Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Armanc û perspektîvên demokrasîya herêmî

Dara Aram: Baxçeyên tîrêjên rojê, boyaxa akrîl li ser tûwalê,  32 x 36 cm

Di dehsalekê de, bi hezaran bajarên dinyayê pratîkên xwe yên demokratîk guherandin. Budceya tevlîker, ya ku 1989ê li Porto Alegreyê îcad bû, sembola vê tevgerê ye û îroj ji hêla 15300 bajarên li hemû parzemînan ve tê bi kar anîn. Armanca wê bersivdana endîşeyên xelkê, bi taybetî xelkê belengaz e, ku gelek caran li derveyî birêvebirina şaredarîyan tê hiştin. "Pêwîstîya nîqaşê" ya modernîteyê, bi gotinên siyasetnasên fransî Yves Sintomer û Loïc Blondiaux (1), gav bi gav li ser birêveber û rayedarên cîhanê ferz dibe. Bi awayekî berbiçav, encama wê vekirina cihên desthilatê ji bo dîyaloga siyasî û civakî ye. Zemînên weha tên bi rê xistin -weke zemînên ku Foruma Aubagneyê ya 2011ê tevin li wan dide- ku rê didin xurtkirina pevguherandinên navan, li alîyekî komele, welatî, tevger û rêxistinên sendîkayî û li alîyê din, hêzên siyasî û nûnerên sazûmanan. Ev înîsîyatîvên hanê pir caran ji hêla sazîyên nêzîkê gel (şaredarî, taxên şaredarîyan, yekîtîyên navşaredarîyan) ve tên pêş xistin, kêmtir caran jî, li asta jorîn (herêm an eyalet, wek mînak li Malagayê an li herêmên îtalî yên Toscane û Lazîoyê). Ji bo ku vê tevgerê şirove bikin, siyasetnasên brezîlî û portekîzî Leonardo Avritzer û Boaventura de Sousa Santos xeleka jirêderketî ya ku demokrasîyên hevdem zeft kiriye, analîz kirin: Ihtiyata li hember rabûn û rûniştina sazîyên nûnerî dibe sedema kêmbûna meraqdarîya ji bo tevlîbûna çalak, ku weke tiştekî "bêbandor" û ji hêza guhertina birêvebirina giştî bêpar, tê hesibandin. (2) Helkirina vê "patolojîya" aîdê civakên lîberal tê maneya îcadkirina pratîkên ku rê li ber derketina ji warê axaftinê û tesîrdayîna li biryarên hikûmetî vedikin. Li berevajî daxwazên hin meylên lîberal ên ilhama xwe ji New Public Management werdigirin (3), ev pêvajo bi guherandina têkilîyên navbera xizmetdêr û bikarîner/mişterî ne sînorkirî ne. Bi xêra wan, çanda siyasî dikare bê guhertin, da ku hemû beşên gel bi rastî tevlî wê bibin. Bi tarîfeke weha, tevlîbûn ne ji minaqeşeyê û ne jî ji pevçûnê ditirse, lewre ku ew nirx dide nihêrînên cuda, yên bi azadî tên îfade kirin. Jixwe, rabûna tansîyonan a ligel vebûna zemînekî dîyalogê ji bo kesên ku dengê wan pir zêde ji hêla piranîya siyasîyên serdest ve hat tepisandin, tiştekî pir asayî ye. Wekî din, ev dijberîyên stewr nînin, lewre ku armanca wan ew e ku berjewendîyên giştî yên civatê derxin holê. "Beşdarîya" xelkê weha li dij tiralîya tişta ku sosyolog Antonio Tosi navê "teorîya îdareyî ya pêwîstîyan" lêdike, radiweste. (4) Ew behsa sazûmanan dike ku, pirî caran, xwedîyên îmkana nasîneke kûr a tevahîya erdên xwe û hîskirina pêwîstîyên wan ên îfadenebûyî nînin. Zêdebûna newekhevîyan û xwepêşandana pirşiklî ya xelkê, pirsên nû li ber bajaran datînin û bajar jî bersivên ji berê de hazir didin wan. Ji ber vê yekê, bi taybetî li Amerîkaya Latînî û Afrîqayê (nivîsara Bachir Kanoute bixwînin), birêvebirina şaredarîyan mecbûr ma ku xwe bi temamî biguherîne. Ev ne tenê tevgereke nûmûnîsîpalîst e. (5) Bi rastî jî, divê kokdan û belavbûna nûbûnên li asta bingehîn, di dawîyê de, rê bidin guherandina hemû sewîyeyên hikûmdarîyê.

Armanc, bicihkirina "federalîzmeke piştgir" e ku "xwe dispêre xelkê" ye

Armanc bicihkirina "federalîzmeke piştgir" a "xwe dispêre xelkê" tê, da ku têkilîyên navbera xelkên cihê yên dewletê reforme bibin û pevguherîna çand û welatên cuda xurt bibe. Dinyaya siyasî ya herêmî weha xwe weke xeleka pêşî ya pevgirêdana aktorên "civaka sîvîl" bi sazîyên nûnerî ve pêşkêş dike. Tevgera neteweyî ya ji bo reforma bajarî (Fórum Nacional de Reforma Urbana, FNRU) li Brezîlê ji bo rola hewldanên herêmî di guherandina mayînde ya siyasetên dewletî de yek ji mînakên herî baş e. Di welatekî wisa de ku bajarvanîyeke lezgîn û cihêkarîyeke zemînî û civakî lê heye, FNRU ya 1988ê damezrandî li dij cîhûwarên bêistiqrar û ji bo birêvebirineke şaredarî ya demokratîk têkoşiyaye. Di Meclîsa Damezirîner a 1988ê de, wê nivîsandina prensîpa fonksîyona civakî ya bajêr di zagona bingehîn de bi dest xist, ku herweha tê maneya bicihkirina mekanîzmayên beşdarîya yekser a gel. Ev jî çarçovekirina hiqûqa mulkîyeta ferdî ji bo sedemên berjewendîya giştî dihewîne.

Di vê têkoşînê de, wê piştgirîya ji hezaran bêhtir komele, sendîka û komên pîşeyî wergirt, herweke li asta herêmî bicihanîna pir nûbûnên ku wê pêşnîyar dikirin. Bi xêra vê xebata li ser zemîn a ku şaredarîyên pirhejmar, tevî rîskan jî, bi awayekî serkeftî da meşandin, FNRUyê di 2001ê de qanûna li ser "statûya bajaran" bi parlemana brazîlî da pesind kirin (hem jî bi yekdengî û di bin serokatîya Fernando Henrique Cardoso yê piştgirê îdeolojîya lîberal de). Ev çarçoveya hiqûqî ya bajarî, heta niha li cîhanê ya herî wêrek e. Lê belê, tevî pêşketinên xuyanî, belavbûyîna demokrasîya beşdar li hemû parzemînan bi hewldanên bixwevekişandinê re rû bi rû dimîne. Siyasetnasa brezîlî Evelina Dagnino weha behsa "nêzîkbûneke fahş" (6) a li nav daxwazên gelan û cureyeke bîrdozîya lîberal dike. Sazîyên navneteweyî yên mezin weha "tevlîbûna" herêmî dikin amûra bêberpirsyarîkirina sazûmanan û kêmkirina rola dewleta civakî. Piştgirîdana hevkarîyên ligel rêxistinên sektora sêyem -komeleyên weqfî û piştgirîyê- weha çarçoveyên dewletî yên piştgirîyê xira dike û mekanîzmayên weqfî an sîgortayên ferdî dixe şûna wan. Di perspektîveke utîlîtarîst de, berê beşdarîya welatîyan xwerû ber bi îfadeya ferdî û zêdebûna mekanîk a bijarteyên wan ên cihê tê dayîn. Mînak dema ku hilbijartî niştecihan vedixwînin da ku planên nûbûna bajarî şirove bikin -di piranîya paytextan de dezgehên agahîyan û pêşangehên xweşik tên bi cih kirin û weha çêdibe-, bêyî ku bibin xwedîparên biryardanê. Herweha, hin aletên elektronîk (weke forumên sohbetê yên malperên Înternetê yên bajaran) xwerû rê li ber "dîyaloga" nav welatî û birêvebiran vedikin û ev birêvebir hê jî dikarin bijarteyên welatîyan li gor xwe fêm bikin. Di dawîyê de, sazî "dabeş dikin da ku bêhtir serdest bibin". Nîqaşa ku serokwezîrê îngilîz David Cameron li ser rola "Big Society" (civateke dilxwazan) a di reforma dewleta refahê de da dest pê kirin mînakeke baş e -bi dîtina wî, divê ew mezinîya vê dewletê piçûk bikin û xizmetên wê li derveyî dewletê bên kirin.

Sazîyên civakî û siyasî êdî rewabûna xwe winda dikin

Bazirganê hindistanî Narayana Murthy herweha bi awayekî xedartir perspektîva lîberal anî ser zimên, ligel dirûşmeke ku ew dixwaze wê bi navûdeng bike: "In God we trust. Everyone else brings data to the table" ("Bawerîya me bi xwedê heye. Kesên din bi tenê agahîyan didin"). Ev dîtina utîlîtarîst a beşdarîyê, welatîyan weke "agahîdêrên kilît" ji bo stratejîstên ragihandin an reklamê yên birêvebirên dewletî dihesibîne, li şûna ku hevbiryardêrên xwedîyên zanyarîyan bin. Bi rastî jî, krîza siyasî ya civakên hevdem tê re diçin rê dide fêmnekirinê û birêvebirên herêmî, carina, nêzîkatîya pêşverû yan jî nêzîkatîya lîberal bi ser xwe digrin. Jixwe, rewş li ber çavên herkesî eynî ye: 1) sazîyên civakî û siyasî (birêvebirî, partî, sendîka, medya, dêr, rêxistinên ne hikûmî...) rewabûna xwe winda kir; 2) krîza fînansî serkanîyên giştî yên herêmî dixe tengasîyê, di paşxaneke "destekdêrîya asîmetrîk" de ku jinavendîbûna berpirsyarîyên herî "hessas" (civakî, tendurisitî, binesazî) tê de bêpar e û bê îmkanên biryardayînê tên kirin; 3) pêwîstîyên civakî herweke çareyên teknîk ji bo bersivdana wan zêde dibin. Hilbijartina ji wan çareyan weha dibe kiryareke siyasî ya zehmet a ku bandor li mayîndebûna wan dike. Lewre jî, fikira li ser pratîkên heyî û dîyarkirina têgihan pêwîst e, ji ber ku têgihên nezelal dikarin nûkirina rasteqîn ya siyasetan asteng bikin û heta têk jî bibin. Xwendinên dirust ên "pêwîstîya nîqaşan" jê fêm dikin ku, di civakeke dabeşkirî û bi meylên ferdperest de, divê dîyaloga civakî ji "bedenên navbêrkar" ên ji xwe rêxistinkirî yên cîhana komelegerî û sendîkayî bêhtir bê berfireh kirin. Divê insurên neresmî yên civakê yên "di pêşketinê de" jî bên guhdarî kirin, tevî ku utîlîtarîstên lîberal wan biqest tune dihesibînin. Ev "welatîbûna serîhildêr" têkildar e ligel tevgerên "raperîner û protestoker" yên ku mirovnas James Holston ew analîz kirin (7), herweke rêxistinên "pêşprojeyî û piştgirîyê" yên sosyologa awustralyayî Leonie Sandercock salox dan. (8) Ev yeka hanê pir caran bi awayekî empîrîk, bê projeyên ji berê ve sazkirî, li ser erdê dixebitin. Ji bo herdu mînakan, lewre ku ew li ser prensîpa şebekeyan dixebitin, ev aktor bêhtir bi dewamîya heyînîya xwe bi riya "piştgirîya hev û din" mijûl dibin û li ser rola xwe ya muhtemel di guherandina civakê de nafikirin. Lê belê armanca nêzîkatîya beşdar ne qezenceke utîlîtarîst e, lê belê nirxdana her ferdeke ligel daxwazên wê yên taybet, bêyî ku dev ji imkana jinûve parvekirina qadên kolektîf berde. Ji bo ku ji xefkên utîlîtarîzma lîberal bifilitin, divê çend hedefên bi hev ve girêdayî bên danîn. a) Nirxdana alîyê pedagojîk a beşdarîyê ku ji bo yên beşdar dibin, weke aleteke xweguherandinê bi riya guhdarîya hev û din tê hesibandin, da ku ji pevajoyê "cuda", di warê însanetî û zanyarîyan de zengîntir, derkevin.

Li bajaran dersên xwefêrkirina siyasetên giştî û bi hev re biryar dan

Li ser vê, "dersên xwefêrkirina siyasetên giştî" -ku, li bêhtirî heftê û pênc bajarên Koreya Başûr, herweke bajarên mezin ên brezîlî yên weke Fortaleza û Guarulhosê, berî seansên bîlançoya tevlîker tên- pir tiştan şanî me didin. Van bajarên hanê ji tecrûbeya rêbazên xwefêrkirinê yên pedagog Paulo Freire sûd wergirt, da ku welatî weha hîs nekin ku birêveber "mêjîyên wan dişon" berî ku ew beşdarî biryardana bi hev re bibin. b) Bikaranîna beşdarîyê da ku agahîyên ji hêla medyayên serdest ve tune hesibandî werin ragihandin. Ji bo ji van xefkan bifilitin, divê nirx ji şebekeyên alternatîv ên ragihandinê re bê dayîn û, berî hertiştî, îradeya "vekirina qûtîyên reş" ên birêvebirîyên giştî, bi taybetî yên pir "teknîkî", hebe. Lewre ku awayê xebata wan nahêle ku welatîyên kêmtir perwerdebûyî xebata kirî fêm bikin û pêwîstîyên xwe bînin ser zimên. "Dabeşkirina karan" ku weha bi cih dibe, rê li ber parastina îqtîdarê ji bo cîhana siyasetê vedike. Ji ber vê yekê, grûpên "çavdêrên beşdarîyê" yan jî "şopandina sozên hilbijartinan", wek mînak, li Kamerûn an Brezîlê çêdibin. Ev struktur pir caran hevbeş in û ji welatî, tevger, akademîsyen û birêvebiran pêk tên. c) Reformkirina aletên beşdarîyê da ku imkanên bixwevekişandinê kêm bibin. Eger em bi aletên weha bidomin ku nahêlin aktor di ber pêvajoyê re pêş bikevin û di nav xwe de çareyan muzakere bikin, piranîya rayedarên siyasî wê dev ji nihêrinên xwe yên welatîyan weke girseyeke ezperestên bi daxwazên xweperest bernedin; hilbijartî jî wê zemînên nû yên bi hev re biryardanê venekin, tevî ku ew, li alîyekî, piştgirîyê diafirînin û li alîyê din, rê li ber feraseteke çêtir a pêwîstîyên birêvebirina îdareyî ji hêla xelkê ve vedikin. Lewre jî, divê dawî li cudabûna nav "ilmên laîk" (yên gel) û "ilmên bispor" bê anîn. Divê pêvajoya tevlîker bibe şûna "adeleteke kognîtîv" a ku ji zanyarîyên teknîsyenan herweke pratîka niştecihan sûdê werdigre. Wekî din, ew "zanyarîya siyasî" ya welatîyan, bi gotina Sintomer, têdixe dewrê, yanî imkana niştecihan a sazkirina stratejîyên ku dikarin ligel stratejîyên cîhana siyasî têkevin dîyalogê. Di heman demê de, divê birêvebirên giştî hevparên van nîqaşan bin, da ku ew ji fersenda gumanbirina ji hin qet’iyetên pîşeyî yên ji fêrên zanîngehî yên nikarin rexne li xwe bigrin hatî, sûdê werbigrin. Bajarê portekîzî Cascais mînakeke ji nû ve berdayîna avaker a çanda teknîkî ya memûran dide. Şaredarê vê şaredarîyê, Carlos Manuel Lavrador de Jesus Careiras (PPD/PSD) lîberal e, lê pir bi nûbûnên tevlîker mijûl dibe. Di çarçoveya programa "In Loco" (li ser cih), her sal bi dehan memûr beşdarî fêrekê dibin da ku hem di karîyerên xwe de bi pêş bikevin, hem nirx ji qabiliyetên wan ên hizirîna li ser xwe re bê dayîn û hem jî navberkarîyên civakî yên nû ji bo kokdana jêhatîbûnên wan ên teknîkî çêbibin. Armanc herweha ew e ku bi gotina de Sousa Santos cih ji "ekolojîya ilmên cuda" re, were veqetandin, bêyî ku zanyarîyên ji bav û kalan an jî çandên kêmneteweyî yên ji xwe nasnameya erdekî pêk tînin, li derve bên hiştin. d) Ji bo naskirina rola welatîyan (û rêxistinên wan) a weke muxatebên rasteqîn, divê modelên çandî yên projeyên herêmî di xwe de vedihewînin bên nû kirin. Lewre ku adetên îdareyî û pêşfikir hene ku dubare dibin û rêçûyîna ber bi pêşketineke mayînde û xwecihî ya hemû beşên gel di xwe de dihewîne, asteng dikin. Divê ev tişt hemû bên guherandin û ev jî karê herî zehmet ê sazîyan e. Ji bo ku encamên nûker ên bi piştgirîya aktorên civakî bên bi dest xistin, divê tabloyeke dîyar a têkilîya mesref/qezenc a her tercihekê (di dema navîn û dirêj de fikirî) bê pêşkêş kirin û senaryoyên cihê bên muqayese kirin. Ev jî alîyê "çandî" ê beşdarîyê ye: Divê hayê civakê ji prensîbên pêwîst ên ji bo "mayîndeyîyeke" rasteqîn çêbibe. Ji bo pêvajoyên restorekirina bajarî ya bîdonvîlan bi taybetî li Başûr, wisa ye.

e) Bi nihêrîneke burokratîk û utîlîtarîst, belavbûna bajaran di demeke kurt de ji ber getobûna bidonvîlên ji navendê qewirandî pirsgirêkan najî. Lê belê, fikireke tevlîker nîşan dide ku ev tercih wê di dawîyê de bibe sedema fînansmana giştî ya biha ya binesazîyên li kevîyên bajêr û ji bo yên ku şebekeyên xwe yên pîşeyî û civakî winda kirin, wê veguhere têkoşîneke rojane a li hember mesafe û pirsgirêkên çûnûhatinê... Li hember pirsên bi vî rengî, sazûman nikarin xwe bispêrin çareyên basît, berevajîya wê, divê ew roleke "teşwîqker" bileyizin da ku pratîk nû bibin. Mirovnasê ugandî Mahmood Mamdani baş nîşan da ka çawa gelek bajarên afrîqayî, bi riya programên cotyarî, di şerê li dijî kêmbûna nifûsa gundan de bi kêr hatiye. (9) Bi eynî mantiqî, bajarê Aubagne ji bo perspektîvên siyasî û çandî yên nû, bi riya toreyên transneteweyî yên bajar û gundan xebitî. Herçi de Sousa Santos, wî rola sereke ya pir birêveberîyên herêmî yên ekwadorî û bolîvyayî di dehsala bihurî de binxêz kir, yên ku ligel tevgerên xwecihî hevkarî kir da ku dewletê bi kûrahî reforme bikin. (10) Destûrên bingehîn ên nû nirxên cihê di xwe de hewandin, bi taybetî têgihên kosmogonîk ên kokên wan di çanda gelên andî yên xwecihî de ne, ku xwezayê dikin mijareke hiqûqî û ne bi tenê objeyek. f) Pesendkirina statûyên hiqûqî yên nêzîkatîyên nû dixin çarçoveyekê, ne bi tenê piştgireke "teknîkî" ye; divê ew herweha bibe esasê çanda wan. Jixwe, bêyî xuyakirina zelal a nirxên bingehîn, sazkirina empîrîk a qeydan (ku aniha di pir pêvajoyên tevlîker de, nemaze li Brezîl û Spanyayê, tê dîtin) rîska herifîneke gav bi gav di xwe de vedihewîne. Lewre ku hertişt têkildarîya îradeya aktoran e. Em jî jê haydar in ku hin aktor çêtir dizanin xwe bi rê bixin da ku qeydan bi alîyê xwe ve bikişînin. Li hember vê rîskê, hin bajar (weke Lîsbona û Cascaisê, li Portekîzê) "şertên prensîpan" çêkirin û daîmî rêçên xwe yên beşdarîyê li ber wan dihesibînin. Ev "destûrîbûn" ne tenê misogerîyek e li dij "bêistiqrarîya" wan, ew herweha teşwîqeke başkirina bênavber a kalîteya biryardêr, imkana hewandinê û lihevbûna armancên xuyakirî û aletên ji bo gihîştina wan hatine bi kar anîn.

Hê jî divê nezelalîyên li jêr bên dîyar kirin:

1 Divê hevtemamkirina aktorên herêmî, giştî û ferdî, îdarî û gelî, bi rastî be. Tevî ku sazîyên herêmî pir caran ji ber vegirtina sewiyeyên jorîn ên desthilatê zehmetîyan dikişînin, ew bixwe di têkilîyên ligel aktorên li ser zemîn de vê nêzîkatîyê dubare dikin. Dema ku ew xizmetên civakî bi komeleyên serkanîyên wan hindik û berpirsyarîyên wan zêde didin çêkirin, wisa dibe. Divê em ji vê xeleka gunehkar derkevin, bi perspektîva sazkirina enîyeke hevpar (civak û sazîyên herêmî) ji bo ku ji dewletê pirtir ji nû ve dabeş kirin bê xwestin.

2 Pirsa kêmbûna serkanîyan nikare heta hetayê ji taloqkirina reformên ku welatî dixwazin re bibe bahane. Serkevtina bi hezaran "diravên herêmî" yên cihanê, weke serkevtina "aborîyên hîbeyê" yên di pir erdên Başûr de bicihbûyî ne, imkana vegerandina sosyal a di aborîyê de îspat dikin (Oikonomiya ya ku Karl Polanyi di salên 1940ê de behsa wê dikir). Hin bajarên weke Santa Cristina d'Aro (Catalonya) an Grottammare (Îtalya) pêvajoyên tevlîker ên weha bi cih anîn ku ne bi tenê organîzasyoneke nû ya mesrefan nîqaş dikin, lê li dor qezencan minaqeşe dikin, da ku ligel niştecihan serkanîyên nû yên hatinan (diravî û nediravî) bên dîtin. Bêyî înîsîyatîvên bi vî rengî, fikira aborîyê weke dinyayeke hişk û qerisî bi rêgezên nayên guhertin wê bidome. Yanî warek ku tercihên cuda lê nabin.

3 Nelihevîya kirinên herêmî ji bo gelek bajaran pirsgirêkeke giran e. Bajarekî ku piştgirîyê dide navendên danûstandinê, nikare li cem bajarokên piçûk ên di xwezayê de winda û nirx didin dikanên piçûk ên nêzîkbûnê, cihê xwe bigre; eger şaredarîyek dixwaze pêşketineke ufqî saz bike, divê ew geto û qûtbûnên civakî red bike.

4 Pêwîstîya hesabdanê ne xwerû bi insûrê teknîkî ya zelalîyê ve girêdayî ye. Ew, di her qonaxa pêvajoyên hevsazkirinê û bicihanîna tercihan de tê maneya îradeyeke siyasî ya xurt ji bo berpirsiyarîyê.

5 Divê beşdarî ne bi tenê bi nûbûnên teknîkî sînorkirî be; divê ew weke pêvajoyeke kûr a guherandina çandî û siyasî bê hesibandin. Bawerîya ku cîhana siyasî ya ji "nûnertîya" neteweyî derketî, dikare ji pêvajoyeke tevlîker feydayê werbigre, bêyî ku beşek ji iqtîdara xwe berde, tê maneya fêmkirina şaş an jî xeyalan (nivîsara Ernesto Ganuza bixwînin). Bi heman awayî, tevlîbûna "carcaran" girêdanan saz nake; lê belê bikaranîna çemberên dubare pêwîst e ji bo ku kevneşopîyeke nû û bêtir bawerî pê tê, derkeve holê.

Birêveber bi zorê cilên kevin ên çanda siyasî ya kevneşopîyê ji xwe dikin

6 Ji bo ku welatî û sazî hev û du bibînin, divê herdu jî gavekê bavêjin. Divê welatî li "başîya giştî" bigerin û di ber berjewendîyên xwe yên taybet re, ku ji hêla bedenên navberkar ên rêxistinkirî tên parastin, derbas bibin. Divê sazî jî gaveke mezintir bavêjin û dev ji biryardana xwerû û li gor guncîna demê berdin. Ya çêtir: Divê ew herweha li dijî dabeşkirina berpirsyarîyan û parçebûna nav sektorên kirinê yên koordînenekirî (taybetmendîya mantiqa burokratîk-teknîkî) têbikoşin.

7 Dawîyê, dîtina vehewandina civakî yan edaleta ji nû ve dabeşkirinê wek encamên bi xwe re anî yên jixweber ên hemû pevajoyên tevlîker xeternak e. Tecrûbeyên latîn-amerîkî û afrîqî şanî me didin ku, bêyî aletên taybet ên ku van armancan dikin kirinên berbiçav, newekhevî dubare dibe. Bi gotineke din, bêyî naskirina eşkere ya newekhevîyên ku civakên me lawaz dikin, û bêyî bicihanîna awayên têkoşîna li dij wan, hemû siyasetên nû rîska dubarekirina rewşa berê digrin. Gelo rêçeke beşdarîyê ya ku mafên nû bi xwe re nayîne (an jî nikare mafên ferdî û kolektîv di bin mafên sîwan ên nû de, weke "mafê bajêr", misoger bike), navê xwe heq dike?

Haya birêveberîyan hindik caran di heman demê de ji van daxwazan hemûyan çêdibe. Ew bi zorê cilên kevin ên çanda siyasî ya kevneşopîyê ji xwe dikin. Lê belê, guherînên xuyanî di hejmareke mezin a şaredarîyan de tên dîtin. De Sousa Santos senyaryoyeke weha xeyal dike ku beşeke dewletê jî xwe weke "tevgereke sosyal a bi şiklekî nû" pêşkêş dike û bi insûrên herî dînamîk ên civakê re meyla guherandina siyasî parve dike. (11) Ev guherîn dikare li ser bingeha teşwîqkirina dîyaloga navbera nihêrînên cuda û li ser naskirina "ilmên belav" ên her erdekê çêbibe.

Çavkanî: 

Giovanni Allegretti:
Lêkolînerê Navenda Lêkolînên Civakî (CES) a Zanîngeha Coimbra (Portekîz).

  1. Loic Blondiaux û Yves Sintomer, L’impératif délibératif [Pêwîstîya nîqaşan], Collège international de Philosophie, Parîs, 2010
  2. Leonardo Avritzer et Boaventura de Sousa Santos, Towards widening the democratic canon [Berfirehkirina hiqûqa demokratîk], 2003, http://www.ces.uc.pt/bss/documentos/IntroDemoENG.pdf
  3. Bixwînin Jérôme Tournadre-Plancq, "La faute aux Britanniques" ["Sûcê Brîtanîyan"], Le Monde diplomatique, kanûn 2009
  4. Antonio Tosi, "Urban Theory and the Treatment of Differences: Administrative Practices, Social Sciences and the Difficulties of Specifics" ["Teorîya bajarî û nêzîkbûna cudatîyan: Pratîkên îdarî, ilmên civakî û zehmetîyên taybetmendîyan"], International Journal of Urban and Regional Research, Montreal, Volume 15, n° 4, rûpel 594–609, kanûn 1991
  5. Munîsîpalîzm doktrîneke weha ye ku desttêwerdana şaredarîyan di aborîyê de diparêze
  6. Evelina Dagnino, Brasil. Sociedad Civil, Esfera Publica Y Democratizacion En America Latina [Brazîl. Civaka sîvîl, qada giştî û demokratîkbûn li Amerîkaya latînî], Fondo De Cultura Enconomica, Mexico, 2004
  7. James Holston, Insurgent Citizenship: Disjunctions of Democracy and Modernity in Brazil [Welatîya serîhildêr: Jihevbûyînên demokrasî û modernîteyê li Brezîlê], Princeton University Press, Princeton (New Jersey), 2007
  8. Leonie Sandercock, Towards Cosmopolis: planning for multicultural cities [Ber bi Kosmopolîsê ve: plankirina bajarên pirçandî], John Wiley, Londra, 1998
  9. Mahmood Mamdani, Citizen and Subject: Contemporary Africa and the Legacy of Late Colonialism [Welatî û bende: Afrîqaya hevdem û mîrasa kolonyalîzma dawîn], James Curey, Princeton University Press, 1996
  10. Boavantura de Sousa Santos, Reinventar la Democracia: Reinventar el Estado [Îcada nû ya demokrasîyê, îcada nû ya dewletê], Clacso, Madrîd, 2005
  11. Berhema navbihurî

Wergera ji fransî: Simko Destan