.

 

Hêz û sergêjiya dîplomasiya sirbî

Sirbistan

Serxwebûna ku Kosovayê gulana 2008’an yekalî îlan kir, lê belê ji aliyê pirraniya Dewletan ve nehatiye naskirin, dê di Meclîsa giştî ya Yekîtiya Neteweyan de ku vê îlonê li New Yorkê dicive, bibe mijara rojevê. Ev sê sal in ku dîplomasiya sirbî hewl dide ku welatên din qane bike ku serxwebûna herêma wê ya berê bi awayekî fermî nas nekin; ji xwe re gellek piştgir jî peyda kirine ku ev hêvî ji wan nedihat kirin.

 

Deryaya reş

La Mer Noire

Deryayeke girtî, bi awayekî pirr bibandor şêlû bûye, hin caran weke dereke « marjînal » hatiye dîtin. Digel vê jî, Deryaya Reş xwediya wateyeke mezin a stratejîk e. Li wê derê, di navbera welatên Kafkasyayê, Yekîtiya Ewropayê, Rûsyayê, Turkiyeyê, welatên Asyaya Navîn û welatên Rojhilata Navîn de cerribandina hêzê tê bikaranîn. Herweha ev dere weke karta rê ye.

Sinop (Turkiye)

 
Syndicate content