Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Îsmaîl Beşîkçî

Rûdanên dawî li Kurdistanê

Zoro Mettini: Kêmasîya hevjînek, boyaxa rûnî li ser tuwalê û teknîka tevlihev, 80 x 60 cm

Di vê nivîsa xwe de ez dê hewlê bidim behsa pêvajoyên civakî û siyasî bikim, ku di van mehên dawîyê de rû dan. Ez dê li ser sê pêvajoyan rawestim. Gengeşîyên li ser Dêrsimê, lêborîna ji bo Dêrsimê, qanûna li ser nijadkujîya ermenîyan ku li parlamentoya Fransayê hat pejirandin û li Qilabanê komkujîya Robozkê.

1. Gengeşîyên li ser Dêrsimê û daxwaza lêborînê

 

Encamên hilbijartinên 12ê hezîranê

Wêneyên Zarokan 07

Encamên hilbijartinên 12ê hezîrana 2011ê divê digel encamên referandûma 12ê îlonê werin nirxandin. Di wê pakêta guhertinan de, ku di referandûmê de hatibû pêşnîyar kirin, madeyeke gelek girîng hebû ku diyar dikir ka Tirkiye dê ji alîyê kê ve were bi rê ve birin. Gelo parlamentoyek, ku ji alîyê gel ve hatiye hilbijartin, û hikûmetek, ku ji parlamentoyê raya pêbawerîyê wergirtiye, dê welêt bi rê ve bibin yan jî burokratên bilind ên leşkerî û sivîl? Anku bi gotineke din, gelo ên hilbijartî yan ên tayînkirî dê Tirkiyeyê bi rê ve bibin?

 

Civata tirk Kurdan çawa fam dike?

Heta roja îro, hêza herî mezin ya ku di warê kurd, zimanê kurdî û pirsgirêka kurdî de teşe daye raya giştî, hertim dewlet bûye. Çapemenî, zanîngeh, dezgehên dadgehî, rêxistinên civaka sîvîl, sendîka, odeyên pîşeyî û hwd. di mijarên wekî kurd û pirsgirêka kurdî de li gor daxwazên îdeolojîya fermî tev digerin. Dibe ku fermanên nivîskî jî hebin, ku nîşan bidin ka kesayetî û sazî sebaret bi van mijaran çawa tev bigerin, bi çi têgihan bipeyivin. Lê belê aşkere ye ku ev ferman bi nivîskî û devkî hatine pejirandin.

 

“Dema ku dewlet bibe mijar, girîngiya dadê namîne”

Zerokên li ser Sergo - Murat Yazar

Di 12’ê Nîsana 2010’an de, li Samsûn’ê, li dij Ahmet Türk, ku serokê Partiya Komelgeya Demokratîk bû, ku ev partî ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû girtin, û endametiya wî ya parlementoyê hatibû betalkirin, êrîşek pêk hat. Êrîşbir bi kulmekê pozê Ahmet Türk şikenand. Ahmet Türk û hevalên wî li Samsûn’ê amade bûn da ku rûniştina darizandinekê, ku dadgeha bilind ji Mûş’ê rakiribû Samsûnê, bişopînin.

 
Syndicate content