Almanya li pey statuyeke hêza mezin e
Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) siberoja xwe li Afxanistanê dîyar dike, li Afxanistana ku tevî hêzên mezin ên taqwîye yên amerîkî jî jê nayê xwe ferz bike. Ji civîna bilind a Lîzbonê û vir ve, di çirîya paşî ya bihurî de, NATOyê heta 2014ê mohlet daye xwe daku hêz û erkên xwe bide artêş û polîsê afxan.
Operasyona kevin "alîkarîya ji bo ewlekarîyê" veguherî ser şerekî rastîn ku li ba birêveber û raya giştî yên dewletên ewropî yên ku dixwazin "vekişin" fikaran çêdike. Niqaşa di derbareyê nûkirina meha bê ya erka yekîneya alman de – di koalîsyonê de sêyemîn hêza xurt e – îşaret bi pirsên manûnemanê dike...
Em şok bûbûn. Me fêm kiribû ku ew tiştina vedişêrin. Tu tişt zelal nebû: hejmara mirîyan, cenazeyên veguhestî ..." Bispora sîyaseta alman li Afxanistanê ya Înstîtûya Sîyaseta Navneteweyî û Ewlekarîyê (SWP), Citha Maass, di çarçoveya wezîfeyeke fermî de 4ê îlona 2009ê li Afxanistanê bû, ango dema ku yekî ji fermandarên yekîneya alman a di nav Hêza Navneteweyî ya Alîkarîya ji bo Ewlekarîyê (ISAF) de ji hêza hewayî ya NATOyê xwest du tankerên ku ji alîyê serhildêran ve hatine revandin, bombe bike. Efserê payebilind ji bo bidestxistina tankeran neçarîya çûna ji erdê wekî talûkeya jîyana eskerên alman nîşan da.
Ya ku jê re herweha "derba şaş a Kundûzê" tê gotin bû sedema mirina, piranîya wan sîvîl, sed û çil û du afxanan. Û îmaja ku Almanyayê dixwest bide jî hilweşand. Demeke dirêj alîyê eskerî yê angajmana wê hatibû mandelkirin. Ev alî weke "alîkarîya pêşketinê bi parastina çekdarî" hatibû nîşan dan, karûbarekî insanî û îdealîst ku tu peywendîya wî bi xizmeta şerê li dijî serhildêrîyê re nîne: bicihkirina demokrasîyeke rojavayî, azadkirina jinê, misoger-kirina derfeta çûna dibistanê ji bo keçên ciwan, û hwd.
"Şer li pişt perdeyeke insanî tê veşartin." Citha Maass bi bîr dixe ku malpera Wezareta Parastinê ya Alman bi serî ve mişt bû bi mijarên alîkarîya ji hikûmeta afxanî re dayî, belavkirina zad û qût, vegera malê ya penaberan; lê belê hema bêjin hîç behsa awayê li vî welatî ji nû ve misogerkirina ewlekarîyê nedihat kirin: "Heta bûyera li Kundûzê qewimî, hikûmeta alman îmaja Afxanistaneke ku li gorî rastîyê, şadtir û erênîtir bû, derdixist pêş. Hikûmetê rewş bi peyvên dîplomatîk rave dikir bêyî ku kite bi kite behsa bûyeran bike." Salên 2009 û 2010ê ji anîna "îstîqrara" ku berê hatibû danezan dûr bûn, bi ser de jî, ji damezrandina ISAFê û vir ve, ango ji sala 2003ê û vir ve, salên herî bi şîddet û kujer bûn.
Bi civaka alman û her weha parlemanteran re hîsa ku hatibin xapandin, peyda bû. Ji bo aşkirina wan, lêkolîneke parlemanterî hat dest pê kirin. Berî ku di nav dojeha guhertineke koalîsyona hikûmetê de wenda bibe, wê kir ku wezîrê parastinê, cîhgirê wî û serokê fermandarîya giştî îstîfa bikin. Ji dema bûyî serokwezîr û vir ve, Angela Merkelê nîsana 2010î ji bo cara pêşî li ser asfalta balafirgehê pêşwazî li cenazeyên heft eskerên alman ên ku li Afxanistanê hatin kuştin kir. Û wê bi xwe jî di dawîyê de – bêyî dilê xwe – peyva "şer" bi lêv kir ku heta hingê tabû bû.
Redaktorê rojnameya alman a çepgir a Berlînê Die Tageszeitungê (TAZ) (1) ya ku li ser rêya Rudi-Dutschke çend metroyan dûrî kevne-"Checkpoint Charlie"yê (2) bi cîh bûyî, Sven Hansen da zanîn ku "Bi carekê em pê hisîyan ku fermandarê alman weke Ramboyekî tev digerîya. Berîya vê, amerîkî bi vî rolî radibûn: tu pêşî guleyan direşînî, paşê tu lêdikolî! Em yên baş bûn, yên ku ji nû ve ava dikin: pêşî tu dipirsî û bi tenê pişt re heke tehlûke ji bo jîyana te hebe, hingê tu hişyar dikî ku tu wê bersivên eskerî bidî..."
Ev îmaja eskerên jinûveavaker, yên li herêmeke bakurê Afxanistanê bicihkirî, devera ku demeke dirêj weke nisbî ewle dihat dîtin, bi carekê zelûl bû. Dêrên alman ên ku dîsa jî zane û sergiran in, desteka ku didan hikûmetê qut kir. Kesayetîya herî darîçav a dêra protestan a alman, metrana jin Margot Kässmann di waezeke xwe ya dengvedayî de 1ê çileyê 2010ê got: "tu tiştê baş li Afxanistanê nîne! (3)" Hempîşeyê wê yê katolîk, metranê Freiburgê Robert Zollitsch, banga guhertineke sîyasetê kir ku "bi awirê exlaqê xirîstîyanî, mecbûrî ye". Ji çend salan û vir ve, ji xwe, piştî vegera keşeyên eskerî ji Afxanistanê, şahidî û niqaşên li zanîngeh, li NGOyan û li dêran qat bi qat zêde bûn, jihevdûrbûna armancên fermî ya angajmana Almanyayê û rastîya wê piştrast kirin.
Êşeke dijwar xwe li vê rewşê zêde kir: di tebaxa 2010ê de malpera înternetê Wikileaksê di derbareyê hevkarîya elemanên hêza taybet a alman digel yekîneyeke amerîkî de aşkere kirin ku armanca vê yekîneya amerîkî tunekirina kadroyên Talîbanê ye, ango kuştina wan yan jî bêyî biryareke dadgehê girtina wan e. Li gorî kovara heftane ya sereke a alman Der Spiegelê, artêşa alman (Bundeswehr) lîderên Talîbanê yên ku wê bi xwe hilbijartî li lîsteya xwe ya mirovên divê werin kuştin, zêde kiribû.
Li Wezareta karên derve, mirov bawerîyê pê didin ku ev wezîfeya hêzên taybet li raya giştî aşkere bû û bi niqaşên pir caran li parlemanê hatin kirin, mîsyon zelal û şefaf bû. Lê belê, ji bo kevneberdevkê Die Grünen (Partîya Keskan) Winfried Nachtwei ku bi xwe jî bisporê Afxanistanê ye, van aşkerekirinan hê nû "ya ku mirov nabe lê mikur were" ya eleqedarî vê angajmanê piştrast kir, ev angajmana ku ew weke "bêwate" bi nav dike û dibêje ku tu peywendîya wê bi ewlekarîya Almanyayê re nîne. Ew bi xemgînî dibêje ku di vê pirsgirêkê de, "mirov berîya her tiştî pê dizanin ku nizanin".
Avahîya zexim a li nava Berlînê, Bendlerblock, cihê ku serfermandarîya hêzên deryayî di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de lê bi cîh bûyî, îroj Wezareta Federal a Parastinê dihewîne: efserên payebilind li wir êrîşek amade kiribûn ya ku hindik mabû 20ê tîrmeha 1944ê Hîtler bikuje; Albay Klaus Graf von Stauffenberg û plankerên din ên êrîşê li wir jî hatin kuştin. Kulta dîyarî van fîgurên eskerî (yên kêmdîtî), yên ku berxwedana li dijî nazîsmê kir, xwe weha nîşan dide ku hîmê demokratîk yê artêşa nû (Bundeswehr) ya ku sala 1954ê bi destûr – kontrola – Hêzên Hevgirtî û Bundestagê (Parlamentoya Almanyayê) hat damezrandin, ji bo ku ruh û sîya Wehrmachtê (Artêşa Împeratorîya Alman) ji ser xwe bavêje.
Efserê pêşwazîya me kir, bê zehmetî qebûl kir (4) : ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve ev yekem car e ku hewqas mirov bi navbeynkarîya artêşa alman tên kuştin. Wekî din, fermandarîya yekîneya Bundeswehrê yekemîn hêz bû ku bi rengekî ciddî rêzikên nû yên angajmanê bin pê kirin, yên ku fermandarê hingê yê ISAFê general Stanley McChrystal hê nû derxistibûn daku pêşîyê li zerara li sivîlan dibe, bigire. (5)
Lê bêhtirî piştî salekê, li Bendlerblockê mirov tercih dikin ku mijarê bi awayekî "erênî" nîşan bidin: ev bûyer û aşkerekirin qet nebe piştrast dikin ku eskerên alman – ku ji salan û vir ve ji ber lawazîya xwe ya beşdarbûna di pratîkê de dihatin rexnekirin – bi tevahî tev li şerên li herêmên bakur ên Afxanistanê dibin, û ji ber vê jî, serhildêrên Talîbanê dorê li wan digirin. Di sibata 2010ê de, li ser daxwaza lezgîn a amerîkîyan, Berlînê qebûl kir ku 500 eskerên din bişîne Afxanistanê. Bi vî rengî, cihê xwe weke sêyemîn yekîneya mezin a di koalîsyonê de (5200 esker) parast. Hêza herî xurt di koalîsyonê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne (100 000 esker), paşê Meliktîya Yekbûyî tê (10 000) û hêza Fransayê (3850 esker) piştî ya Almanyayê tê.
Bêhtirî 400 esker û 200 polîsan, karê wan ê yekane ew e ku hêzên afxan perwerde bikin. Kredîyên eskerî li gor berê du caran hatin zêdekirin û sîleh û alavên eskerî ji bo ku bikaribin li hemberî tehlûkeyê bisekinin, hatin adaptekirin: makîneyên zirxî, teqwîyeya topan, peredana bi balafirên bêpîlot. Efserek pê pesnê xwe dide "li gorî min alavên eskerên alman li Afxanistanê di nav yên heyî de yên herî baş in" û îşaret pê dike ku Bundeswehr di operasyonan de aktorekî sihê ye. Û ji bilî sînorekî, ew li gorî heman rêzikên angajmanê, şer dike: herêma wezîfeyê ya ku danê û parlemana alman erê kirî, bakurê Afxanistanê dimîne. (6)
Efserê em pêre hevpeyvînê dikin ji ber vê yekê bêhtir li "şaşjihevfêmkirina" di navbera artêş û civaka alman de poşman e, tevî ku ji bo vî efserî di ketina nava şerekî de ku êdî nav lê tê kirin, pirs "qebûlkirina [ji alîyê sîyasetvanan û raya giştî ve] asteke guncaw a şiddetê" ye.
Li Wezareta karên derve, dîplomatek dengvedana mezin a trajedîya Kundûzê li Almanyayê li ber reaksîyona rayedarên herêmî yên afxan girt. Reaksîyona wan bêhtir bi kêrî Almanyayê dihat. Li gorî wan, di çarçoveya neewlekarîyeke zêde de, esker normal tev gerîyabûn. Dîplomat dide zanîn ku "tezmînata" ji mexdûrên bombekirinê re – serê malbatê 5 000 euro, li gorî standartên NATOyê – ji tebaxa 2010ê ve hatîye dayîn. Ew bi israr îşaret pê dike ku ev alîkarî gaveke bi dilê Almanyayê ye û ne ferzeke huqûqî ye; ew vê tazmînatê berîya her tiştî weke "bêşekî şînê yê li gor rêûresma herêmî" nîşan dide.
Afxanistan û krîza aborî ferz dikin ku ji sala 2011ê û pê ve, Bundeswehr wê serûbinîhevbûnên herî mezin ên hebûna xwe ya pêncî û pênc salan bibîne. Rapora komîsyona Weise ku serokê Ajansa Kar a Federal serokatîya wê dike, weha behsa Bundeswehrê dike: "sazîyeke îdarî, ya ku li gor encamên bidestketî, zêdeyî hedê xwe mezin û buha ye" û jê nayê ku wezîfeyên xwe bi cîh bîne. (7) Li gorî texmîna Înstîtûya Alman a Lêkolîna Aborî (DIW) buhayê salane yê rastî yê wezîfeya li Afxanistanê – li şûna yek milyar euroya li butçeyê qeydkirî (8) – sê milyar euro ne, ango di navbera 2001 û 2013ê, destpêka muhtemel a vekişînê de mîqdara fatoreya lêçûnan wê 36 milyar euro be.
Di nav fikaran de li alîyekî yên aborî, li alîyê din yên eskerî, dilê wezîrê parastinê yê federal Karl-Theodor zu Guttenberg, yê ku Merkel pişta wî digire, heye ku hejmara yekîneyên dikarin rehet werin organîzekirin du caran li berê zêde bike û hejmara eskerên heyî jî ji sê paran parekê kêm bike (wê hejmara eskeran daxîne 180 000î). Bi betalkirina eskerîya mecbûrî ya ku artêşa alman ji damezirandina xwe ango 1955ê û vir ve xwe dispêre wê, wezîr dixwaze vê yekê di pratîkê de pêk bîne. Lîberal, partîya keskan û çep li ser betalkirina qanûna eskerîya mecbûrî li hev dikin. Ev eskerîya mecbûrî (ji dema dirêjahîya wê daxistî şeş mehan û vir ve), di warê eskerî de gelekî newekhev û bê bandor e. Lê belê Demokratên Xirîstîyan (CDU) û Xirîstîyanên Bavarîyayê (CSU) yên ku di kongreyên xwe yên di çirîya pêşî û çirîya paşî ya 2010ê de ev mijar nîqaş kirin, bi giranî terciha xwe ji bo parastina xizmeteke sîvîl a berfirehtir kir, ku wê ji tîrmeha bê û pê ve bikeve şûna eskerîya mecbûrî.
Artêşa alman ji bo ku demokrat û pasîfîst be û ji"eskerên welatî" pêk were hatibû plankirin û, di destpêkê de, bi serê xwe nehatibû hiştin. Berîya 1990ê Komara Federal a Almanyayê (BRD) û Almanyaya Rojhilat bi tevahî serbixwe nebûn, tev li operasyonên navneteweyî yên ku navê "aştîyê" li wan dihat kirin, nedibûn. 2ê çirîya pêşî ya sala 1990ê, piştî ku dîwarê Berlînê hilweşîya, hevdîtineke "4+2" (9) bi peymaneke yekbûnê û qebûlkirina serxwebûnê bi encam bû. Li gor destûra bingehîn a Almanyaya Rojava, ku xwe li ser Almanyaya yekbûyî ferz kir, tevahîya wezîfeyên eskerî yên li derveyî welêt divê ji alîyê parlemanê ve werin erêkirin, ev rewş berevajî qaîdeya li gelek welatan e (Fransa jî di nav de).
Her biryara girîng – weke nûkirina dema wezîfeyê – vediguhere "canbazîyeke xurt a sîyaseta hundir" ku bi qebûlkirina rêze-sînordarîyan bi dawî dibe û ev yek jî digihîje wê astê ku bi eskeran re hîseke weha ku birêvebirên sîyasî li pişt wan ne yekgirtî ne, peyda bibe. (10) Wekî din, Bundeswehr bi şev û roj ji alîyê komîserekî parlemanter ê hêzên çekdar ve tê şopandin: parleman bi dengdayîna veşartî ji bo pênc salan vî komîserî hildibijêre, komîser nabe ku parlemanter an jî karmendê dewletê be û qet nabe ku esker jî be; ew "li gorî parastina mafên bingehîn û weke organê alîkar ê Bundestagê ji bo pêkanîna kontrolê" tê neqandin.
Hikûmeta alman neçar ma ku şert û mercan biafirîne ji bo ku wezîfedarkirinekê li derveyî Ewropayê û derveyî herêmên desttêwerdana xwezayî yên NATOyeke ku ji dema jiholêrabûna dijmina sovyetî ve îdîa dike "bê sînor" e, bi raya giştî hêdî hêdî bide qebûlkirin. Ji ber vê, yekemîn beşdarîya wezîfeyên navneteweyî ya Almanyayê sala 1993ê bi awayê xizmeta tenduristîyê li Kamboçyayê bû. Piştre sala 1994ê dîsa di çarçoveya insanî de.
Derbasbûna bi rastî "ji çandeke xwe ji bikaranîna hêzê vedide" (11) sala 1999ê pêk hat, bi biryara serokwezîrê sosyal-demokrat Gerhard Schröder a beşdarbûna di operasyonên li dijî Sirbîstanê û şerê Kosovayê de: guleya pêşî hat teqandin. Piştî êrîşên îlona 2001ê, di "şerê li dijî terorê" de bi damezrandina ISAFê re ya sala 2003ê, Almanyayê pişta amerîkîyan girt. Welatê yekbûyî yê ji "rewşa îstîsnayî ya dîrokî ya serbixwenebûnê" (12) derketî û aktorekî mezin ê aborî, êdî dest bi doza "rewşa xwe ya normal" kir û ev jî bi xêra nifşekî nû yê birêvebiran qewimî yê ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji dayik bûn û ji bona wan "karê bibîranîna serdema nazîyan [nabe] êdî li ser dika navneteweyî Almanyayê asteng bike".
Ji hingê ve Bundeswehrê ji bo destwerdanên derveyî welêt ji xwe re daxwazeke ji dil peyda kir: li Kongoyê (2006), li Çadê (2007) yan jî li Okyanûsa Hindê li dijî rêberên deryayî yê Somalîyê (ji 2008an û vir ve). Lê belê ev operasyon timî dema wan û herêma wan sînordarkirî bûn, çarçoveya wan ji alîyê parlemanê bi baldarî hatibû dîyarkirin, bi awirekî piştgirîya navneteweyî û jinûveavakirina piştî şerî hatin birêvebirin, tu pêwendîya wan bi ewlekarîya neteweyî ya alman re nehat danîn û dema hatin birêvebirin bikaranîna sîlehan bi parastina personelê xwe sînordar dikir.
Weke li deverên din ên Ewropayê (nivîsa di çarçoveyê de bixwînin), li Almanyayê jî raya giştî ji argumana dibêje azadîya we li wir, li ser çîyayên Afxanîstanê dîyar dibe, hestyar nîne. Kevneserokê binkomîsyona parastinê ya Parlemana Ewropayê Carl Von Wogau (CDU) ji xwe dipirse "Em çima îroj bimînin?" Tevî ku partîzanê desttêwerdana rojavayê ye jî, ev serkêşê dîplomasîya ewropayî îdîa dike ku "dijminê me terorîzma navneteweyî ye, ne talîban in. Ev karekî eskerî nîne, lê belê karê polîsan e." Dema ku ew vê dibêje, ew bi bîr dixe ka çawa berê li Kosovayê jî kiribû, Almanya bi armanca misogerkirina biîstiqrarkirina Afxanistanê angaje bûye: polîs, dadgerî, perwerdeyê ... li pêş digire.
Lê belê xelkê Almanyayê di cih de bi pirsgirêka Balkanan hesîya û ji bo pêşîlêgirtina li komkujîyên li ser erdên welatekî ewropayî, bi pêwîstîya angajmaneke eskerî jî hisîya. Li hemberî vê Afxanistan dûr e. Ji xwe, "daneqebûlkirina" angajmanên li Afrîkayê –Kongo, Çad– zehmet bû. Bi tenê operasyona li dijî rêbirên deryayî li Okyanûsa Hindê xwedîyên xisletên îdeal xuya dikir: mexdûrên sîvîl nînin; şerekî di navbera "profesyonelan" de ye (rêbir li dijî eskeran); parastina rêyên bazirganîyê (wezîfeyeke tenduristîya gelemperîyê); çalakîyeke piralî û hwd.
Li gorî Hansen stratejîya niha jî xirab e: bêhtir esker hene û rewş xirabtir dibe. Lê belê gelo li wir stratejîyeke din hebû? Ev rojnamevan – kevneparêzvanê dunyaya sêyemîn û dijberê eskerîyê – dibêje serê wî tevlîhev e, weke ya redaksyona rojnameya wî û weha ji xwe dipirse: "desttêwerdana heyî tu tiştê hêja bi ser nexist. Êdî? Em ê afxanan perwerde bikin û biçin? Lê belê heke NATO ji welêt veqete, hindik tiştê mayî jî gelo wê ji hev nekeve?"
Weke piranîya hempîşeyên xwe yên Ewropayî, Merkel jî bi awayekî zelal dest nîşan dike ku "li Afxanistanê şer ji bo ewlekarîya Almanyayê û mafên mirovan tê kirin." Dîplomatek li gotinên Merkelê zêde dike: "li Almanyayê heta îroj bextê me xweş bû. Lê belê êrîş li Londra û Madrîdê pêk hatin ... " û hebûna çil neteweyan di nav koalîsyona ÎSAFê de derdixe pêş "hemû dunya li wir e." Ew her weha dibêje, êdî daxwaza ku "Afxanistanê veguherînin Swîsreyeke nû" nemaye.
Kesên me bi wan re hevpeyvîn pêk anîn, bi bîr dixin ku tesîra şerê li Afxanistanê li tevahîya Asyaya Navîn dibe. Lewra, ne ji ber xetên lûleyên petrolê yan jî maddeyên xam, lê belê ji ber ku "li vê herêma erda wê nazik, xalên biîstqrarkirinê gelekî girîng in", alîyekî pirsgirêkê yê jeopolîtîk heye. Li gorî kesekî me hevpeyvîn pê re çêkir, sedema alîkarîyeke demdirêj ev e: ji salên 1970yî û vir ve Almanyayê bi sê rasthatinan polîsê afxan perwerde kir. Di salên 1960î de vî welatî para herî mezin ji alîkarîya almanan digirt. Ew îroj dîsa dibe welatê ku herî zêde alîkarîya almanan digire... (13)
Têkilîya alman û afxanan xwedî dîrokeke nêzî sed salan e. Sala 1919ê melikê Afxanistanê alîkarîya kevne-împaratorîya alman kiribû daku piştî şkestinê ji tecrîda dîplomatîk xilas bibe. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Hîtler –ê ku afxan ji bo wî arî bûn– hewl da vî welatî ji bo di ser brîtanîyan re biqevêze, bi kar bîne. Berevajîya vê jî qewimî; Almanyaya Rojava penaberên ku ji dagirkerîya sovyetan revîyabûn hewandin, û xwendekaran xwe li dibistanên Almanyaya Rojhilat qeyd kir. Lîseya German Amani ya li Kabûlê –ku hevrikîya sazîyên fransî û tirkan dike– şahidîya vê nêzîkatîya ji mêj ve dike û li ser bextê kesên me hevpeyvîn bi wan re kirî be; afxan wê tu carî almanan weke dagirkerên sovyet yan jî amerîkî nebînin. Şoka piştî Kundûzê wê gelekî bêhtir bi kelecan bûya heke raya giştî pê bihesaya ka "eskerên pêşketinê" yên dilnerm li welatekî dost çiqasî weke şervanên dirinde tev digerin.
Ev pirs bi rola aşkerekeran rabûn, weke ku Afxanistanê alîkarî dabe Almanyayê daku di çavên xwe de normal bibe: gelo ji bo vî neteweyê yekbûyî ku hê jî hêzeke mezin a aborîyê mumkin e ku di nav "qambosteke sîyasî" de bihewe yê ku weke mînak artêşa wî bi zorê xwe dide qebûlkirin? Ji ber ku serokkomar Horst Köhler di gulana 2010ê de, piştî ku ji serdaneke yekîneyên li Afxanistanê bicihkirî vegerîya, îdîa kir ku welatê wî jî divê "bi awayekî eskerî berjewendîyên xwe, azadîya bazirganîyê û bihevguherînê biparêze" di nav hevalên xwe de jî, bû sedema skandalekê. Piştî ku wezîr Karl Theodor Zu Guttenberg li ber wî rabû û got "berjewendîyên aborî sedemeke ji bo rewakirina wezîfedarkirina eskeran a li Afxanistanê pêk nayîne" serokkomar Köhler terciha îstîfayê kir.
Piştî trajedîya Kundûzê, serokkomar karê şikandina wê neynikê bi dawî anî, ew neynika ku van salên dawîyê îmaja Almanyayeke çi xwezayî, çi jî ji ber pêwîstîya pasîfîst, jinûveavaker û insanî nîşan dida. Köhler bawerî pê da ku şaş hatîye fêmkirin: wî çêl li beşdarbûyîna alman a di operasyona ewropayî Atalantayê ya ji bo ewlekirina çûnûhatina deryayî ya li Okyanûsa Hindê de kiribû û ne li angajmana li Afxanistanê. Lê belê êdî dereng bû, Cîtha Maass weha şirove dike: "li Almanyayê, mirov nebaniyane ku li gor berjewendîyên neteweyî bipeyivin. Di van deh salên dawîyê de ev niqaş jî dabû alîyekî."
Niha, berê awirên herkesî zivîrîne ser mohleta derbasbûna 28ê sibata 2011ê, ev dem îşaret bi dawîya dema wezîfeya heyî ya Bundeswehrê di nav ISAFê de dike. Tevî ku lihevbûna li parlemanê di asteke kêm de be jî, bê guman wê ji hikûmetê were vê mohletê dirêj bike. Bi tenê Die Linke –kevnekomunîst û çepa sosyalîst– doza tavilê vekişandina eskerên alman kir. Lê belê di sibata 2012ê de, heke rewş neguherîbe, destûra dirêjkirina mohleta wezîfeya eskerên alman li Afxanistanê misoger nîne. Derdorên fireh ên keskan, sosyal demokrasîyê, her weha xirîstîyanên demokrat jî dibe ku derbasî alîyê "dijber" bibin. Maass weha dinirxîne: "êdî bi tenê ji bo ku dilê amerîkîyan xweş bikin û piştî êrîşên li dijî bircên New Yorkê şertê piştgirîyê yê NATOyê pêk bînin, em hew dikarin li Afxanistanê şer bikin. Ji bo almanekî tu sedema ferzkar nîne ku ji bo ‘Afxanistanê bimire."
Philippe Leymarie:
Rojnamevan, nivîskarê bloga Défense en ligne [Parastina li ser xetê]
- Ev rojname her meh versiyona bi almanî ya Le Monde Diplomatique’ê diweşîne
- “Checkpoint Charlie” di serdema dîwarê Berlînê de deriyê sînor ê herî navdar bû li bajêr. Hezîrana sala 1990ê ji hev hat xistin û ji hingê ve ji bo tûrîstan yek ji wan deveran e ku divê were dîtin
- Piştî ku dema serxweş ´erebe diajot hat girtin, sibata 2010ê Kässmann neçar hat hiştin ku îstîfa bike
- Weke kesê em li Wezareta karên derve pê re axivîn, wî jî xwest ku navê wî neyê aşkere kirin
- Erka General Stanley McChrystal hezîrana 2010ê hat betalkirin û şûna wî general David Petraeus şûna wî hat wezîfedar- kirin. Binihêrin li “Afghanistan: ave Petraeus!” [Afxanistan: silav li te Petraeus!], Défense en ligne, Les blogs du Diplo, 25ê hezîrana 2010an
- Veguhastina eskeran ber bi herêmên din ve ji bo demeke diyarkirî bi destûra wezîrê parastinê, bêyî şêwirîna bi parlemanê jî dibe
- Weke mînak, ji bo her eskerê li cihê cih veguhêzin devereke dûr, 35 esker û 16 sîvîl divên. Wezaret bi xwe jî li ser hivdeh birêvebiriyan dabeşkirî ye û ev birêvebirî jî gelek caran dikevin ser hev. Binihêrin li TTU-Lettre d’informations stratégiques et de défense [TTU-Nameya agahdariyên stratejîk û parastinê], hejmar 775, 2’ê çiriya pêşî ya 2010ê
- Di nav vê mîqdarê de ev mesref jî hene: lêçûnên ku wezaretên din digrin ser xwe, dermankirin û tezmînkirina birîndaran, alîkariya bi malbatan re û hwd
- Peymana ku jê re dibêjin “4 + 2” ya ku îlona 1990êli Moskvayê di navbera Almanyaya Rojava, Almanyaya Rojhilat, Fransa, Yekîtiya Sovyetan, Brîtanyaya Mezin û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de hate mohr kirin, Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi dawî anî û ji bo yekbûna her du Almanyayan jî şêrtê pêşî bû. Li gorî vê peymanê Almanyaya nû destê xwe ji sîlehên nukleer dikişîne û sînorên xwe jî weke “nabe ku biguherin” qebûl dike
- Binihêrin li Markus Kaim, “L’engagement militaire allemand” [angajmana eskerî ya alman], Notes du Cerfa, hejmar 76, tîrmeha 2010ê
- Jacques-Pierre Gougeon, “L’Allemagne, nouvelle puissance” [Almanya, hêza nû], Le Monde, 5ê -çiriya pêşî ya 2010ê
- Heinrich August Winkler, Histoire de l’Allemagne, XIXe, XXe siècle. Le long chemin vers l’Occident [Dîroka Almanyayê, sedsalên 19 û 20ê: rêya dirêj a ber bi Rojavayê ve], Fayard, Parîs, 2005
- Krediyên hevkariya sîvîl li gor berê du caran zêdê bûn, salê ji nîv milyar euroyî dibihurin
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê


