Aşitî: Di navbera taktîk an jî çareseriyê de!
Di çend salên dawîn de konflîkta Kurdistanê ya li nav sînorên siyasî yên Tirkiyeyê ji gelek merheleyan borî. Di demên dawîn de ev konflîkt berbi ‘pirsgirêka aştiyê’ ye ewule bûye. Belê niha di navbera tirk û kurdan de pirsgirêka aşitiyê qewimiye. Niha li cûreyeke aştiyê tê gerîn, niha li navekî digerin ku li ‘proseya aştiyê’ deynin.
Di tecrûbeyên mînak de jî hatiye dîtin ku di serpêhatiyê konflîktên wiha de ‘pirsgirêka aştiyê’ belkî ji ya şer girantir û aloztir derbas bûye û ew qeder niha di nav tirk û kurdan de jî rûdaye. Ji nîqaş û bûyerên dawîn yê aliyê tirk û kurd diyar e ku wê proseya aştiya vê konflîktê jî ji şerê navbera herdû aliyan girantir û aloztir derbas bibe.
Piştî xesarên mezin ku vî şerî daye kurd û tirkan, niha konflîkt gihîştiye merhele ya axaftina li ser aştiyê! Ger dûbarekirin pêwîst be; ‘’axaftina li ser aştiyê!’’ Ne aştî û ne çareserî bi xwe!
Aştî di konflîktên wiha de di navbera şer û çareseriyê de merhele ya herî hassas e. Di civakên ku bi hêzên xwe yên zînde nêzîkî 30 sal in li dijî hevûdû şer dikin, wê çawa li hevûdû aşt bibin? Li welatekî ku pergala desthilatiya dewleta wê li ser têgeha ‘afirandina dijmenekî û îmhakirina wî dijmînî’ hatibe honandin aştî ewçend wê hêsan be? Ji bo tevgerekî netewî ku xwe wek ‘’rêxistina şer’’ binavbike aştbûn wê çiqas guncaw be?
Niha tirk û kurd piştî şerekî dirêj bahsa aştiyê dikin. Lê belê ji ber ku aştiya dixwazin, tarîf nakin, pirsgirêka aştiyê derdikeve holê. Hikûmet û rewşenbîr jî di nav de aliyê tirk heta niha rêya aştiyeke negatîf nîşanê kurdan dide. Ew dixwazin aliyê kurd şîdetê rawestîne, yanê çekên xwe berde, ji çiya dakeve, teslîmê edaleta dewletê bibe û li benda rehma dewletê bisekine. Lêbelê heta niha di derbarê rewş û mercên ku şîdetê afirandiye de tiştekî biberçaw nîşan nedane. Ji bo hin entelektuelên tirk, ew helwesta hikûmetê jî gavekî êrênî ye. Ji ber ku heta niha formulasyona çareseriya konflîkta Kurdistanê ya siyaseta tirk wiha bû: ‘’Heta terorîstê dawîn jî bê kuştin!’’ Niha guheriye: ‘’Bila terorîst çekên xwe deynin û ji çiya dakevin,’’ li gor wan ev argûment jî guherîneke girîng e. Ji bo akademîsyenan jî ev yek yanê tasfîyekirina şîdeta aliyê kurd û xwesteka xwedîbûna monopola şîdeta dewletê rasterast hewldana ‘’aştiya negatîf e.’’
Di tecrûbeyên dîrokê de diyar e, ku di pirsgirêkên civakî û etnîkî de aştiya pozîtîf yanê li gel tasfîyekirina hemû cûre şîdetê, faktorên ku şîdetê afirandine jî ji holê nayê rakirin, pirsgirêk bidawî nabe. Şîdet û klîmaya şîdetê demekî din dîsa derdikeve meydanê. Gelek polîtologan di teoriyên xwe ya li ser şîdetê de sankî strûktûra dewleta tirk tarîf kirine ku ew pergal çawa sê cûre şîdeta sereke bi aheng bikartîne. Şîdeta rasterast ya dewletê ji alî şîdeta çandî û şîdeta pergala siyasî ve tê xwedîkirin. Ji ber ku dewleta tirk li ser xesbkirina mafên netewî yên kurdan hatiye damezirandin, her neçar e daxwazên netewî yên kurdan bi şîdetê înkar û îmha bike, ji bo yekê strûktûra xwe li ser yasayên şedîd dameziraniye û ji bo parastina van yasayan jî şîdetê bikartîne. Di fikir, îfade û kiryaran de şîdeteke sêkolî bikartîne. Ne wiha be, ‘wê asasê dewletê xerabibe û dewlet perçebibe.’ Ji bo dewlet perçebene divê mêjî û laşê kurdan bê perçekirin. Ev formul li Tirkiyeyê ji sinifa yekem ya dibistana serete heta mirinê di mêjiyê her hemwelatî de tê kolan. Ji ber vê yekê tirkekî ji rêzê her yek stranekî dizane ku ew jî; ‘’Elhamdulilah hepimiz Türk’üz / Elhamdûlîlah em hemû tirk in!’’
…
Dema mirov di vê çarçovê de li şerê navbera tirk û kurdan temaşe dike, dibîne ‘aştiya negatîf’ ya ku wek ‘’tasfîyekirina şer’’ tê zanîn û wiha tê nîqaşkirin esasen dibe rêyeke din ya berdewamkirina pirsgirêkê. Ji ber ku yê diqewime ne şerê navbera dû dewleta ye, şerekî navxweyî, şerekî civakî, şerekî çandî, şerekî netewî ye. Pisporên aştiyê dema ku ji pirsgirêkên navxweyî-civakî-netewî re li çareseriyekî digerin, bahsa aştiya pozîtîf û negatîf dikin. Ji bo aştiya pirsgirêkeke wiha jî yek rê tenê heye: Bi hemû naveroka xwe aştiya pozîfîf! Yanê ne tenê çekberdana aliyekî an jî bidawî anîna şîdeta serhildêran, bidawî anîn û rakirina rewş û mercên ku dibe sedemê serhildan û şîdeta serhildêran gerek e. Di hemû nexşereyên heman serpêhatiyan de deriyê xezîne ya aştiyê bi van peyvan vebûye: Wekhevî û edalet, ji bo herkesî!
…
Li aliyê din çavderên pirsgirêkê dizanin ku êdî mesele ne di navbera Dewleta Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê de ye, lêbelê di navbera civaka tirk û kurd de ye jî. Leşker û gêrîlla êdî ne tenê li ser navê xwe, li ser navê hêrsa civaka xwe jî şer dikin. Xeter jî ji vir destpêdike. Li cîhekî ku kanalên axaftinê têkdiçin, şer êdî berwarî ye, yanê hemû civak ketiye nav avzêla şîdetê û her cûre têkiliya navbera civakan bi şîdetê hatiye dîlgirtin. Ji ber vê yekê jî êdî li kolanên Tirkiyeyê lînckirina kurdan an jî kuştina zarokan ji alî hêzên dewletê ve, an jî molotofkirina dikan û seyarayen ji alî gêncên kurdan ve destpêkiriye. Şîdet ji çiya û zindanan daketiye kolanan û ne tenê kes û hêzên fermî, hemwelatî jî mafê bikaranîna şîdetê ji bo xwe rewa dibînin. Dema ku bi vî awayî li meselê neyê temaşekirin, ne axaftinên li ser çekberdana gerîla û daketina ji çiya ne jî efûkirina wan an jî serbestberdana Birêz Öcalan meseleyê çareser nake.
…
Ji ber di konflîkta Kurdistanê de strûktûra dewleta tirk fail e, yanê sebeb û kirdarê pirsgirêkê ye di axaftina li ser mijarê de jî berê tîrê ber bi xwe ve dikşîne. Gelo çima dewleta tirk di sedsala 21’an de di vî şerê ku hemû nirx û serweta wê mehû dike de bi israr e? Çima heta niha jî ‘’înkara kurdan’’ di yasayên vê dewletê de bi hemû rûyên xwe cîh digrin û artêşa tirk ji bo ‘’îmhakirina kurdan’’ heta niha jî ji ya xwe nehatiye xwarê? Çima di proseya axaftina li ser aştiyê de cesedê gerîlayên kurd li pişt panzeran girêdide û kaşdike û dîmenê vê kiryara xwe li cîhanê belavdike, çima polîsên tirk siyasetmedarên hilbijatî yên kurd li pişt hevûdû rêz dike û weneyê wan yê qelepçekirî li medyayê belavdike? Çima partiya qanûnî ya kurdan -ku nikare xwe wek ‘partiyeke kurd’ jî binavbike- tê qedexekirin û aştîxwazekî wek Birêz Ahmet Türk ji meydana siyasetê tê avêtin?
Û bi îzna we çend pirsên din;
Di meclîsa Tirkiyeyê de mebûsekî bi kurdî bahsa budçeya kêm ya bajarê xwe bike an jî zarokekî kurd bi zimanê xwe di dibistanê de fêrî matematîkê bibe an jî navê ‘’Diyarbakir’ê’’ bibe ‘’Amed’’ wê çibibe? Ger polîsekî tirk dema guh li straneke kurdî bike yekcarî destê xwe navêje demança xwe, ger leşkerekî tirk dema rengên keskesora kurdan bibîne bê hemdê xwe ne veciniqe wê çi bibe? Wê asîman werin xwarê? Wê tsûnamî rabe? Wê zivistana nukleer biqewime? Wê tofana Nûh dûbare bibe?
Çima li vî welatî De Gaulle’kî dernakeve? Çima ev pevçûnên ku êdî bûye ‘’şerên xaçparêziyê’’ nikare bi dawî bibe? Tirk û kurd ne layiqê aştiyê ne? Xwediyê projeyên ‘vebûnan’ Serokwezîr Birêz Erdoğan wê heta kengê li dervayê mîndarê gulaşê bike?
…
Bersiva van pirsan ji bo ku psîkolojiya aliyan dide der, giring in. Belê, dû aliyên ku 30 sal şerê hevûdû kirin, divê berî hertiştî ji nefreta xwe xelas bibin. Ne hêsan e ku du civakên salên dirêj ji bo mehûkirina hevûdû têkoşiyabin zû bi zû werin rûyê hev. Hingê tecrûbe rêyekî nîşan dide, divê aqil û ûcdan derkeve pêş. Aqil û ûcdan jî rêya terapiya civakî nîşan dide! Tîpê yekem yê alfabeya terapiyê jî, ji holê rakirina stûktûra şedîd ya dewletê destpêdike. Ne tênê dewlet hêzên xwe yên ewlekariyê ji dewreyê derxîne, ew bingeha ku hêzên xwe berî sînga kurdan dide divê ji holê rake. Hingê axaftina li ser aştiyeke pozîtîf mimkûn dibe. Yanê strûktûra xwe ya ku li ser şîdetê hatiye damezirnadin ji holê raneke û bingeha edaleteke mayinde ne damezrîne, wê ev pirsgirêk hîn gelek bajo.
Dema mirov li vî aliyê meselê temaşe dike, tiştê ku li holê ye ne ‘pirsgirêka kurd e’, bileqs ‘pirsgirêka tirk e.’ Ji bo ku tirkekî bi cîranê we yê kurd re aşt bibe, divê terapiya aştiyê bibîne. Di konflîktên wiha de terapî çawa dibe, ew karê pispora ye. Ger Kurdistan û Tirkiye wek Cezayîr û Fransa wek Hollanda û Endonezya wek Kongo û Belçîka dûrî hevûdû bûya mimkûn bû ku ew merhele ewçend dirêj û aloz najota, ger aqil û strûktûra dewleta tirk wek ya Îspanya an jî Brîtanya bûna belkî ev konflîkt jî wek ya Euskadî û İrlanda bi awayekî çareser bibûya. Lê diyar e ku ne Kurdistan û ne kurd ne ji Tirkiye û tirk nikarin ji nexşeyê barbikin û biçin cîhekî din!
…
Realîte cuda ye, berî ku li ser xaka Tirkiye û Kurdistanê şerekî berbilav û germ di navbera aliyan de biqewime divê taktîkên bi navê aştiyê ku rasterast hewldanên tasfîyekirina aliyê din e, bê terikandin. Ji tecrûbeya ‘proseya vebûnên’ Hikûmeta AKP’ê jî ev yek têra xwe derdikeve holê. Hêvî û xeyalên aştiyê ya navbera tirk û kurdan de gelek car şikest xwariye, lê hîn jî zindî ye. Ji bo ku kevoka aştiyê cara dawîn û heta hetayê asîmanên vê xakê neterikîne, divê pîroziya aştiyê neyê lewitandin. Herwiha aştî ewçend karekî cidî ye ku pergala sitemkar ya dewletê nikare ji binê vî barî rabe û divê ûcdanê civakê vê rolê bilîze. Ez naxwazim vê hevokeke wiha bidomînim: Mixabin ûcdan ku di dilê însan de ye û dilê însan jî di laşê însan de li aliyê çepê ye û çepê Tirkiyeyê jî riziyaye, niha ji bilî Godot di destê me de tiştek nîne! Ez dixwazim bêjim ku; divê mirov berê xwe ji dîroka xwînî û lewitî vegerîne û ji pêşerojê hêvîdar be. Teyrên aştiyê li ser Tirkiye û Kurdistanê jî digerin!


