LeMonde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Çile 2012 - Hejmar 26

Claire Brisset

Tiştê ku zarokên me divê zanibin

Zarok2

Mirov dizane hemû guhertinên fermî yên di qada kifşkirina rola dibistanê de, ên li ser programan, li ser pedagojiyê, bi her hawî, mebesta wê, tevrakirina heyecanê ye. Em ji bîr nekin ku serhildan û heyecan cêwiyên hev in, ku heyecan demeke dirêj tevliheviya gel li ser pê disekinîne. Û ev yek ne dûrî aqil e, û hema bêje kêfxweşî ye, ji ber ku perwerdeya gelêrî perçeyekî bi komarê ve girêdayî ye, timûtim, bernameyeke fesalkirina hemwelatiyan e. Ev tê wê maneyê heger destpêkirina sala 2009’an, “zemîna hevbeş ya zanînê û ya rayedariyê” hêja ye ku em li ser bisekinin.

 

Ev hemû zarok li ku ne?

Hemu Zarok

Dema ku Asambleya Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (RNY), di kombûna 20’ê Mijdara 1989’an de li New Yorkê bi yek dengî Peymana Navnetewî ya derbarê mafên zarokan de ku amadekariya wê piştî deh salên danûstendinên gelekî dijwar ajotibû, qebûl kir, rewşa zarokan li dinyayê, ji xerabbûnê bi wê de bû. Li gel pêkhatina pêşketineke berbiçav di van bîst salên dawîn de – ji dawiya salên 1960’î heta dawiya salên 1980 – nîşaneyên xerabûnê ku mirov xembar dikin jî hene. Gerînendeyê giştî yê Fona Netewên Yekgirtî beşa zarokan (Unicef) Bz James Grant digot “pêşketinê arîze dan.’’

 
Syndicate content