Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Amerîkaya Latînî xwe vedixwîne Rojhilata Navîn

Fewzî Bîlge: Wejîn, Boyaxa rûnî li ser tûwalê, 70 x 60 cm

Kanûna 2010’ê Brezîl, Arjantîn, Bolîvya, Guyana û paşê Ekwatorê dewleta Filistînê "di nav sînorên 1967’ê de" nas kirin – bi vî rengî li welatên weke Kosta Rîka, Kuba, Nîkaragua û Venezuelayê yên ku ji destpêka îlankirinê ango sala 1988ên ve ew nas kirine, zêde bûn. Gelo ev nîşaneke nû ya azadbûna herêmekê ye ku Îsraêl lê pirî caran pêkhatina siyaseta amerîkî diyar dike?

Bi riya vê nameyê, Brezîlya dewleta filistînî, di nava sînorên wê yên 1967ê de vedinase.": Peyama ku Luiz Inácio Lula da Silva, di 3ê kanûna pêşî ya 2010ê de ji serokê Desthilata Filistînî Mehmûd Abbas re şandiye, bi wan gotinan dest pê dike. Herçendî têra xwe balkêş be jî ev name, peyama tê de, li ser mijarê, ne ya pêşî ye. Gava, bi xwespartina biryara nivîskî ya hejmar 181 ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY; mijdar 1974) Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) di mijdara 1988ê de afirandina vê hebûnê îlan kir, ew yekser li Amerîkaya Latîn ji alîyê Kuba, Venezuela, Nîkaragua û Kosta Rîka ve hat venasîn. Lê belê ji wir û vir ve jî tu gav nehatin avêtin.

Divê li benda 2009ê bihata rawestan – li vir kurtebirîyek mijara gotinê ye– ji bo ku Rojhilata Navîn li herêmê bi ser xwe ve bihata û careke din xwe nîşan bida. 6ê kanûna paşî, serokê venezulî Hugo Chávez ji ber operasyona "Zirinca tîrkirî" ya li Xezayê Îsraîl bi "pêkanîna lîstikeke plankirî ya terora dewletê li dijî gelê filistînî" sûcbar dike û têkilîyên xwe yên dîplomatîk yên bi Tel Avîvê re qut dike. Hema di pey re Bolîvya heman tiştî dike û Evo Morales bi dengekî bilind gilî û gazincan ji "Konseya ne-ewlekariyê" ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dike. Venezuela jî piştî çend mehên din di nîsanê de danûstandinên xwe yên bi Filistînê re dertîne asta sefîran.

Li Karakasê û Pazê, eynî weke li Havana an jî Managuayê, tu kes siyaseta kevneşop a Tel Avîvê ku temamkera tekûz a Mam Sam e gava ku evê dawî dixwaze xwe "bê alî" bide xuya kirin, ji bîr nake. Wekî din… Gava, di 1977ê de, serokê amerîkî Jimmy Carter, ji ber binpêkirinên mezin ên mafên mirovan, firotina çekan ji bo Guatemalayê radiwestîne, ji wir û şûn ve Îsraîl çekan difiroşe heman welatî. Di pêvajoya serhildana sandînîstan de (1979), biçekûrextkirina hêza parastina neteweyî ya Nîkaragûayê heta du hefteyan beriya reva dîktatorê Anastasio Somoza jî wê bê navber bidome. Sûbayê xanenişîn yê Tsahalê û bazirgan Yair Klein yê ku li Kolombîyayê di 1988ê de hêzên "narkoparamîlîter" saz kiribûn û perwerde dikirin, berî çendekê eşkere kir ku kar û barên qaçax ên wî hingê dimeşandin "ji aliyê hukûmetên îsraîlî û kolombî ve dihatin erê kirin û ecibandin". (1)

Li vî welatê dawî yê qirkirinan û gorên komî, Wezîrê Parastinê Juan Manuel (niha serokdewlet e), di 2008ê de bi van gotinan li xwe mikur hat ku dewleta wî bi Îsraîlê re ketibûye nav hevkarîyekê: "Li dijî terorîzmê berî her tiştî bi "saloxdarîyê" têkoşîn tê kirin û di vî warî de Îsraîl jî dikare destek û alîkarîyeke mezin bide me." (2) Girêdayî sazûmanîya eskerî ya Tel Avîvê, şirketa "ewlekarîyê" ya taybet CST Global –yên din jî hene– peymanên bi mîlyonan li gel hukûmetên kolombî, perûyî û hondurasî pêk anîn û niha hêzên wan ên zextkar perwerde dikin. (3) Bi kurtî, di navbera hêzên pêşverû yên parzemînê û dewleta bi navê "ibrî" de lihevnekirineke dijwar heye.

Tevî vê yekê jî li hêleke din a ku ji kanûna paşî ya sala dawî ve bûyer bi lez û bez xwe didin xuya kirin, nexasim piştî ku Arjantîn, Bolîvya, Ekwator, Şîlî û Guyanayê (seroka niha ya Yekîtîya Dewletên başûr-amerîkî [Unasur]) xwe da pey Brazîlyayê. Uruguay û Paraguay didin zanîn ku ew ê jî di 2011ê de bidin ser heman şopê. Perû ku di navbera 13 û 16ê sibatê de wê Lûtkeya Amerîkaya başûr - Welatên ereb (ASPA) pêşwazî bike, li ser mijarê dixebite.

Hemû ne bi heman lezê dimeşin; Brazîlya, Quîto, La Paz û Buenos Aires bi zimanekî rasterast û zelal sînorên berî Şerê Şeş Rojan (1967) di meriyetê de bûn –Şerîa Rojava, Xeza, Qudusa rojhilat–, Şîlî ya serokê kevneperest Sebastián Piñera bixwe, xwe ji bikaranîna vê vegotina zelal a têkildarî şermezarkirina dagirkerîyê beralî dike. Lê belê dîsa jî, wêdetirî vê ferqa ku ne ji rêzê ye, komek hêman dikarin ronahîyê bidin ser lihevnêzîkbûna dewletên ku kêm an jî zêde bi helwêstên xwe yên pêşverû tên nas kirin, û hukûmetên bêhtir nêzî Washingtonê tên nirxandin.

Bi xwestina kursîyekî endametîyê di nav Desteya Ewlekariyê ya RNYê de, Brazîlya rola hêza xwe ya ku xwe nîşan dide, teyîd dike û bersiveke ji dûdilîyê xalîkirî dişîne ji bo Dewletên Yekbûyî yên ku hewldana wê ya par a bi hevkarîya Tirkiyeyê ya navbeynkarîya di krîza li gel Îranê de bi biçûkbînî pêşwazî kiribû. Weke wî, welatên herêmê yên din jî xwedî palpiştên zexm in, ji bo îşareteke dostanîyê ji welatên ereb û yên Rojhilata Navîn re bişînin: ew, ji Lûtkeya pêşî ya ASPAyê ya 2005ê û vir ve, bi riya bazirganîyê, himbêza xwe ji vê beşa cîhanê re vedikin. Serbixwe ji xeta xwe ya hevalbendîya Waşhingtonê, Şîlî ya Piñera xuya ye ku herweha hesabê civata xwe ya filîstînî ku bi qasî çar sed hezar kes in, dike -bi hejmara xwe ev filistînî civata herî mezin a li derveyî welêt in. (4) Wekî din, heta welatekî weke Perû rastgir jî, pir zehmet e ku karibe xwe dûrî liv û tevgera herêmî ya entegrasyonê bigire.

Weke ku pêwist e, li hemberî vê venasîna ku xwe ferz dike, her kesek rola xwe bi cih tîne. Berdevkê Meclîsa Nûneran ya amerîkî ev rewş weke "dij-hilberîner" bi nav kir. Li alîyê Îsraîlê, ji van "manevrayên nû" yên filistînîyan gilî û gazin tên kirin. Tam di heman demê de, Wezîra Karên Derve ya kolombî Maria Angel Holguin (bê henek) weha got: "Gava bi Îsraîlê re aştî pêk were, em ê Filistînê binasin". (5)

Li gel vê yekê jî, ev manevrayên dawî tên wateya nîşanên girîng ên serxwebûna nû ya Amerîkaya Latînî û nerazîbûna li hemberî xetimîna muzakereyên rasterast ku DYA jî bi xemsarîya xwe ya li Rojhilata Nêz destekê dide vê xetimînê.

Çavkanî: 

Maurice Lemoine:
Rojnamevan, nivîskarê pirtûka Pênc Kubayî li Miamiyê, Don Quichotte, Parîs, 2010.

  1. Adriaan Alsema, "Israeli mercenary threatens to blow whistle on Colombian officials (Eskerên bi pereyan ên îsraîlê gefan dixwin ku giliyê sûbayên kolombiyayî bikin)", Colombia Reports, Medellín, 21’ê çiriya paşî ya 2010’ê
  2. BBC Mundo, 5’ê tîrmeha 2008’ê
  3. Li Hondurasê, serkêşên darbeya eskerî ya hezîrana 2009’ê alavên teknolojîk ên îsraîlî ya herî pêşketî bi kar anîn da ku berxwedana partîzanên serokdewlet Manuel Zelaya bişkînin
  4. Wekî din li van welatan hemûyan civakeke sûrî-libnanî heye ku xwediyê statuyeke girîng a siyasî û aborî ne
  5. El Tiempo, Bogotá, 1’ê çileyê 2011’ê

Wergera ji fransî: Baran Nebar