LeMonde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Çile 2012 - Hejmar 26

Allan Popelard

Herdû Marakeş

Fehmî Balayî: Dîmenek, Boyaxa rûnî li ser tuwalê, 50 x 70 cm

Referandûma 1ê tîrmeha dawî ya der barê Destûrnameya marokî de bi kêrî qral Mohammed VI hat ji bo ku, qet nebe, karibe xwe weke ku bi demokratîkbûnê re mijûl dibe nîşan bide. Lê belê qedera Marakeş, bajarê ku jet-sosyeteya parîsî ew veguherandiye "Saint-Tropezeke nû" û ji rûniştevanên xwe yên alelade hatiye xalîkirin, bi awayekî pir beloq bêedaletî û newekheviyên ku civakê dikojin radixe pêş çavan.

 

Bajarvanî: şerrekî Cezayirê yê din

Piştî seet 20‘an, bajarê Cezayirê dimire. Berkarên qehwexaneyan kursî û maseyan ji kepiran radihêjin; dukandar perdeyên dukanên xwe digirin. Di valahiya navenda bajêr de, bi tenê barajên polîsan hê jî dimînin, ew ajotvanan kontrol dikin. Terora salên reş, yên erebeyên bombebarkirî di kolanan de û teqînên li ber sînemayan, hê jî di hemû bîran de ye. (1) Bajar hîn di bin rewşa awarte de dijî û kombûn û li hev civîn qedexe ye. Heçî rawestandina îslamperestiyê, dewlet hin daxwaziyên wê pejirandin, daku wê bêhtir kontrol bike.

 

Detroit, Detroit, Detroit û Detroit…

Rustem Aghale - Efekt LMD kurdî

“ Tu bêhn dikî? Ev bêhn tê te?” Daveyê dora sîh salî, li 7 miles roadê dijî, yanî di nîveka taxên feqîr ên Detroit’ê de, neqebeke qederê danzdeh kîlomêtreyan fireh di navbera downtown, ku ji balexaneyên xwe re diyar e, û suburb an jî ew banliyoyên (taxên li derveyî an jî li qeraxa bajarî) dewlemend de ku li qeraxên bajarî belav bûne. Li hember mala wî, aliyê din ê rêyê, pênc lodên xweliyê. Ewqas jî xanî ku heta du heyv berê jî kesine tê de dijiyan. “Duhî şevê yekî din jî hate şewitandin. Her heftî xaniyekî dîtir dibe xwelî li vê taxê.

 
Syndicate content