Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Frédéric Kaplan

Qîmetê peyvan bi qasî yê zêrî bilind dibe

Serpil Odabaşi: Bênav, 100 cm x 70, teknîka tevlihev li ser kaxizê

Dîroka Googleyê xwerû bi du algorîtman (fermanên li ser Înternetê qeydkirî ku destûrê didin lêgerînên li ser Googleê bên bersiv dan) tarîf dibe: Yekem algorîtma ku dikare li gor hin peyvan rûpelan bibîne ew navdar kiriye; û algorîtma duyem ku qîmetekî bazirganîyê dide van peyvan jî, ew zengîn kiriye. Ji van rêbazên hesabê yên navbihurî, Lary Page û Sergey Brin ya pêşî, dema ku li Stanfordê (Kalîfornîya) xwendekarên doktorayê bûn, saz kir. Ev jî tarîfeyeke nû ya guncawbûna malperên Înternetê li hember daxwazên bikarhêneran bû.

 
Syndicate content